Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî gefên Îranî yên topbarankirina hêzên Amerîkî li Îraqê şermezar dikin

Faris Omran

Ev wêneya ku vedigere dîroka 20ê Hezîrana 2018an tabloyeke propagandabar a milîsa Ketaib Hizbulaha Îraqî, ya ku Îran piştevanîya wê dike, li Bexdayê nîşan dide. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Ev wêneya ku vedigere dîroka 20ê Hezîrana 2018an tabloyeke propagandabar a milîsa Ketaib Hizbulaha Îraqî, ya ku Îran piştevanîya wê dike, li Bexdayê nîşan dide. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Gefên Îranî ku Îraqê bike qadeke şer bû cihê nerazîbûna welatî û parlemantarên Îraqî, yên ku ji Diyaruna re dibêjin kuew dixwazin ku Îran destêwerdana xwe di karûbarên Îraqî de rawestîne.

Di hevpeyvînekê de roja 26ê Îlonê, balyozê Îranê li Îraqê, Îrac Mescidî, efserê berê yê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), yê ku aniha şêwirmendê serokê Hêza Qudis Qasim Sulêmanî ye, gef li Amerîka kir.

Eger Amerîka êrîşî Îranê bike, wî di hevpeyvînekê de bi kenala Dicla TV ya Îraqî re got, Îran dê hêzên Amerîkî li her deverê armanc bike, di nav de Îraq.

Wî herwiha got ku bersivdana Îranî ji her êrîşeke wiha re dê ji hêla "alîyên ku ji Îranê hez dikin ve be jî", yên mîna milîsên Îraqî yên ku Îran piştevanîya wan dike û li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî şer dikin, Hizbulah û Hûsîyan.

Şervanên milîsa Ketaib Îmam Elî ya Îraqî ya ku Îran piştevanîya wê dike di meşeke serbazî de cih digirin di 8ê Tebaxa 2015an de li Necefê. [Heyder Hemdanî/AFP] 

Şervanên milîsa Ketaib Îmam Elî ya Îraqî ya ku Îran piştevanîya wê dike di meşeke serbazî de cih digirin di 8ê Tebaxa 2015an de li Necefê. [Heyder Hemdanî/AFP] 

Bersiva Îraqî li hember gefa Îranî zû hat.

"Xaka Îraqê xeta sor e," peyvdarê wezareta Berevanîya Îraqê, lîwa Tehsîn Xefacî, teqez kir ku Îraq "dê rê nede ku berjewendîyên Amerîkayê li ser xaka Îraqê werin armanckirin".

Wî got ku herwiha Îraq "dê ne qadek be bo dijminkarîyê li dijî welatên cîran".

Roja 3yê Cotmehê, Wezareta Derve ya Îraqî bang li balyozê Îranê kir û bertekname dawî têkildarî gefa wî ya li dijî hêzên Amerîkî yên li jêr desthilatdarîya Îraqê di çarçoveya Hevpeymanîya navdewletî de dixebitin.

Ev hêz rahînan û şêwirdarî ji leşkerên Îraqê re di şerê li dar li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de dabîn dikin.

Îran gefa têkbirina seqamgîrîya Îraqê dike

Cîgirê berê yê Wezîrê Derve yê Îraqê Ebdul Kerîm Haşim Mustefa got ku divê Îraq weke "korîdorekê yan bingehekê bo pêkanîna operasyonan li dijî welatên cîran û hevalbendên Îraqê li herêmê û li seranserê cîhanê neyê bikaranîn".

Parlemantarê Îraqî Taha Lehîbî got ku ew "bi yekcarî" daxuyanîyên Mescidî qebûl nake, û da zanîn ku hevdem ligel van lêdwan û daxuyanîyan, Îran gefên xwe yêntêkbirina seqamgîrîya Îraqê didomîne.

