Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dibe sîxurê ku cihê serkirdeyê DAIŞê nîşan da xelateke mezin wergire

AFP

Dibe ku sîxur û çavêku hûrgilîyên bi dîqet derbarê tevgera serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî dabîn kirin hinek an bi temamî xelata ku ji 25 milyon dolaran pêk tê, ya ku ji alîyê Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin, werbigire. [Dosya]

Dibe ku sîxur û çavêku hûrgilîyên bi dîqet derbarê tevgera serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî dabîn kirin hinek an bi temamî xelata ku ji 25 milyon dolaran pêk tê, ya ku ji alîyê Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin, werbigire. [Dosya]

Dibe ku sîxur û çavê ku hûrgilîyên bi dîqet derbarê tevgera serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî dabîn kirin hinek an bi temamî xelata ku ji 25 milyon dolaran pêk tê werbigire, Waşhington Post Çarşemê (30ê Cotmehê) ragihand.

Rojnameyê got ku sîxur çalakgerekî girîng bû di hundirê DAIŞê, ku tevgera Bexdadî li seranserê Sûrîyayê hêsan dikir û alîkarî di serpereştîkirina di avakirina veşartgeha wî ya Sûrî de kiribû.

Hêzên komando yên girêdayî operasyonên taybet ên Amerîkî li veşartgehê xistin deregî şeva Şemîyê, ew bi helîkopteran derbas bûn û dane dûv damezrênerê DAIŞê ber bi tunêleke ku wî tê de êlekekî teqîner teqand û xwe kuşt.

Rojnameyê got ku sîxur li cihê operasyonê bû dema ku êrîş pêk hatibû û piştî du rojan ew tev malbata wî ji deverê hat derxistin.

Weneyeke ku roja Duşemê (28ê Cotmehê) Sûrî tê de tên dîtin ku ew çavdêrîya kavilên cihê operesyona ku bi rêbertîya Amerîkayê li dijî serokê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî pêk hatibbû dikin, li derdora gundê Barîşayê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Weneyeke ku roja Duşemê (28ê Cotmehê) Sûrî tê de tên dîtin ku ew çavdêrîya kavilên cihê operesyona ku bi rêbertîya Amerîkayê li dijî serokê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî pêk hatibbû dikin, li derdora gundê Barîşayê li parêzgeha Idliba Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Dibe ku mêrê ku nasnameya wî nehat naskirin hinek an bi temamî xelata ji 25 milyon dolar pêk tê, ya ji alîyê Amerîkayê ve hatibû danîn ji bo serê bexdadî, werbigire.

Ligel tevgera Bexdadî, sîxur nexşeya veşartgeha Bexdadî ya Sûrî ode bi ode nas kiribû, li gorî rojnameyê.

Rojnameyê got ku jêder, ê ku berpirsekî ew weke yekî ji Erebê Sine ye ku li DAIŞê qulibî piştî ku xizmekî wî li ser destê rêxistinê hat kuştin da naskirin, ji alîyê hewalgirîya Kurdî ve hatibû çandin.

Kurdan, vê dawîyê ew xiste jêr kontrola Amerîkayê, ya ku bi heftîyan bawerîya xwe bi wî ava kir berî ku sûdê ji delîvekê di meha borî de wergirin û êrîş bikin, li gorî rojnameyê.

Xebata hewalgirî ya çend mehan

Operasyona kuştina Bexdadî çend meh ji karê hewalgirî dirêj da, ligel Hêzên Operasyonên Taybet ên Amerîkî yên ku êrîş bi rê ve birin, ku xwe dispartin hewalgirîyên Kurdî.

Polat Can, şêwirmendekî berz ê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), got ku şervanan alîkarî bi CIA re kir di 15ê Gulanê de piştî ku pêjna Bexdadî li Idlibê hat kirin.

"Jêdera me ya taybet, ku karîbû bigihe Bexdadî, derpêyê Bexdadî ji me re anî da ku em testa DNA çêkin da em (100%) piştrast bikin ku ew kesê tê armanckirin Bexadî bi xwe ye," Can li ser Twitterê nîvîsî.

Fermandarê QSD Gereral Mezlûm Ebdê, di hevpeyvîneke ligel NBC News, got ku şervanan şêwirmendekî ewlekarî yê payebilind di xîza hundirîn a li dora Bexdadî çandibû, şêwirmendê ku nexşeya mala wî ji wan re dabîn kir.

Wî got ku agahîyan hejmara pasvanan, nexşeyên erdê û tunelan dihundirandin.

Sîxur derpêyê Bexdadî berî sê mehan dizî û di pişt re wî nimûneyeke xwînê jî bi dest xist, NBC News ragihand.

Nimûneyên DNA di faylê Bexdadî de ligel Amerîkayê heye, yê ku ji alîyê hêzên Amerîkî ve di sala 2004an de hatibû girtin li bajarê Felûcayê yê Îraqî berî ku ew bibe serkirdeyê DAIŞê.

Cihekî veşartinê yê ku nedihat pêşbînîkirin

Weke Osama bin Ladin, ê ku di sala 2011an de li serbazgeha Bakistanî ya bajarokê Ebûtabadê hat kuştin, Bexdadî berhengarîya hikmeta teqlîdî kir têkildarî cihê ku wî xwe lê veşart.

QSD got ku Bexdadî ji Dêra Zorê derket, devera biyabanî cihê dawî ku DAIŞê lê bû di şerê li dijî QSD de, û ber bi gundekî bi navê Barîşa li Idlibê çû, ku heta aniha qadeke şer a sereke ye.

Heta asteke mezin parêzgeha li bakur û rojavayê welat li jêr kontrola hevrikê DAIŞê Tehrîr el-Şam e.

Can, şêwirmendê QSD, got ku êrîşa Turkîyayê operasyona li dijî Bexdadî dereng hişt.

Berpirsekî di Wezareta Derve ya Amerîkî de ku bi mercê ku navê wî neyê eşkerekirin axêvî, got ku Amerîkayê biryar da ku "girîng e ku em vê yekê aniha bikin".

Serokê Serleşkerîyê Gen. Mark Milley got ku Amerîka hevahengî ligel artêşên din di rêya kenalên avakirî da kir bo bûyerên nexweş rû nedin.

Hêzên Amerîkî bi helîkopteran derbasî avahîyê bûn, bi lez wan di şerekî bi tifingan hêzên Bexdadî dan alîyekî û di pişt re avahî ewle kirin daku sivîlan biparêzin.

Bexdadî bazda hundirê tunelekê û dizanî ku ew hat dorpêçkirin, kemberekî teqîner teqand, û xwe ligel sê zarokên pê re kuşt, li gorî Milley.

Hêzên Amerîkî mûşek, bombe û tifing bi kar anîn daku avahîyê biteqînin dema ew ji wir derketin û ji laşê Bexdadî yê peritî di deryayê de xilas bûn, li gorî berpirsan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500