Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Tîma NY pêşketinekê di lêkolînên derbarê tawanên DAIŞê de çêdike

Xalid Taî

Serokê tîma NY yê ku lêkolînê derbarê tawanên DAIŞê dike Kerîm Xan di rûniştineke Encumena Ewlehî de diaxêve di15 Tîrmeha 2019an de, derbarê xebatên tîma wî bo komkirina delîlan, ên ku dê gunehbarkirina endamine rêxistina tundrew encam bidin. [Malpera NY]

Serokê tîma NY yê ku lêkolînê derbarê tawanên DAIŞê dike Kerîm Xan di rûniştineke Encumena Ewlehî de diaxêve di15 Tîrmeha 2019an de, derbarê xebatên tîma wî bo komkirina delîlan, ên ku dê gunehbarkirina endamine rêxistina tundrew encam bidin. [Malpera NY]

Tîma NY ya lêkolînê derbarê tawanên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatine bicihanîn dike pişketinê di xebatên xwe de çêdike daku delîlên armanc dikin ku endamên rêxistinê bidarizîne û tawanbar bike bide hev.

Di raporta xwe ya herî nû de bo Encumena Ewlehî ya girêdayî NY di 11ê Gulanê de, tîmê daxuyand ku wê karîbû delîlên nû li dijî DAIŞê bide hev.

Delîl bêhtir ji du milyon axaftinên telefonê dihewîne yên ku ji dabînerê xizmeta mobaylê hatine bidestxistin, ligel vegerandina datayan û şirovekirina wan bi alîkarîya desthilatdarîyên ewlekarî û dadmendî yên Îraqî.

Data hejmareke mezin a belge vîdyo û wêneyên xwemalî yên DAIŞê dihewîne ku, li gorî tîma NY, dibe ku "guhertineke berebere" be di darizandîna rêxistina tundrew de.

Wêne ji jinên Êzîdî re hatiye kişandin ku ew li ser kurên xwe yên ji alîyê DAIŞê ve hatin kuştin digirîn di merasîmên vekirina komgora yekem ya qurbanîyên DAIŞê li bajarokê Şingalê, di wêneyeke ku di 15ê Adara 2019an de hat belavkirin. [Wêne ji Sazemenîya Şehîdan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wêne ji jinên Êzîdî re hatiye kişandin ku ew li ser kurên xwe yên ji alîyê DAIŞê ve hatin kuştin digirîn di merasîmên vekirina komgora yekem ya qurbanîyên DAIŞê li bajarokê Şingalê, di wêneyeke ku di 15ê Adara 2019an de hat belavkirin. [Wêne ji Sazemenîya Şehîdan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Delîlên hatine berhevkirin "encama xebatên hevbeş in" ên di nav sazemenîyên niştimanî û misyona NY ya erkdar li gorî Qerara 2379 Encumena Ewlekarî ya NY ya sala 2017an bo muhasebekirina DAIŞê bo tawanên ku wê li Îraqê bi cih anîn, Fadil Xerawî, endamekî Komisyona Bilind a Mafên Mirov, got.

Wî teqez kir ku binpêkirinên ji alîyê DAIŞê ve hatin bicihanîn "dosyayeke tawanî ya awarte" raber dike ji ber rêxistina tundrew bû sedema mirina bi hezaran kesên bêguneh di komkujîyan de.

Di nav wan komkujîyan de komkujîyên li Kampa Spaykerê (Akadimîya Tekrîtê ya Cewî) û zindana Badûşê, the qirkirina niştecîyên Êzîdî li Şingalê, û hin din li parêzgehên Mûsil û Enbarê hatine kuştin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ligel van mirinan, DAIŞê "bi milyonan niştecî ji malên wan bêwar kirin, bajarên wan wêran kirin û û mafên jin û zarokan, azadîyê giştî û mafên mînorîteyan bin pê kirin".

