Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şênîyên Mûsilê navên xwe bo dengdana di hilbijartinên Hezîranê de dinivîsin

Ala Husên li Bexdayê

Dengdereke Îraqî karta xwe ya dengdanê ya bayometrî bi pencemora xwe pişkinîn dike li navendeke dengdanê li navçeya Hemdaniyayê, ku dora 30 kîlometran ji Mûsilê dûr e, di 12ê Gulana 2018an de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Dengdereke Îraqî karta xwe ya dengdanê ya bayometrî bi pencemora xwe pişkinîn dike li navendeke dengdanê li navçeya Hemdaniyayê, ku dora 30 kîlometran ji Mûsilê dûr e, di 12ê Gulana 2018an de. [Zeyd Obêdî/AFP]

Şênîyên Mûsilê hêvîyeke mezin bi hilbijartinên parlemanê Îraqê girê didin, ên biryar e ku 6ê Hezîrana 2021an werin lidarxistin, bo guhertina gorepana siyasî ya li welat û bo alîkarîkirin bi bajarê wan re ku bi awayekî rasteqîn ji şopên serdema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rehet bibe.

Dema hilbijartinên pêşwext hat destnîşankirin piştî derxistina yasayeke hilbijartinan a nû ku weke bersiv ji daxwazên xwenîşanên cemawerî li Îraqê hatin, xwenîşandanên ku gendelî ûhejmûna Îranê û dûvên wê şermezar kirin.

Şênîyên ji Diyaruna re axêvîn gotin ku ew hêvî dikin ku dê hilbijartin hejmûna pêgeh gendel û kesên ser bi Îranê ve, yên ku bi gerandina roleke wêranker li Îraqê tên gunehbarkirin, kêm bikin.

Mûsil dixwaze ku taximê kevin bi kesine nû ku xizmeta bajar bikin biguhere, şênîyê ji rojhilatê Mûsilê Ehmed Etwan, ê ku di firoşgeheke alavên navmal de kar dike, wiha rewş şirove kir.

Hîn bajar ji ber serencamên dagirkarîya DAIŞê û cenga derxistina rêxistinê ji xaka Îraqê dinale, wî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku gelek pirsên qonaxa piştî şer nehatine çareserkirin û hilawistî mane, di nav de qerebûkirina kesên ziyandar ji şer, nûavakirin û vegera koçberan.

Etwan got ku parêzgeha Nînewayê hewcedarê "sazîyên nû, çalak û kêrdartir e" bo dabînkirina nav pêwîstîyan.

Wî got ku ew bawer dike ku yasaya hilbijartinê, bi forma xwe ya nû, dê alîyên nû yên omîdbar û kesayetên welatparêz, ên daxwaza xizmetguzarîyên giştî dikin, bîne pêş.

''Ramaliştina Nînewayê ji milîsan''

Şênîyê Mûsilê Saedûn Şimerî ji Diyaruna re got ku wî û malbata wî berî çend rojandatayên tomarkirina dengderan ên bayometrî pêşkêş kirin weke amadekarî bo hilbijartinên dahatî.

Navendên navnivîsîna bo hilbijartinan kartên dengderan ên bayometrî li seranserê Îraqî der dixin û dest bi tomarkirina bayometrî bo dengderên nû yên ku gihiştine temenê dengdanê û koçberan kirine.

Şimerî got ku ziyanê bi destê DAIŞê bûye ne tenê avahî û jêrxane daye ber xwe, belê rê ji milîsan re xweş kir ku milîs Mûsilê kontrol bikin û samanên wê talan bikin.

"Ramaliştina Nînewayê ji van milîsan û bandora wan a xeran bi tenê bi rêya hilbijartina nûnerên rasteqîn ên parêzgehê bo parlemanê Îraqê pêkan e," wî got.

Wî da zanîn ku nûnerên rasteqîn dê karibin azar û zehmetîyên xelkê têbigihêjin û hewla baştirkirina xizmetguzarîyên giştî bidin û kesên ku xêrê ji bajar re naxwazin rûreş bikin.

Xelk bi awayekî berfireh navên xwe dinivîse

Banga bo xelkê deverê ku datayên navnivîsîna dengderan ên bayometrî bû cihê pêşwazîyê, Qasim Muhemed, birêveberê Ofîsa Nînewayê ya Komîsyona Hilbijartinan ragihand.

Komîsyon prosesa serwextkirina rêkarên navnivîsîna dengderan û derxistina kartên dengdanê hêsan dike, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku komîsyon pêşwazîyê li dengderan li 140 navendên hilbijartinê li seranserê parêzgehê dike, ku 57 navend li beşên rojavayî û rojhilatî yên Mûsilê ne û 83 navend li navçe û gundewarên parêzgeha Nînewayê ne.

Wî teqez kir ku ev hemû navend di dema demjimêrên kar ên fermî de vekirî ne, û wan hemûyan hejmareke pir mezin a dengderan tomar kirine, bi berhevkirin ligel amarên berî çend mehan, ev yek nîşaneke baş e bo hilbijartinên dahatî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500