Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tîmên Îraqî û yên NY hevkarîyê dikin bo komkirina belgeyan li dor tawanên DAIŞê

Xalid Taî

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên bi Kerîm Xan re, serokê tîma lêkolîner a navdewletî di tawanên DAIŞê de, roja 13ê Tîrmehê dicive. [Wêne ji Wezareta Derve ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên bi Kerîm Xan re, serokê tîma lêkolîner a navdewletî di tawanên DAIŞê de, roja 13ê Tîrmehê dicive. [Wêne ji Wezareta Derve ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmeke NY ku lêkolînan di tawanên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anîne dike berdewam e di xebatên xwe de bo komkirina belgeyan bo dadgehkirina endamên rêxistinê, tevî zehmetîyên ku petaya COVID-19 çêkirine.

Xebîrên warê lêpirsîn û lêkolînan ên navdewletî li tenîşt hevtayên xwe yên Îraqî li ser projeyekê dixebitin bo arşîvkirina belgeyên tawanan ên ji qadên tawanan hatine komkirin an ji dosyayên amarên hêzên ewlekarî yên Îraqî hatine wergirtin.

Tîma NY, a bi serokatîya Kerîm Xan, berî du salan dest bi lêkolîna xwe kir û raporta xwe ya çarem di Gulanê de belav kir. Tîmê got ku desthilatên Îraqî mêjereke mezin ji belgeyan kom kirine ku wan ji telîfonên tundrewan an veşartgehên wan wergirtine.

Xan di 15ê Hezîranê de ji Encumena Ewlekarîyê re eşkere kir ku tîma wî heta aniha 344 gumanbarên ku endamên DAIŞê ne, yên ku di komkujîya Êzîdîyan di sala 2014an de li devera Şengalê cih girtine, destnîşan kirin.

Endamine Ajansa Dijî Terorîzmê terorîstekî DAIŞê digirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamine Ajansa Dijî Terorîzmê terorîstekî DAIŞê digirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Tîmê herwiha herî kêm heft katîgorîyên tawanan destnîşan kirin ku dê kesên ku gumanbar ku endamên DAIŞê ne ji ber wan werin dadgehkirin, têkildarîkuştina leşker û xwendekaran li Akademîya Asmanî ya Tikrîtê berî şeş salan.

Wî da zanîn ku di heman demê de, li Mûsilê, du komgorên ku di meha Adarê de hatin vekirin, bi hevkarî ligel desthilatên Îraqê û Herêma Kurdistanê, dê bingeheke serekî bin ji lêkolînên ku dê di mehên werê de werin lidarxistin re.

Di civînekê de roja 13ê Tîrmehê bi Xan re, Wezîrê Derve yê Îraqî Fuad Husên teqezî li ser pêbendbûna welatê wî bi berdewamkirina hevkarîya bi tîma NY kir.

Xebata li dar bêhtir giranîyê dide tawanên mezin

Peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov Elî Beyatî eşkere kir ku xebatên hevbeş ên ligel lêkolînerên navdewletî berdewam in bo komkirina belgeyan û dîdvanan li gorî sanderên yasayî yên navdewletî.

Xebatên li ser asta niştîmanî sazîyên hikûmetê, rêxistinê civaka sivîl û nûnerên komelgehên ku ji ber çalakîyên terorê ziyan gihiştiye wan dihundirînin.

Xebata li dar giranîyê dide tawanên mezin ên mîna çalakîyên terorî hatine catîgorîzkirin, bi taybetî têkildarî komgoran, Beyatî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku dê dadgehkirina tawan li dadgehên niştîmanî û navdewletî werin kirin.

Beyatî bang bo projeyasayekê bo avakirina dadgeheke Îraqî ya erkdar bi şopandina van pirsan kir.

Wî teqez kir ku ev "zehmetîya herî mezin e" ji çaxê ku tîma NY a lêkolînan hatiye pêkanîn, ji ber ku "tu dadgehên Îraqî yên pispor di cînosayd, tawanên cengê yên navdewletî û tawanên li dijî mirovahîyê de tune ne".

Xebîrê Yasayî Elî Temîm ji Diyaruna re got ku ev belgeyên hatine arşîvkirin di xizmeta Îraqê de ne, ku piştgirîyê didin dozên wê yên qerebûkirinê li gorî Balegenameyên NY.

Tawanên DAIŞê tawanên navdewletî ne li gorî Beşê VII yê Bawernameya NY.

Li gorî Temîmî, Îraq, bi alîkarîya civaka navdewletî, berpiryar e ji lêkolînkirina tawanên ku li ser xaka wê û li dijî welatîyên wê hatine kirin. Divê lêkolîn li gorî yasayên Îraqê, di nav de madeya 13ê ya Yasaya Nehiştina Terorîzmê, ku di sala 2005an de hatiye derxistin, bin.

Wî da zanîn ku ev yasa di derheqê her kesê li vî welatî hatiye girtin tên bicihanîn.

Musena Emîn, endamekî komîteya têkilîyên derve yên parlemana Îraqî, ji Diyaruna re ragihand ku berpirsên ewlehî û aborî yên Îraqî hemû xebatên xwe dikin bo alîkarîkirinê di serxistina karê tîma lêkolîner.

Hîn ne dîyar e kengî dê projekt bi dawî bibe, lê ji ber sirûşta tawanan û torên terorîstan ên li pişt wan, Emîn got ku ew texmîn dike ku heyameke dirêj dom bike.

"Em hêvî dikin ku ev yek dê bibe encama dadgehên şefaf û dadwer ên ku dê terorîstan ceza bikin û nehêlin ew ji ber dadwerîyê birevin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500