Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Mûsilê lêgerîna li jinên Êzîdî yên revandî rastî berhingariyan tê

Xalid Ta'î

Artêşa Iraqî roja 8ê Tîrmehê Wîam Hecî Hemîd, jina Êzîdî ya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew li Taxa Mekawî li Bajarê Kevin yê Mûsilê dîl girtibû rizgar kir. [Wêne ji Wezareta Barevanî ya Iraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Iraqî roja 8ê Tîrmehê Wîam Hecî Hemîd, jina Êzîdî ya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew li Taxa Mekawî li Bajarê Kevin yê Mûsilê dîl girtibû rizgar kir. [Wêne ji Wezareta Barevanî ya Iraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Nînewayê hevahengiyê ligel hêzên Iraqî dike daku cihên jinên Êzîdî destnîşan bike, jinên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin revandin paş êrîşa rêxistinê li ser Şingalê di Tebaxa 2014an de.

Hêzên Iraqî hejmarek ji jinên Êzîdî azad kirin di dema cenga Mûsilê de û piştî wê jî, lê li gorî berpirsiyarên Êzîdî, hejmar "gelek kêmtir e" ji ya texmînkirî û ditrisin ku yên mayî hîna jî li ba rêxistinê girtî bin.

"Beriya ku pêngava rizgarkirinê destpê bike, agahiyên me hebûn ku hejmarek mezin ji jinên Êzîdî yên revandî li Mûsilê girtî ne û hatine firoştin," endamê encûmena parêzgeha Nînewa Berekat Şemo, got.

"Me tenê dora 30 jinan tev hejmarek zarok dîtin, ev hejmar jî gelek kêmtir e ji hejmara li ba me û ya ku jêderên me qala wê dikin," wî ji Diyaruna re got.

Amara dawîn a ku Ofîsa Karûbarên Êzîdiyên Revandî belav kiriye dide xuyakirin ku DAIŞ dora 6,400 Êzîdî revandine, piraniya wan jin û zarok in, û xelkê Şingalê ne.

Heta aniha 3,070 -- wate hema bibêje nîvê hejmara giştî -- cihên wan hatine naskirinyan jî ji destê rêxistinê hatine rizgarkirin.

Komîteyek bo lêgerîna li jinên Êzîdî

"Encumenê nîvê Tîrmehê komîteyek taybet ava kir, ku ew erkdar e bi lêgerîna li jinên Êzîdî li Mûsilê bi hevkariyê ligel hêzên ewlekariyê," Şemo got.

"Em texmîn dikin dibe ku jinên revandî li taxên niştecihbûyî li Mûsilê bin, yan jî dibe ku ligel xelkên bêwar yên ku raviyan beriya ku şer bidawî bibe," wî got, û dewam kir jî ku dibe "ew ditirsin derkevin".

Wî got jî ku dibe ku endamên DAIŞ piraniya jinên revandî bi qaçaxî ji Mûsilê beriya şer hatibin derxistin.

"Komîteyê dest bi karên xwe kiriye," wî got. "Civîn, xebatên hevpar tên lidarxisitn, em nêzî bidestxistina encaman in."

Şemo got ku nûnerên fermî yên Êzîdiyên Nînewayê, ew jî di nav de, gelek civîn ligel bepirsiyarên hikûmetê lidar xistin, ku giraniyê didin pêwîstiya kirina hertiştê pêkan bo azadkirina tevahiya revandiyan.

Wî got jî ku ev dabînkirina pêbendiyan û diravên pêwist bo alîkarîkirina jinên nacî ji destên DAIŞ û peydakirina guhlêdayîneke têr ji wan re.

"Dê komîte geştên meydanî bo kampên ku malbatên bêwar ên Mûsilê lê vedihewin pêk bînin bo gerîna li jinên Êzîdî yên revandî, bi kordînekirin ligel hêzên ewlekariyê," parlemantarê Iraqî ji parêzgeha Nînewayê Hecî Kendûr Şêx, got.

Endamên komîteyê dê kar li ser vekirina kenalan bi xelkên deverê re bikin û dê ji wan bixwazin ku her agahiyeke li ba wan ku dibe alîkariyê di kifişkirina çarenivîsa jinên revandî de pêşkêş bikin, wî ji Diyaruna re got.

Tirsa li ser çarenivîsa jinên nexuya

Li gorî du keçên Êzîdî yên ku artêşê hefteya bihûrî ew li taxa Muşaheda dîtin, "endamên DAIŞ di rojên dawî yên şer de 10 jinên Êzîdî yên revandî sêdare kirin", Şêx got.

Keçan ev agahî dan di civînekê de bi rayedarên Êzîdî û leşkernan ji Firqeya 9ê ya artêşê re, ya ku aniha li termên jinên kuştî li Bajarê Kevin digerin.

Şêx got ku dengubasên li dor kuştinan tirsên ji egera ku revandiyên din hatibin sedarekirin zêde dikin, tevî ku dibe ku "gelek ji wan jinan li deverên hîn jî di destê DAIŞ de bin".

"Agahiyên li ba me berdest diyar dikin ku hejmareke mezin ji jin û mêrên Êzîdî yên revandî li bajarokên Telefer, Beac û bajarê Reqa li Sûriyê ne," Husên Qaidî, serokê Ofîsa Karûbarên Revndiyên Êzîdî li parêzgeha Duhokê, got.

"Me îsal karî bi dehan ji wan kesan azad bikin, zêdetirî 200 kesên revandî, bi hevahengiyê ligel ajansên ewlekariyê û aliyên din re, û aliyên ehlî jî," wî ji Diyaruna re got.

Qaidî bang li serkirdeyên hikûmetê kir ku destekê bidin xebatên wan daku kesên revandî azad bikin û rê nedin DAIŞ ku yan wan bi qaçaxî veguheze derveyî deverê yan jî jiyana wan têxe xeteriyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500