Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD qonaxa 2yê ya pêngava têkbirina terorê bi dawî dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Fermandarîya Hêzên Dijî-Teror ên Bakur û Rojhilatê Sûrî endamekî DAIŞê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê girtiye. [Wêne ji navenda medyayî ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamine Fermandarîya Hêzên Dijî-Teror ên Bakur û Rojhilatê Sûrî endamekî DAIŞê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê girtiye. [Wêne ji navenda medyayî ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Qonaxa duyemîn a Pêngava Têkbirina Terorê, ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Înê (17ê Tîrmehê) dest pê kirin û Duşemê hat bidawîkirin, encamine serkeftî bi dest xistin, fermandarekî QSD anî ziman.

Pêngav, ku şopandina paşmahî û şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Dêra Zorê dike armanc, piştîbiserketina qonaxa yekemîn a Pêngava Têkbirina Terorê di Hezîranê de hat.

Di qanoxa yekem de, hêzên ewlekarîyê 56 dever paqij kirin û 110 endamên rêxistinê di sergirtin û maliştina parêzgehên Dêra Zor û Hesekê de girtin.

Di qanoxa duyem de, hêzên ewlekarîyê bi dehan endamên DAIŞê girtin û hejamreke mezin a teqemenî û çekan desteser kir, fermandarê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku qanoxa duyem li gelek deverên rojhilat û bakurê gundewarê Dêra Zorê hat birêxistinkirin, ku sivîlan raportin derbarê hebûna şanên DAIŞê de dabûn.

Xoca destnîşan kir ku ev yek li ser daxwaza niştecih û şêx û rûspîyên herêmê ya lezgîn hat destpêkirin.

Xoca da zanîn ku QSD operasyonên girtin û serdegirtinê bi hevahengîya Fermandarîya Hêzên Dijî-Teror ên Bakur û Rojhilatê Sûrî (HAT) û bi piştevanîya hewalgirî ya hevpeymanîya navdewletî pêk anîn.

Emîrekî DAIŞê hat girtin

Li gorî Xoca, pêngavê bal kişand ser Buseyra û Şihêl li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, ku hêzên ewlekarîyê "emîrekî" DAIŞê yê bi navê Ebul Welîd tê naskirin, girt.

Wî dîyar kir ku şeş endamên DAIŞê jî li gel Ebul Welîd hatin girtin, herwiha bi dehan gumanbar jî, û hêzên ewlekarîyê hejmareke mezin a çek û cebilxaneyan desteser kir.

Xoca got ku xelata mezin girtina neh endamên şaneke razayî ya DAIŞê bû ku gelek kuştinên plankirî pêk anîbûn û bomebeyên bidestçêkirî çandibûn.

Wî daxuyand ku hêzên ewlekarîyê çek û cebilxaneyên bi endamên şanê re dîtin desteser kirin, di nav de mitker, tifingên bi makîne, bomebeyên bidestçêkirî û metiryalên derbasî çêkirina wan dibin.

Xoca got ku bajarokên din ên li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê ku diketin nava operasyonên lêgerînê de Cerzî, Sab, Zirîr û Zibîyan bûn, ku embareke DAIŞê ku 1,000 mûşekên hawin tê de bûn hat dîtin.

Wî anî ziman ku QSD karwanên ewlehî yên xurtkirinê şandin Şihêl, ku hejmareke mezin a rêbendên pişkinînê û navendên ewlehîyê ava kirin û qedexeya derketinê sepandin.

Xoca got ku ev gav nahêle endamên ti şaneke razayî ji herêmê birevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500