Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Çavdêr: Êrîşên Ketaib Hizbulah teqez dikin ku fişarên Amerîkayê rewa ne

Ardeşêr Kurdistanî

Milîtanên milîsa Ketaib Hizbulah a Îraqî ku Îran piştevanîya wê dike di vî wêneyê ku di Nîsanê de hatiye kişandin alan li Îraqê bilin dikin. [Wêne ji IRNA hatiye wergirtin]

Milîtanên milîsa Ketaib Hizbulah a Îraqî ku Îran piştevanîya wê dike di vî wêneyê ku di Nîsanê de hatiye kişandin alan li Îraqê bilin dikin. [Wêne ji IRNA hatiye wergirtin]

Êrîşên bi mûşekan ên li ser Zona Kesik li Bexdayê ku milîsa Ketaib Hizbulah ûmilîsên din ên ser bi Îranê pêk tînin di mehên dawî de pir zêde bûne, çavdêran ji Diyaruna re ragihand.

Ew dibînin ku her êrîşekê piştrast dike ku pêngava "zortirîn fişar" a Amerîkayê stratîjîyeke rast e di bersivkirina reftarên têkder ên rejîma Îranî de, û ew hemû rewatîya pêwîst bo ku civaka navdeweltî li dijî Îranê bi helwest bike dide Amerîkayê.

"Her yek ji van êrîşan karekî terorîstî ye, ku ew dibin sedemek ku Amerîka fişara xwe zêde bike," şirovekarekî ku berê di hêzên deryayî yên Îranî de cih digirt ji Diyaruna re ragihand.

Ev êrîş helwesta Amerîkayê bi hêz dikin, û teqez dikin ku Îran gefeke mezin e ji ewlehî û seqamgîrîya Rojhilata Navîn re.

Li Îraqê, raya giştî û çîna siyasî êdî li dijî Îranê ne. Serokwezîr Mustefa Kazimî hewl dide çaksazîyên ku dêçalakîyên milîsên ser bi Îranê ve, di nav de Ketaib Hizbulah, sînordar bikin pêk bîne.

"Raya giştî li Îraqê êdî li dijî Îranê ye, û rewşa siyasî jî bi heman şêweyê ye," şirovekarê di warê deryavanîyê de xebitîya, ku xwest navê wî neyê eşkerekirin, wiha got.

Wî bal kişand ser xwenîşandanên li Îraqî yên ku çalakîyên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) şermezar dikin.

Di dawîya Tebaxê de, Kazimî xebateke bo destdanîna li ser çekên neyasayî yên di destê milîsên girêdayî Îranê de li Bexdayê û Besrayê dest pê kir. Herwiha di Tebaxê de,çekdarinan du çalakger kuştin, ku vê yekê hişt ku xwenîşandanên nerazîbûnê li Besrayê û çend bajarên din li Îraqê dest pê bikin. Hinek xwenîşanderan agir bi avahîyên komên girêdayî Pasdaran xist.

Di meha Kanûna Yekem de, xwenîşander li kolanan belav bûn li Îraqê, û doza çaksazîyên berfireh yên hikûmî û danîna dawîyekê ji hejmûna komên ser bi Pasdaran ve li Îraqê kir. Milîsên ku Îran piştevanîya wan dikeev xwenîşandan tepeser û serkut kirin.

Îran 2.8% ji dahata xwe ya salane li ser cengên li herêmê xerc dike

Hevdem, gelê Îranî, ku bi piranî di rewşeke aborî ya herî xerab de dijî, ji destêwerdanên Komara Îslamî ya di herêmê de bi hêrs e.

"Weke Îranîyekî, ez li saman û dahatên ku Komara Îslamî li ser cengên xwe yên li herêmê xerc dike dinerim, ez bawer dikim ku baştir e ew pere li ser baştirkirina rewşa xelkê herî hejar li Îranê werin xerckirin," rojnamegerê Îranî yê li Amerîkayê dijî Şahîn Muhemedî ji Diyaruna re ragihand.

Mîdyaya biyanî dîyar kir ku Pasdaran di navbera 10 milyar dolar û 30 milyar dolar salane li ser cengên xwe yên li herêmê xerc dike.

"Rastîyeke pir tehl e ku Îran herî kêm 2.8% ji dahata xwe ya salane li ser cengên xwe yên li herêmê xerc bike, bi armanca lawazkirina hejmûna Amerîkayê," Muhemedî ragihand. "Hevdem, ku li Îran, hişkesalî heye, zarokên bêbeş ji ava pak, perwerde û guhlêdana tendirustî hene."

Eger em berhev bikin, budceya sektorê perwerdeyê ya sala 2020-2021 li Îranê 1.3 milyar dolar bû, û budceya sektorê tendirustîyê 2 milyar dolar bû, li gorî raportên rojnamevanî yên alavên ragihandinê yên Îranî li dor budceya salane.

Muhemedî daxuyand ku di du salên borî de çi di mîdyaya civakî de û çi di xwenîşandanên cemawerî de, Îranîyan ji rejîmê xwest ku piştgirîya milîsên li herêmê rawestîne, di nav de Ketaib Hizbulah.

Wî teqez kir ku piranîya Îranîyan dixwazin ku rejîma wangiranîyê bide pirs û babetên navxweyî, û da zanîn ku hindikahîyeke pir biçûk piştgirîyê dide misyona Komara Îslamî ya ku hejmûnekê li herêmê peyda bike.

"Piranîya Îranîyan dibînin ku piştgirîya Îranê ji van koman ji ber vê yekê ye: ew hewleke Komara Îslamî ye ku ewlehîyê li herêmê lawaz bike," Muhemedî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500