"Delîlên ji alîyê tîma NY ve hatin pêşkêşkirin piştgirîya daxwazên Îraqî dikin bo gunehbarkirina çekdarên DAIŞê û bo bi awayekî fermî tawanên wan werinnaskirin, ên dikevine warê komkujî û tawanên li dijî mirovahîyê de," Xerawî got.

Wî anî ziman "ev sûcdarkirin derî li pêşîya Îraqîyan vedike ku bixwazin ku qerarên NY bêne bicihanîn ên liser civaka navdewletî ferz dikin ku di xebatên şûndanê bo qurbanîyên terorîzmê de beşdar bibe û alîkarîyê bi wan re bike ku careke din bajarên xwe ava bikin,".

Lêkolîn berdewam in

Di van her şeş mehên dawî de, tîma NY dê berdewam ligel hikûmeta Îraqî kar bike da misoger bikin ku tedbîrên dadmendî li dijî endamên DAIŞê hatine bicihanîn li ser bingeha delîlên berdest.

"Belge û datayên ku ji alîyê tîma NY ve hatin berhevkirin... delîlên qutebir ên van kujerên terorîst şermezar dikin dihewînin," pisporê qanûnî yê Îraqî Elî Temîmî got.

"Ev yek rê vedike ku ew werin lêkolînkirin û bidine dûv wan û wan bigirin û weke tawanbarên şer muhasebe wan bikin û gengaze ku haletên wan bo dadgeha tawanbar a navdewletî biguhêzin û li gorî qanûna navdewletî wan bidarizînin," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Temîmî bang kir ku bi lez "cezayê dad û pêkanîna qanûnê li dijî terorîstên berpirs derbarê kuştina xelkê bi xwîneke sar û veşartina wan di bi dehên komgoran de, herwiha ew li pey operasyonên revandinê, bazirganîya mirovan û bicihanîna komek kirarên stemkar in".

Wî got ku divê ev doz li ser asta navdewletî were behskirin û anî ziman ku hewcedarîya Îraqê bi piştgirîyê heye "daku qerebûkirinê ji berdêla ziyanên aborî û ziyana gihaye binesazîyê ji alîyê DAIŞê ve dabîn bikin û pere û samanên giştî yên ji alîyê terorîstan ve bi qaşaxî hatin birin vegerînin".

DAIŞ "dê ji cezayê nefilite"

Di rûniştineke Encumena Ewlekarî ya NY de di Tîrmrha 2019an de, Peygerê sereke yê tîma NY Kerîm Xan îlan kir ku dest bi lêkolînekê kir daku tawanên DAIŞê eşkere bike bi alîkarîya hejmareke şirovekar, peygerên tawanbar û pisporên dadwerî ji gelek welatan, di nav wan de Îraq.

Di du heftîyan de, tîma lêkolînê karî bêhtir ji 600,000 vîdyoyên tawanên DAIŞê û bêhtir ji 15,000 belgeyên girêdayî rêxistina terorîst seh bike.

Gavên darizandina endamên DAIŞê bi "pêngaveke baş dimeşin", Xezwan Dawudî, berpirsê berê di komîteya mafên mirov ya encumena parêzgeha Nînewayê de, teqez kir.

"Ev yek bawerîyê li cem malbatên qurbanîyên terorîzmê çêdike da zanibin ku tawanbar, ne girîng çi qasî ew sax bimînin ew dê ji ceza û dadmenîyê nerevin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em hêvî dikin ku ev gava berhevkirina delîlan dê operasyonine berfireh encam bidin daku bidine dûv endamên terorîst ên karîbûn birevin an vegeriyane welatên xwe yên resen daku pêşberî dadê werin," wî got.

"Em hêvî dikin ku civaka navdewletî dê beşdarbûna xwe xurt bixe di warê vegerandina bêwaran bo malên wan, xebatên nûavkirinê herwiha alîkarî di warê şiyankirina malbat û zarokên çekdarên DAIŞê da nehêlin ku di pêşerojê de bibine bombeyine demkî," Dawudî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500