Nûçeyên Iraqê
Analîz

Smaîl Qaanî xelefekî dilsoz ji mîrata Sulêmanî ya wêranker re ye

Faris Omran

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Smaîl Qaanî silavê li Serkirdeyê Bilind ê Îranê Elî Xameneî dike. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Smaîl Qaanî silavê li Serkirdeyê Bilind ê Îranê Elî Xameneî dike. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Smaîl Qaanî, fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), gelekî di nav Îranîyan bi xwe de nedihat naskirin.

Berevajî Qasim Sulêmanî, fermandarê berê yê hêzê yê di êrîşeke Amerîkî de Îna bûrî (3yê Kanûna Duyem) li Bexdayê hat kuştin, xuyabûna Qaanî li ser medyayê kêm bû û tê gotin ku ne weke yê berî xwe balkêş e.

Tevî wê yekê, tê pêşbînkirin ku Qaanî rêbaza wî bibe serî, bêhtir ku guhertinekê çêbike, di warê planên berfirehxwazî de li herêmê.

Qaanî, xelefê fermandarê berê yê Feyleqê Qudis, ji alîyê serkirdeyê bilond Ayetulah Elî Xameneî ve hat binavkirin yekser piştî kuştina Sulêmanî.

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Smaîl Qaanî. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Smaîl Qaanî. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Smaîl Qaanî (yê duyem li alîyê rastê) di şerê Îraq û Îranê de ligel Serkirdeyê Bilind ê Îranê Elî Xameneî (yê sêyem li alîyê rastê). [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Fermandarê nû yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Smaîl Qaanî (yê duyem li alîyê rastê) di şerê Îraq û Îranê de ligel Serkirdeyê Bilind ê Îranê Elî Xameneî (yê sêyem li alîyê rastê). [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Tayînkirina Qaanî, Xameneî got "ferman weke berê dimînin" ji bo Feyleqê Qudis, ya bi awayekî taybet berpirs e derbarê operesyonên derve yên Pasdaran -- û bi vî awayî hêz lîstivanekî sereke ye li Îran, Lubnan, Sûrîya û Yemenê.

Qaanî li bajarê Meşhedê yê Îranî jidayîk bûye, ew aniha şêst salî ye, ji piçûkatîya xwe tê naskirin ku ew dilsoz e û berevanîya şoreşa Îranî dike ya ku rejîma Şah di sala 1979an de têk bir.

Ji destpêka şerê Îraq û Îranê di sala 1980 de, gelek erkên serbazî spartine wî, dest pê kir bi fermandarîya firqeya 21ê ya Îmam Riza ya Pasdaran û di pişt re Firqeya 5 mîn ya Nesr.

Şerê Îraq û Îranê pisporîya serbazî ya berfireh da Qaanî, lê ne weke Sulêmanî yê berî wî, ew weke wî li ser medyayê xuya nedikir û bandora wî ya balkêş nebû, rojnamevan Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herewiha ew tora komleks ya têkilîyan di hundir û li derveyî Îranê ligel wî nîne weke ya ligel Sulêmanî, tevî ku ew bi awayekî berfireh di nav fermandarîya rejîmê de tê naskirin û desthilatdar e, heta eger ew ne gelekî berçav be.

Ji çaxê bidawîbûna şer, erkên Qaanî giranîdane birêvebirina çalakîyên Îranê li Afxanistan, Pakistan û Asyaya Navîn di rêya Fermandarîya feyleqê 4ê yê Ensarê.

Di heman demê de, Sulêmanî giranî dida ku wekîlên Îranê li Rojhilata Navîn bi hêz bike, bi taybet li Lubnan û Sûrîyayê, li gorî Sincarî.

Qaanî demeke kurt Cîgirê Serokê Hewalgirîya Pasdaran bû berî Sulêmanî wî weke cîgirê fermandarê Feyleqê Qudis tayîn bike yekser berî şerê Tîrmeka 2006an li Lubnanê di navbera Hizbullah û hêzên Îsraiîlî de.

Rola Qaanî di şerên herêmî de

Qaanî roleke sereke di gurkirina şer û kirîzên li Rojhilata Navîn gerand.

Ji destpêka şerê Sûrî di sala 2011an de, wî alîkarî bi Beşar Esed re kir, hevalbenda Îran a stratejî, ku bi desthilatdarîyê ve asê bimîne di rêya rola wî di çêkirina Lîwayê Fatimiyon di 2014an de.

Lîwayê Fatimiyûn milîseke ku Pasdaran piştgirîya wê dike û ji çekdarên Afxanî pêk tê, yên ku di şer de pişta hêzên Esed girtin.

Sincarî got ku yê ku ji hevrêyên xwe re weke Hac Smaîl tê naskirin, Qaanî yek ji fermandarên Îranî yên herî tund e û berevanê herî hişk e ji şoreşa Îranî re.

Di serhildana xwendekaran de di sala 1999an de li Tehranê, Qaanî yek ji her 24 fermandarên ku name ji serok Muhemed Xatemî re nivîsand. Nameyê daxuyand ku eger Xatemî raperîna xwendekaran neçewisîne, artêş dê biçewisîne û wan gef xwar ku ew dê inqilabê li dijî wî çêkin.

Tayînkirina wî weke fermandarekî ji Feyleqê Qudis re yekser piştî mirina Sulêmanî "nîşaneke arezûya rejîma Îranî ya ku siyaseta xwe ya dijminatî berdewam bike ye û nîşaneke ku ew naxwaze reftarên xwe biguhere".

"Li şûn wê, ew [rejîm] dixwaze destwerdana xwe di kar û barên welatên din de zêde bike û piştgirîya xwe ji milîsên terorîst re berdewam bike," Sincarî anî ziman.

Wî got ku Qaanî, yê ku gelekî bi Erebî nizane, "dê tiştê jê were bike da ku rêya ê berî xwe berdewam bike û dilsozîya xwe ya tam ji rejîma Îranî û projeyên wê re isbat bike".

Elî Elfone, lêkolînerekî mezin e di Enistitua Dewletên Kendava Erebî de li Waşintonê, ji AFP re got ku gengaz e "ku dê bêhtir berdewamî hebe di reftarên Feyleqê Qudis de li şûna guhertinê" li jêr fermandarîya Qaanî.

Lê wî anî ziman: "Zehmet e em pêşbîn bikin, ku Qaanî yê bîrûkrat, teqlîda fermandarîya bikarêzma a berî xwe bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500