Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Tîma NY a lêkolînan di tawanên DAIŞê de dike platformekê dest pê dike bo wergirtina şehdebûnan

Ala Husên li Bexdayê

Platformeke nû ji hêla UNITAD hatiye pêşxistin bi armanca komkirina şehdebûn û îfadeyên kesên ji komkujîyên DAIŞê rizgar bûne û kesên ku dîdvanên tawanên DAIŞê bûn dema ku wê rûberên berfireh li Îraqê kontrol dikirin.

Platformeke nû ji hêla UNITAD hatiye pêşxistin bi armanca komkirina şehdebûn û îfadeyên kesên ji komkujîyên DAIŞê rizgar bûne û kesên ku dîdvanên tawanên DAIŞê bûn dema ku wê rûberên berfireh li Îraqê kontrol dikirin.

UNITAD, Tîma Lêkolînan a NY a têkildarî tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirine platformeke nû dest pê kiriye bo wergirtina şehdebûn û îfadeyên dîdvanan.

Platforma li ser înternêt qonaxa duyem a karê tîmê ye, Elî Beyatî, peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov, ragihand.

Qonaxa yekem ji komkirina belgehan pêk dihat, bi rêyavedana komgorên qurbanîyên DAIŞê yên hatin kuştin dema ku rêxistinê deverên berfireh li bakur û rojavayê Îraqê kontrol kirin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku armanc ji platformê ew e ku şehdebûnên kesên ji komkujîyên DAIŞê rizgar bûne û yên dîdvanên ku li deverên li jêr kontrola DAIŞê di wê demê de mane kom bike.

Ew hat destpêkirin ji ber ku tîmê nikarî xwe bigihîne hemû qurbanîyan, bi taybetî ji ber petaya vayrûsa koronayê ya nû (COVID-19), wî daxuyand.

Wî got ku hêsan e platform were bikaranîn, ûnavnîşana wê ya wêb bi awayekî berfireh di malperan de û di rûpelên mîdyaya civakî de hatiye belavkirin. Pir hêsan e mirov derbasî malperê bibe, eger xeta înternêtê lawaz be jî.

Wî dîyar kir ku malper boksên derbaskirinê bo şehdebûnên nivîsîkî dihundirîne û dê rê bide bikarhêneran ku dosyayê ew bixwazin li malperê bar bikin.

Wî daxuyand ku di hinek rewşan de, tîma navdewletî dikare bi rêya serdanên meydanî û têkilîya rasterast xwe bigihîne dîdvanan.

Wî got ku xuya ye ku şehdebûn û îfadeyên girîng dê bi rêya platfromê werin wergirtin, û ji dîdvanan re hêsan e ku bibînin û dê hewcedar nebin ku rêwîtîyê bikin bo şehdebûn û îfadeya xwe bidin.

Zehmetî di komkirina agahîyan de

Tevî kêrdarî û karînên platformê, hinek kesên ji komkujîyên DAIŞê xelas bûne û pisporên di warê rêxistinên terorîst de gumandarîya xwe ji kêrhatî û sûdmendîya vê platfromê anî ziman, û bal kişandin ser nebûna şarezayîyê bi mîdyaya civakî re û lawazîya înternêtê li Îraqê.

Şênîyê ji parêzgeha Zî Qarê Muhemed Zayidî, yê ku xwe jikomkujîya Kampa Spaykerê xelas kir, ku DAIŞê tê de 1,500 kes ji hêza asmanî ya Îraqî kuştin, got ku wî bi platforma nû nezanîbû berî ku ew bi Diyaruna re biaxêve.

Wî got ku destpêkirina platformê di mîdyayê bi berfirehî nehate rûmalkirin, û ew bawer nake ku peyam baş gihiştbe kolanê.

Birêveberê Sazîyan Şehîdên Zî Qarê Muhened Ebdul Husên ji Diyaruna re ragihand ku dibe platform ji kesên ku înternêta wan heye û dizanin çawa teknolojîya pêwendîkirinê bi kar bînin bi sûd be.

Lê ew nîgeran e ku ew dê ji bi sedên dîdvanên ku li kampan dijîn ne bi sûd be ji ber ku ne înternêt heye û ne jî teknolojîya pêşketî, mîna kompyûter û alavên zîrek.

"Eger tîma navdewletî xwazibe ku belgehên rasteqîn û girîng bi dest bixe," wî dîyar kir, "divê ew bi karbidestên xwecihî û sazîyên cihê bawerîyê, mîna Sazîya Şehîdan, re bikevin têkilîyê de."

Wî dîyar kir ku Sazîya Şehîdên Zî Qarê bi koman belgeh û delîlên tawanên DAIŞê kom kirine, herwiha Ajansa Dijî Terorzîmê û sazîyên Îraqî yên din ên ku şerê rêxistinê kirine û agahî li dor tawanên wê kom kirine.

Wî teqezî li ser girîngîya hewcedarîya bi vekirina lêpirsînan bi endamên DAIŞê re yên di zindanên Îraqî de ne ji ber sûcên têkildarî terorîzmê kir, ji ber ku dibe ew navên serkirdeyên rêxistinê yên li nava Îraqê û li derveyî welat bidin.

Husên got ku divê tîma navdewletî alîkarîyê ji dadgehên tawanê yên Îraqî bixwaze.

Tîma lêkolînan a navdewletî li gorî Biryra jimara 2379 a sala 2017an a Encumena Ewlekarî ya NY hat pêkanîn, bi armanca piştgirîkirina xebatên Îraqî bo cezakirina endamên ji ber tawanên wan ên li dijî Îraqîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500