Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Waşinton sizayan li ser şanderê Îranê disepîne ji ber "têkdana aramîya" Îraqê

AFP

Balyozê Îranê yê li gel Îraqê Îraj Mescidî di 11ê Îlona 2018an de konfranseke çapemenîyê li derveyî avahîya nû ya balyozxaneya Îranê li bajarê Besra yê başûrê Îraqê li dar dixe piştî xwepêşanderan berî çend rojan agir bi avahîya kevin xistin. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Balyozê Îranê yê li gel Îraqê Îraj Mescidî di 11ê Îlona 2018an de konfranseke çapemenîyê li derveyî avahîya nû ya balyozxaneya Îranê li bajarê Besra yê başûrê Îraqê li dar dixe piştî xwepêşanderan berî çend rojan agir bi avahîya kevin xistin. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Waşinton Pêncşemê (22yê Cotmehê) siza li ser balyozê Îranê yê li Bexdayê sepandin, bi tawana ku ew gefan li aramîya Îraqê dixwe bi rêya rola wê ya weke generalekî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran).

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî angaşt kir ku Îraj Mescidî "şêwirmendekî nêz" êQasim Sulêmanî bû, ku generalekî herî xurt ê Îranê bû û di Kanûna Duyem bi êrîşeke Amerîkî hat kuştin.

Siza di demekê de tê ku hêrsa Waşinton ji ber rêzeêrîşên bi mûşekan ên li dijî berjewendîyên Amerîkî li Îraqê bilind bûye, ku komên bi ser Îranê ve tên tawanbarkirin.

Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de got ku "Mescidî serperiştîya bernameyeke rahênankirin û piştevanîya komên Îraqî kiriye, û komên ji êrîşan berpirsyar ên di encama wan de hêzên Aemrîkî tê de birîndar bûne û hatine kuştin li Îraqê yan defandiye yan jî piştevanîya wan kiriye.

Daxuyanîyê anî ziman ku Mescidî rola xwe weke balyozê Tehran li Bexdayê keysbaz kir da "veguhestinên darayî binuxumîne" bo Pasdaran.

Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin di daxuyanîyekê de got ku "rejîma Îranê gefan li ewlehîya Îraqê û serwerîya wê dixwe di rêya erkdarkirina berpirsên Pasdaran weke balyoz li herêmê da ajendeyên wan ên derve bi cih bînin.

Amerîka careke din siza li ser Tehranê sepandine ji çaxê Donald Trump xwe ji lihevkirina navdewletî vekişand bo rê nede Komara Îslamî çekên nuklerî bi pêş bixe.

Birêveberîya Trump kampanya "zexta herî xurt" li dijî Îranê da meşandin, da Tehran bi lihevkirineke din bide qayîlkirin.

Lê Îran danûstandin bêyî rakirina sizayan red kir.

Pêngava zextê ya Waşintonê herwiha alîgirên Îranê yên li herêmê jî kire armanc, di nav de milîsa Hizbulaha Lubnanî, ku Waşintonê wê rêxistineke terorîst bi nav dike.

Li gorî sizayan, hemû erd û samanên Îraj Mescidî yên li jêr desthilatdarîya dadwerî ya Amerîkî tên qedexekirin û nabe Amerîkî jî danûstandinê pê re bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500