Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Nînewa dîsan deriyê ofîsa komîsyona hilbijartinan vedike

Ala Husên li Bexdayê

Gulşen Kemal, endama desteya Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan, bi fermî ofîseke nû ya komîsyoma hilbijartinan vekir li Nînewayê roja 24ê Tebaxê. [Wêne ji Gulşen Kemal hatiye wergirtin]

Gulşen Kemal, endama desteya Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan, bi fermî ofîseke nû ya komîsyoma hilbijartinan vekir li Nînewayê roja 24ê Tebaxê. [Wêne ji Gulşen Kemal hatiye wergirtin]

Parêzgeha Nînewa dîsan deriyê ofîsa xwe ya komîsyona hilbijartinan vekir di çarçoveya amadekariyên bo hilbijartinên dahatî yên parêzgehan piştî sê salan ji dagirkariya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parêzgehê re.

Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Iraqî bi fermî ofîseke nû vekir roja 24ê Tebaxê li koçka serokatiyê li Mûsilê.

Muhemed Hanî Şakir, birêvebirê ofîsa hilbijartinan a parêzgeha Nînewayê, ji Diyaruna re got ku tîma wî li devereke alternatîv li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bo heyama du salan kar dikir.

"Piraniya karmendên ofîsê bêwarbûn bo parêzgehên din û li ofîsên hilbijartinan li parêzgehên ku lê dijîn kar dikirin," wî got.

"Îroj, piştî sê salan ji nedadwerî û zordariyê, ofîsa hilbijartinan careke din dîsan deriyên xwe li Mûsilê diveke di demekê de ku qewl e ku hilbijartinên parêzgehan di Nîsana 2018an de werin lidarxistin," wî got.

Ofîsa hilbijartinan a Nînewayê aniha 170 kes ji stafê xwe yê fermî li 27 navendên hilbijratinan li seranserê parêzgehê belav kirine bo dengderan navnivîs bikin li gorî sîstema bayometrî ya komîsyonê.

Şakir got ku vekirina ofîsa hilbijartinan li Nînewayê dê prosesa dengdanê ji şêniyan re di hilbijartinên dahatî de hêsan bike, û da zanîn ku dê komîsyon rêbezeke ji teknîkên pêşketî esas bigre bo dangdanê û eşkerekirina encaman.

Bandorên sembolîk

Endamên encumena parêzgeha Nînewayê, Dawûd Cundî, tekez li ser bandora sembolîk û moralî ya dîsan vekirina ofîsa hilbijartinan li parêzgehê kir.

"Ev bizav tê wateya ku dê parêzgeh salên zordarî, diktatorî, nezanî û paşverûyî yên li jêr fermanrewiya DAIŞ li pişt xwe bihêle," wî ji Diyaruna re got.

Dîsan vekirina ofîsa hilbijartinan tê wateya ku birêveberiya Nînewa kara ye, wî anî ser ziman jî, ev ji şêniyan re nîşan dide ku jiyan hêdî hêdî vedigere rewşa asayî.

Cundî got ku şêniyên Mûsilê dikarin careke din bawerdar bin ku ew dikarin mafê xwe yê demokratiyane yê dengdanê ku makzagonê ji wan re misoger kiriye piraktîze bikin "wekî her Iraqiyekî li parêzgehên din ên welat".

Wî got ku jiyana li jêr DAIŞ hişt ku xelk bêhtir zanî ku çawa divê jiyana xwe di serdema paş-DAIŞ rêk bixe.

"Dê dengderên Mûsilê pir dirêj biramin beriya ku ew dengên xwe bidin nûnerên xwe li ser hîma zehmetî û azara ku ew li jêr kontrola DAIŞ rastî wan hatine," wî got.

Astengên hilbijartinan

Cundî got ku hîna jî hikûmeta xwecihî ya Nînewayê texmîn dike ku coça dengderan bo hilbijartinên dahatî pir nizim be.

"Hejmara bêwaran bilind e û gelek ji an nikarin vegerin berî birêveçûna hilbijartinan, hilbijartinên ku qewl e di nîvê yekem yê sala werê de bên encamdayîn," wî got, da zanî jî ku dê ev yek bandorê li ser coşê bike bi berhevkirin ligel hilbijartinên berê.

Bêwar netenê tek pirs e ya bandorê li beşdariya hilbijartinan dike belê rewşa ewlehî jî hîna bi temam ne aram e li çendîn bajarên parêzgehê, endama encumena parêzgeha Nînewayê, Hiyam Ebdal, got.

Wî got ku divê xizmetguzarî bên peydakirin li deverên rizgarbûyî, bi taybetî li Mûsilê, daku vegera şêniya asantir bibe.

"Hîna jî rojavayê Mûsilê ji xizmetguzariyan bêpar e, ev yek jî şêniyan ji vegera warên wan dûdil dike û di serencamê de bandorê li ser coşê dike," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Karek

BERSIV BIDE

Hûn aram bin! Ez di hilbijardinan de berî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) were beşdar bûm. Min dana hatî terxandin wernegirtiye. Hîn em dikarin wê wergirin?

BERSIV BIDE

Dawîyekê ji gendelîya rêjîmê re deynin.

BERSIV BIDE