Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rêxistinên Îraqî yên mafên mirov tawanên DAIŞê yên herî xerab belgeh dikin

Xalid Ta'î

Pisporên Îraqî bermayîyên qurbanîyên komkujîya Kampa Spaykerê derdixin, ên ku ji alîyê "Dewêleta Îslamî" ve di sala 2014an de hatin îdamkirin. [Wêne ji Komela Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporên Îraqî bermayîyên qurbanîyên komkujîya Kampa Spaykerê derdixin, ên ku ji alîyê "Dewêleta Îslamî" ve di sala 2014an de hatin îdamkirin. [Wêne ji Komela Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov a Îraqê ragihand ku wê herî kêm 2,000 hale ji tawanên herî hovane yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirine.

Ev gav berî seredaneke tîmeke NY bo Îraqê tê, ya ku dê bi pisporên Îraqî re kar bike bo lêkolînkirina van tundûtûjîya û komkirina delîlan.

Komîsyonê zêdetirî 2,000 tundûtûjîyên hovane yên endamên DAIŞê encam dane dema wan nêzî sê sala hukmê hin deveran li Îraqî dikin belge kirine, komîsyoner Fadil Xerawî ji Diyaruna re got.

Tundûtîjyên mezin mîna jînosaydê, tawanên li dijî moravahîyê û tawanên cengê hatine katîgorîkirin, ligel katîgorîyên lawekî yên ku nehiştina mafê jiyan, bawermendîya olî, tundûtûjîya li dijî jin û zarokan, neçajkirina li ser bêwarîbûnê û terorîzekirinê, û herwiha talankirin û têkdana cihên mîratên niştîmanî dihundirînin.

Di nav tawanên herî hov ên DAIŞê encam danekomelkujîya Kampa Sipaykerê bûku tê de zêdetir ji 1,700 leşkerên Îraqî bi xwîneke sar hatin kuştin, û bi sedên din hatin sêdarekirin li zindanekê li Bexdayê.

Tawanên din ên DAIŞê ji revandin û kolekirina dora 5,000 jin û zarokên Êzîdî, û kuştina bi komel a bi sedan şênîyên Mûsilê.

"Me berî aniha ev tawan û hineke din jî ji hikûmet û parlemanê Îraqî re xistibû rojevê de, û me daxwaz kir ew bên belegekirin da ku ew weke delîl bên bikaranîn bo dadgehkirina DAIŞ li Îraq û li ser asteke navdewletî jî," wî got.

Belgekirina giştgîr

Komîsyona Bilind a Serbixwe bo Mafên Mirov amadekarîya pêşkêşkirina belgekirineke giştgîr bo van tawanan bo tîma NY, ya ku tê payîn ku derstpêka Tîrmehê bigihêje Îraqê.

Tîm li ser esasê Biryara Encumena Ewlekarîyê ya NY 2379 (2017) hat pêkhatin, bo piştgirîkirina xebata hikûmeta Îraqê yên bo girtina endamên DAIŞê yên tên xwestin.

Biryara NY a 2379 bangê bo damezrandina tîmeke lêgerînê ya serbixwe dike ku ew dê bi erkên komkirin, parastin û depokirina delîlên têkildarî kiryarên ku dibin weke tawanên şer, tawanên li dijî mirovahîyê û jînosayîdên ku DAIŞê li Îraqê kirine bên hejmartin.

"Tîmeke Îraqî dê mil bi mil bi tîma NY kar bike, tîma ku ji lêkolînvanên navdewletî pêk tê," Xerawî got.

Wî got ku dasthilatdarî û wezaretên Îraqî dest bi destnîşankirina nûnerên xwe bo tîma niştîmanî kirin, û tîm dê ji dadwerên lêpirsînê, şehrezayên tawanzanîyê û pisporên di zagona navdewletî de pêk bê.

"Tîma NY dê bo heyam du salan li Îraqî bimîne," wî got, û ew dê bi tîmên Îraqî re kar bike di lêkolînkirina tawanên DAIŞê û komkirina şehdebûnên dîdvanan.

Ev dê bên bikaranîn bo derkirina şermezarnameyan û fermanên girtinê yên navdewletî bo kesên ku hîna revyayî ne, da ku di dadgehên navdewletî de bên dadkirin.

'Birîn hîna rihet nebûne''

Xistina tawanên DAIŞê di rojeva proseseke lêpirsînê ya navdewletî de "gaveke girîng e", endamê encumena parêzgeha Enbarê, Asal Fehdawî wiha got.

Enbar piştgirîya vê xebata navdewletî dike û dixwaze ku bi tîmên NY û Îraqî yên bepirs ji pêkanîna lêkolînan re hevahengîyê bike, wî ji Diyaruna re ragihand.

"DAIŞê hewl dabû ku endamên êlan ên li dijî wan bûn li Enbarê tine bike", wî got û da zanîn ku endamên wê bi sedên zilamên êla Elbû Nimr kuştin.

Wî got ku endamên DAIŞê bi mebest pilan kiribû ku jêrxaneya parêzgehê têk bibin, ligel samanên giştî û yên taybet.

"Me şerê rêxistina terorî ya herî xeternak kir li ser rûyê erdê," endamê komîteya ewlehîyê ya parêzgeha Nînewayê Binyan Cerba ji Diyaruna re got.

"Birînên me yên bi destên vê rêxistina berberî hîna rihet nebûne," wî got. "Asteke pir mezin ji wêranê li parêzgeha me heye, ew gihştîye mizgeftan, û goristanên dîrokî û cihên şûnwarî."

"Bi hezaran xelk hîn jî nikarin vegerin malên xwe yên wêrankirî û yên din jî bê mal in," Cerba got. "Em hêvî dikin ku civaka navdewletî alîkarîya me bike di cezakirina wan terorîstan weke çawa alîkarîya me kir di binxistina wan de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500