Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD endam û şanên DAIŞê di êrîşinan de li Dêra Zorê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev girtîyeke ku ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk li Dêra Zorê hatiye girtin ku hinek çek û belgeyên pê re hatine girtin, ku têkilîya wî ya bi DAIŞê re piştras dikin. [Wêne ji Navenda Ragihandinê ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Ev girtîyeke ku ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk li Dêra Zorê hatiye girtin ku hinek çek û belgeyên pê re hatine girtin, ku têkilîya wî ya bi DAIŞê re piştras dikin. [Wêne ji Navenda Ragihandinê ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Di rojên dawî de Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) li ser erdê û bi piştevanîya asmanî ya hevpeymanîya navdewletî gelek operasyon li dijî endam û şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anîn.

Efserê QSD Ferhad Xoca ragihand ku di êrîşan de, hêzên ewlekarîyê 30 tundrew, di nav de yên êrîş pêk anîne û plana hineka din dikirin, girtin.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku operasyonên parêzî li Zîban li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, Sûr li gundewarê bakurî û li bajarokên Dişêşayê û Medînayê yên li başûrê Hesekê hatine pêkanîn.

Xoca daxuyand ku çek, cebilxane û madeyên teqîner bi wan re hatin girtin, ligel belgeyine cihêreng.

Endamine Hêzên Sûrîya Demokratîk êrîşekê li Dêra Zorê pêk tînin da li endamên DAIŞê bigerin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamine Hêzên Sûrîya Demokratîk êrîşekê li Dêra Zorê pêk tînin da li endamên DAIŞê bigerin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku "van belgeyan hebûna tilîya wan di kuştinên plankirî, çandina bombeyên bidestçêkirî û plankirina êrîşên nû de piştrast kir".

Xoca dîyar kir ku ji çaxê DAIŞ ji erdê ku kontrol dikir hat qewitandin, endamên DAIŞê û şanên wê yên razayî hewl dane alozîyê di navbera sivîlan de û di navbera niştecihên herêmî û QSD de gur bikin.

"Lê sivîlên li herêmê vê stratejîyê baş nas dikin," wî got, "û amade ne agahîyên derbarê çi tiştekî gumanbar ji QSD re rabigihînin".

Xoca got ku agahîyên ku wan dabîn kirin hiştin hêzên ewlekarîyê van operasyonên vê dawîyê pêk bînin.

Wî anî ziman ku êrîşeke din jî berî çend rojan li devera Sûsê li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê pêk hat ku di encamê de hejmareke tundrewên Sûrî û Îraqî hat girtin.

QSD aniha rêbendên pişkinînê ava dike daku çi gefeke ewlehî destnîşan bike û ji nasnameyan piştrast bibe, ligel dana girîngîyeke mezin bi motoran.

Xoce dîyar kir ku ev otombîl bûne navgîna veguhestinê ya herî sereke bo endamên DAIŞê li herêmên Hesekê û Dêra Zorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500