Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Motorên endamên DAIŞê bi hûrayî di pêngava QSD tên çavdêrîkirin

Weldî Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine QSD nasnameyên xwedîyên motoran li xaleke pêşkinînê li parêzgeha Dêra Zorê temaşe dikin. [Wêne ji Eye Of Euphrates hatiye wergirtin]

Endamine QSD nasnameyên xwedîyên motoran li xaleke pêşkinînê li parêzgeha Dêra Zorê temaşe dikin. [Wêne ji Eye Of Euphrates hatiye wergirtin]

Xwedîyên motoran li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî rastî çavdêrîyeke zêde tên hevdem ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) tedbîrên dijwartir bi cih tîne daku çavdêrîya van navgînan bike û tevgera wan kontrol bike, çalakgerekî xwecihî got.

QSD tedbîrln ewlehî yên nû bi cih tîne piştî wê teqez kir ku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) û şanên razayî sûdê ji belavbûna bikaranîna motoran bo tevgerê werdigirin.

Endamên DAIŞê motoran bi kar tînin daku terorkirinan bicih bînin, teqemenîyên bidestçêkirî biçînin û ewlehîya parêzgeha rojhilatî lawaz bikin, çalakgerê civakî û yê mîdyayê Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Motok bi berfirehî li deverê tên bikaranîn, ji ber mirov dikare wan arzan bikire û bi kar bîne û gelek benzînê jî xerc nakin, ku nirxê benzînê vê dawîyê pir bilind bûye, Salih got.

Xwedîyê motorekî di xaleke pêşkinînê ya QSD re li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê derbas dibe. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Xwedîyê motorekî di xaleke pêşkinînê ya QSD re li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê derbas dibe. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Wî got ku endamên DAIŞê sûdê ji vê rewşê û kêmbûna ewlehîyê bi giştî werdigirin bo bê ku werine kifşkirin tevbigerin û tawanan bi cih bînin, û destnîşan kir ku QSD li hember vê yekê tevgera motoran organîz dike.

Salih got ku weke beşekî ji pêngavê, QSD ji xwedîyên motoran xwest ku navgînên xwe li ba desthilatdarîyê tomar bikin, bo destnîşankirina motorên netomarkirî hêsantir bibe.

Wî got ku herwiha QSD qedexekirina çûnûhatinê li ser motoran li hin bajarok û gundan rojane ji 6ê êvarê heta 6ê sibeha roja din sepandiye.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê qedexekirina çûnûhatinê hêdî hêdî bi cih tînin, herî dawî li bajarokê Baxozê, û ew qedexekirina çûnûhatinê û tedbîrine din ên ewlehî bi tundî disepînin.

Salih got ku wan bi dehan xalên pêşkinînê li ser rêyan çêkirine daku çavdêrîya tevgera motoran bikin û ew hemû motorên ku xwedîyên wan nikarîbûn wan tomar bikin desteser dikin.

Wî got ku vê dawîyê mêjereke mezin ji motoran hatine dizîn û biryar hat dan ku endamêm DAIŞê wan didizin daku wan di pêkanîna terorkirinan û tawanên xwe de bi kar bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500