Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Îraq xwe ji hilbijartinên 2021an re amade dike

Xalid Taî

Jineke Îraqî hibra xemrî ya li ser tilîya xwe nîşan dide weke nîşanekê ku wê dengê xwe di hilbijartinên parlemanî yên12ê Gulana 2018an de daye. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Jineke Îraqî hibra xemrî ya li ser tilîya xwe nîşan dide weke nîşanekê ku wê dengê xwe di hilbijartinên parlemanî yên12ê Gulana 2018an de daye. [Wêne ji hikûmeta Îraqî hatiye wergirtin]

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe li Îraqê dest bi rêkarên amadekarîyê yên hilbijartinên parlamenî yên pêşwext bo Hezîrana 2021an kir, ango berî salekê ji dema wê ya rastîn, berpirsekî hilbijartinan Çarşemê (28ê Cotmehê) wiha ji Diyaruna re ragihand.

Hilbijartinên bê pir bo Îraqê girîng in, Îraqa ku xwepêşandanan ew ji Cotmeha borî de ji hev xistibûn yên li dijî gendelî û kirinên milîsên bi ser Îranê ve.

Parlamena Îraqî tije blokên girêdayî Îranê ye û nahêlin çaksazîyeke sîyasî berbiçav çêbibin, ji ber dixwazin hebûneke wan a xurt di parlamena bê de hebe tevî hêrsa gel a zêde li ser binpêkirinên wan heye ku sûd dan Îranê li ser hesabê Îraqê.

Peyvdara komîsyonê Cumana Xulaî ji Diyaruna re got ku komîsyonê dest bi rêkarên amadekirinê yên hilbijartinan kiriye, tevî berhengarîyên ku rastî wê tên.

Endamên Komîsyona Hilbijartinan a Îraqî roja 20ê Cotmehê navnivîsîna bayometrî ji karmendekî hikmûtê re pêk tînin berî derxistina karta wî ya dengdanê ya nû. [Wêne ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên Komîsyona Hilbijartinan a Îraqî roja 20ê Cotmehê navnivîsîna bayometrî ji karmendekî hikmûtê re pêk tînin berî derxistina karta wî ya dengdanê ya nû. [Wêne ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wê dîyar kir ku di nav de kêmbûna pereyan, astengîyên ku vayrûsa korona çêdike, û rastîya ku yasaya hilbijartinan temam nebûye.

Parlamena Îraqî plan dike ku Çarşemê rûnê da kopyeke duristkirî ji yasaya hilbijartinan a nû derxîne ku dê welat dabeşî gelek gerînendeyên hilbijartinan bike, li şûna yek gerînendeyê.

Weke beşekî amadekarîyan, navendên tomarkirina hilbijartinan li Bexdayê û parêzgehên din dê derîyên xwe di rojên heftîyê û betlaneyên fermî de vekin da pêşwazîya hilbijêran bikin ên dixwazin xwe bigihînin kartên hilbijêran ên demdirêj (bayometrî). Ev kartên nû dê wêneyeke kesayetî û şûna 10 tilîyan tê de hebin.

Cumana got, hemû navend dê herwiha kartên nû bo kesên kartên wan xerab an wenda bûne derxînin, da zanîn jî ku buhayê pevguhertinê jî di dema heyî de hatiye rakirin.

Wî dîyar kir ku navendên komîsyonê dest bi tomarkirina bayometrî bo hilbijêrên nû kiriye yên vê dawîyê gihan temenê dengdayînê (yên zayîna 2001 û 2002) û koçberên li hundirê welat.

Cumana anî ziman ku tîmên gerok bo sazîyên fermî û deverên niştecihî hatine şadin da tomarkirinê temam bikin û kartên kesên nikarin serdana navendan bikin nû bikin. Di nav de kesên nexweş, kêmendam û temenmezin.

Misogerîya rastîyê

Bêhtir ji 26 milyon hilbijêran li seranserî welat hene.

Cumana da zanîn ku komîsyonê heta niha daxwazên 300 alîyî girtine yên dixwazin tevlî hilbijartinên bê bibin, û aniha 72 alîyên din jî li ber tomarê ne.

Wê daxuyand ku komîsyona hilbijartinan biniyet e girêbestekê bi kompanyeke navdewletî ya teknîkên girêdayî kompuetran re çêke bo dengdayîn û belavkirina wan.

Wê got ku dê komîteyeke teknîkî ku ji nûnerên wezaret û rêxistinên pêwendîdar pêk tê berpirsyar be ji çavdêrîkirina karê kompanîyê bo misogerkirina standerên pêgerdîyê, dîqetê û şefafiyetê di prosesa hilbijartinan de.

Wê got ku herwiha komîsyon xebatên bilindkirina hişyarîya xelkê li dor girîngîya beşdarîkirina di hilbijartinan de li dar dixe.

Wê got ku dê kampanyaya pêgehandina cemawerî ji poster û vîdyoyan pêk were, û da zanîn ku navenda komîsyonê bi Wezareta Veguhestinê re hevahengîyê dike bo şandina nameyên agahdarkirinê bo telefonên dengderan û dirustkirina apekê ku rê bide dengderan ku rewşa kartên xwe yên dengdanê bişopînin.

Wê dîyar kir ku dê karmendên komîsyonê tevlî rahînanên teknîkî û kargêrî bibin bo pêşxistina zîrekî û şarezayîyên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kengî dê rênimayên çûnûhatina di navbera parêzgehan dê werin derxistin?

BERSIV BIDE