Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD êrîşî DAIŞê li Dêra Zorê li Sûrîyayê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev endamekî DAIŞê ye ku li nêzî zevîyên Konoko li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê hatiye girtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Navenda Mîdyayî ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Ev endamekî DAIŞê ye ku li nêzî zevîyên Konoko li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê hatiye girtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Navenda Mîdyayî ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), bi piştevanîya hêza asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî, êrîşan li dijî asêgehên "Dewleta Îslamî" (ISIS) li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê pêk tînin.

Di êrîşekê de li ser taxa Qetf li Şuhêlê, bi piştevanîya helîkopterên hevpeymanîyê, QSD sê çekdar di dawîya Cotmehê de girtin, efserê QSD Ferhad Xoca eşkere kir.

Wî ji Diyaruna re teqez kir ku her sê kes ji Şuhêl bûn, û da zanîn ku QSD dest danîye li ser qasên mezin ên çekan, cebilxaneyê, û matryalên propagandayê yên DAIŞê yên ku bi wan re hatin girtin.

Wî da zanîn ku lêpirsînên seretayî dîyar kirine ku wan her sê kesan hejmarek ji şanên razayî li deverê bi rê ve dibir ku ew berpirsyar in ji pêkanîna êrîşan û terorkirina şervanên QSD û sivîlan.

Xoca got ku du çekdarên din di êrîşeke din de li Şuhêl hatine girtin.

Hêzên ewlekarîyê herwiha endamekî din ê DAIŞê li nêzî zevîyên xazê yê Konoko li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê girtin, teqez kirin ku wî çek ji şanên razayî re dabîn dikirin û serperiştîya êrîşên terorî dikir.

Wan herwiha girt ser xanîyekî li gundê Sebhayê li navçeya Besîrayê û çar kes girtin, ku yek ji wan weke mamoste bi DAIŞê re kar kiribû.

Endamên DAIŞê mînan û bombeyan li gelek deveran li gundewarên parêzgehên Dêra Zorê û Hesekê diçênin, mîdyavan û çalakger Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku tîmên rakirina mînan ên QSD xebatên xwe yên naskirina cihên teqemenîyan û pûçkirina wan xurt kirine, teqemenîyên ku ji bo ziyangihandin bi sivîlan û endamên QSD hatine çandin.

Tundkirina rêkarên li dijî DAIŞê

Hemû yekîneyên QSD lêgerînên li endamên DAIŞê berfireh kirine û rêkarine nû dane pêş, di nav de girtina hemû rêyên ew bi kar tînin, Ednan Azadî ji hêzên Asayîşê (hêzên ewlekarîya navxweyî ya Kurd) ragihand.

Wanbikaranîna motoran li bajarê Dêra Zorê û li beşê rojhilatî yê parêzgehê qedexe kir, wî ji Diyaruna re ragihand, ji ber ku tundrew wan pir di çûnûhatinê bi kar tînin.

Wî got ku QSD berdewam e di tundkirina rêkarên ewlehî de li hemû navçeyên Dêra Zorê û Hesekê.

Wî got ku ew ne bi tenê li endamên DAIŞê û çekan digerin, lê belê rê nadin belavkirina propagandaya DAIŞê, a ku tiştên mîna şûrên ku sloganên DAIŞê li ser wan hatine neqişandin dihundirîne.

Azadî got ku hinek ji wan tiştan li kampeke ku malbatên DAIŞê li bajarê Dêrikê dihewîne hatin dîtin, û dest li ser wan hat danîn da ku nekevine nav destên zarokan.

Wî got ku ev tişt nîşan didin ku DAIŞ di hewlên "jehrkirina hişên zarokan de berdewam e" bi rêya belavkirina îdyolojîya xwe.

Wî da zanîn ku di lêpirsînan de, hêzên ewlekarîyê zanîn ku hinek jin li kampê, ku tê gotin ew jinên endamên DAIŞê ne, ev şûr bi xwe re anîne û sloganên alîgir ji DAIŞê re li ser wan neqişandine.

Azadî daxuyad ku rêkarên cezabar li dijî wan jinan û bazirgan ku wan şûrên plastîk ji wî kirîne pêk anîn, ku wî bazirganî soz dabû van leystikên wiha di pêşerojê de neyêne nav kampê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500