Rejîma Îranî dîsan teqez dike ku "ew guh nade rêbazên dîplomasî û pîvanên navdewletî yên ku rêzê li serwerîya welatan digrin", Lehîbî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di şûn de ew berdewam e di destêwerdanê di karûbarên navxweyî de û da zanîn ku rejîma Îranî "pêdagîr e ku Îraqîyan biêşîne û jîyana wan bixe xeterîyê de bi rêya binpêkirina serwerîya welatê wan".

Wî got ku Komara Îslamî hewl dide ku Îraqê "bixe qadek bo armanckirina welatên herêmî û berjewendîyên wan".

Milîs weke berikan tên bikaranîn

Lehîbî got ku piştgirîya Pasdaran ji milîsên Îraqî re alozîyan li Îraqê gur dike û herêmê dixe nava "şer, tundî û nakokîyên tayifgerî de".

"Divê sîxur û peyayên Îranê li Îraqê bizanibin ku ew xizmeta rejîmekê dikin ku ew xelkê Îraqê dikuje û ew weke ardûyekî bo şewitandina welat û herêmê tên bikaranîn," wî got.

"Divê berevanîkirina wan ji vê rejîmê û berjewendîyên wê re raweste," wî teqez kir.

Li gorî şirovekarê Îraqî Ala Naşo, daxuyanîyên Mescidî "teqez dikin ku Îran Îraqê weke welatekî serbixwe ku xwedanê biryarên xwe ye nabîne".

Wî ji Diyaruna re ragihand ku rejîma Îranî bi salan kar dike bo vîn û serwerîya Îraqê nehêle, û bo dest deyne ser biryara wê.

Naşo got ku gefên li dijî hêzên Amerîkî, berjewendî û misyonên navdewletî li Îraqê û welatên cîran ji hêla Pasdaran û alîgirên wê ve beşekin ji polîtîkaya Îranê ya "peydakirina kaosê û tevlîhevîyê".

Wî daxuyand ku ev yek di xizmeta armanca rejîma Îranê ya kêmkirina fişara aborî li ser Îranê de ye.

Îraqî destêwerdana Îranî red dikin

Naşo balikşand ser xebatên Îranî yên bo lawazkirina Îraqê û ziyangihandin bi sazîyên wê, bi taybetî yên ewlehî û serbazî, û bihêzkirina milîsên xwe û handana wan ku li dijî ferman û biryarên hikûmetê derkevin.

"Hertim Îraqîyan redkirin û bêzarîya xwe ji çalakîyên Îranê û xebatên wê yên bo têkbirina seqamgîrîya welatê wan û peydakirina şer, nakokî û tevlîhevîyê derbirîn kiriye," wî got.

Şirovekarê siyasî Adil Eşrem bin Emar, serokê Sendîkeya Şimerî ya Rewşenbîrên Êlan, her binpêkirinek ji serwerîya Îraqê re şermezar kir, û wî redkirina xwe ji gefên Îranî yên herî dawî re anî ziman.

"Ev serpêhatîyeke xeternak e li ser asta têkilîyên dîplomasî," wî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku ew "nîşaneke eşkere ya hewlên Îranê yên wêrankirina Îraqê û destdanîna li ser wê ye".

"Xwenîşandanên dawî yên li Îraqê nerazîbûna cemawerî ji destêwerdana Îranê û milîsên wê yên ku ziyanê dighînin ewlehîya Îraqê, samanên welat didizin û kaos û wêranîyê li seranserê welat belav dikin raber dikin," wî got.

Şênîyekî Bexdayê yê ku xwe bi navê Ebû Elî da nasîn ji Diyaruna re got ku ew piştgirê xebatên hikûmeta xwe yên berevanîkirin li serwerîya Îraqê û nehiştina destêwerdana di karûbarên wê de ye.

"Em gefên Îranî qebûl nakin û em destekê didin her kiryareke hikûmetê di vê çarçoveyê de" wî got.

Wî daxuyand ku gelê Îraqê "ji destêwerdana Îranî bêzar bûne û naxwazin ku ew tevlî şerên bi wekalet bibin, şerên ku qelenê wê xwîna Îraqîyan e, û ziyanê dighînin aborî û siberoja Îraqê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500