Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Îraq bêwaran tomar dike bo dengdanê beriya hilbijartinan

Xalid Ta'î

Endamên hêzên Îraqî rewşê çavdêrî dikin û dengder digihin navendeke dengdanê li Bajarê Sedir li Bexdayê di hilbijartinên giştî de roja 30ê Nîsana 2014an. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamên hêzên Îraqî rewşê çavdêrî dikin û dengder digihin navendeke dengdanê li Bajarê Sedir li Bexdayê di hilbijartinên giştî de roja 30ê Nîsana 2014an. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Îraqî dê 12ê Gulanê deng bidin di çaremîn hilbijartinên parlemanî de ji sala 2005an de, û yekemîn hilbijartin piştî ragihadina serkeftina li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Du meh bo hilbijartinan mane, hikûmet jî dê kar bike bo zoriya yek ji berhengariyên mezin ên li pêşiya hilbijatinan bibe -- ew jî piştrastbûn ku dê bêwar bikaribin ku mafê xwe yê dengdanê mumarese bikin.

Bi dirêjahiya sê salan, dora pênc milyon Îraqî bêwar bûn ji ber DAIŞê, û nîvê wan heta aniha vegeriyane malên xwe li deverên rizgarkirî.

Bêwarên mayî, piraniya wan jî ji parêzgeha Nînewayê ne, li kampên bêwarbûnê ne ji ber ku malên wan û xizmetguzariyên serekî li deverên wan bi temamî hatine wêrankirin.

Misogerkirina mafê dengdanê

Komîsyona Hilbijartinan a Nînewayê kar dike "bo misogerkirina tu dengder, nemaze bêwar, mafê xwe yê dengdanê ji dest nedin", berdevkê komîsyonê, Ferhan Kîkî ji Diyaruna re got.

Wî got ku qonaxa yekemîn a programa komîsyonê bo hêsanîkirina proseya dengdanê dê damezrandina 140 navendên dengdanê vehewîne bo pêşwazîkirina degderan roja dengdanê, aniha jî 80 ji wan amade ne.

"Ev navend li seranserê tax û gundewarên li parêzgehê belav dibin, di nav de beşên rojhilatî û rojavayî yên Mûsilê," wî got.

Kîkî got ku komîsyon dê kartên tomarkirina dengderan radest bikin, û bi desthilatdariyên hikûmetê re kar dikin bo piştrast bin ku ev kart dê ji bêwaran re bin da ku ew karibin tevlî proseya dengdanê bibin.

Wî got ku di qonaxa duyem a programê de, ku ji operasyonên teknîkî û lojistî pêk tên roja dengdanê, "komîsyon dê piştrast be ku hertiştê girêdayî dengdanê di cihê xwe de be da ku dengderên bêwar bikaribin dengê xwe bidin bêyî tu pirsgirêk".

Kîkî got ku ew geşbîn e ku dê rêjeya beşdarbûna di dengdanê de bilind be, û balkişand ku "di hilbijartinên çûyî de, rewş pir zehmet bûn, tevî wiha jî xelkê dengê xwe da".

"Îroj, tişt baş in ... em hêvî dikin ku rêjeya dengdanê bilind be," wî got.

Piştrastbûn ji nasnameyên bêwaran

Wezareta Koç û Koçberan dê dest bi dest li gel Komîsyona Hilbijartinan bixebite da ku piştrast bin ku dê proseya dengdanê xweş biçe pêş, Xalid Ebdul Kerîm, rêveberê ofîsa wezaretê li Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand.

"Me databêseke derbarê bêwaran pêşkêş kir," wî got. "Aniha ew sêrveyeke hûrbîdarî li dor bêwarên temenên wan li ser 18an ne pêk tînin, ji ber ew temenê yasayî yê dengdanê ye, li kampên bêwarbûnê û wargehên bêwaran."

Wî got ku li gorî texmînên destpêkî, wezareta karî datayan li dor 50,000 bêwarên ku ji wan re heq dike ku deng bidin kom bike, û wî da zanîn ku ew dîrok û cihê jidayîkbûnê û agahiyên kesane yên din himbêz dikin.

"Piştî ku proseya komkirina datayan were qedandin, em dê wan pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinan bikin bo ew di piştrasbûna ji nasnameyên dengderan de bên bikaranîn," wî got.

"Parêzgeha me xwedan mezintirîn hejmara bêwaran e, bêwarên ku li seranserê çendîn kampên mezin belavbûyî ne," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Husên Şebîb ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku her yek ji van kampên bêwaran divê herî kêm navendeke dengdanê lê hebe, û tekezî li ser girîngiya vekirina hejmareke têrdar a navendên dengdanê kir.

"Berpirsiyariyeke niştîmanî"

"Em geşbîn in ku Îraqî ji hemû çînan û tayîfan dê bi xurtahî beşdariyê di proseya hilbijartinên dahatî de bikin," parlemantarê Îraqî, Elî Elaq ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev geşbînî li ser rêjeya bilind a tomarkirina navan bo wergirtina kartên degndanê li Bexdayê û parêzgehên din hatiye avakirin.

"Coş û xiroşiya welatiyan a beşdarîkrinê roj bi roj mezin tir dibe her dîroka dengdanê nêzîktir dibe, û ew hest dikin ku beşdarîkirina wan erkekî berpirsiyariyeke niştîmanî ye," Elaq got.

Tevî belavbûna dijwariyê ji aliyê DAIŞên mayî ve, rewşa ewlehiyê li seranserê Îraqê pir baştir bûye.

"Îroj, rewş bi giştî aram û ewle ye, bi saya serkeftina mezin a li ser terorê, ew bi xwe jî dê palderek baş be bo dengderan," Elaq got.

Ji ber kesên ku li benda guhertineke erênî ne, hilbijartin "alavekî demokratiyane yê berdest e bo welatiyan bo ew rewşa xwe baştir bikin", wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500