Nûçeyên Iraqê
Enerjî

Qeyrana sotemenîyê li herêmên rejîma Sûrî kambaxtir dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hinek Sûrî bi saetan li ber gazîyên sotemenîyê li herêmên li jêr destê rejîma Sûrî dimînin, ku welat gazinê ji kêmbûneke dijwar a sotemenîyê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsên Sûrî Syrian hatiye wergirtin]

Hinek Sûrî bi saetan li ber gazîyên sotemenîyê li herêmên li jêr destê rejîma Sûrî dimînin, ku welat gazinê ji kêmbûneke dijwar a sotemenîyê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsên Sûrî Syrian hatiye wergirtin]

Kêmbûneke dijwar a sotemenîyê li deverên rejîma Sûrî tê dîtin ku aborîyê pûç dike ligel nerazîbûna gel a zêde ji rejîmê û alîgirên wê Îran û Rûsya, aborînasekî Sûrî wiha got.

Tabûrên otombêlan li ber gazîyên sotemenîyê li hinek deveran dihgihîje bêtir ji kîlomtereyekê û welatî dikarin bi saetan bendewarîyê bikin berî otombêlên xwe tije bikin, aborînas Mehmûd Mustefa ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku rejîm benzînê dide ku xwedanên otombêlên mezin serê her otombêlekê 20 lîtreyî her pênc rojan distînin, belê ajokarên teksîyan jî heman qaseyê her du rojan dibin.

Benzîn bi buhayên di navbera 250 lîreyên Sûrî (53 sentî) û 575 lîreyî serê her lîtrekê tê firotin.

Tabûrine dirêj ên otombîlan rêyên sereke li parêzgehên Sûrî yên di destê rejîmê de digirin ji ber qeyrana benzînê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsên Sûrî Syrian hatiye wergirtin]

Tabûrine dirêj ên otombîlan rêyên sereke li parêzgehên Sûrî yên di destê rejîmê de digirin ji ber qeyrana benzînê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsên Sûrî Syrian hatiye wergirtin]

Mustefa got ku di heman demê de, bazara reş geş dibe, ku benzînê bi bêhtir ji 2,000 lîreyên Sûrî (3.9 dolar) difiroşe.

Wî destnîşan kir ku buhayên xaza xwarinê û mazotê jî bilind bûne, ku bi hatina Zivistanê re pirsgirêkeke tirsnak çêdikin.

Wî daxuyand ku kêmbûna sotemenîyê hişt buhayên veguhestina giştî û buhayên her tiştî bilind bibin ji ber lêçnûna bilind a veguhestinê.

Tevî vê jî, gelek karkerên sektorên veguhestina taybet ji kar qut bûn, ku ev yek dihêle rêjeya bêkarîyê bilind bibe.

Bêhêvîyeke giştî

Mustefa da zanîn ku rojane welatî bo destnîşankirina cihê xwe di tabûrê de pev diçinin, dîyar kir jî ku di şerekî wisa de kesek li Hemayê hat kuştin û gelek jî li parêzgehên din birîndar bûne.

Wî got ku welatî herwiha gazinan dikin ku kesên nêzî rejîmê û endamên milîsên bi ser wê ve piranîya benzîna heyî dibin.

Mustefa dîyar kir ku "bandora kêmbûna benzînê ji kêmbûna hejmara otombêlan li ser rêya xuya ye, lê rejîm hîna rêkarên lezgîn bo çareserkirina qeyranê ranegihandîye".

Wî got ku vê yekê hêrsa gel bilind kir ku gelekan nerazîbûna xwe derbarê destwerdana Rûsya û Îran li karûbarên welêt de anîn zimên "bêyî tu alîkarîyeke rastîn pêşkêşî gelê Sûrîyayê bikin berovajî tiştê ku di ragihandinê de tê gotin".

Wî bi awayekî ziwa destnîşan kir ku "çek û mûşek dikarin bo Sûrîyayê werin veguhestin da piştevanîya rejîmê bikin, lê benzîn nayê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500