Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD tunêline DAIŞê li nêzî sînorê bi Îraqê dibîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şervanekî QSD tunêleke ku di operasyoneke ramaliştinê de ku li nêzî sînorê Îraqî hatiye dîtin pişkinîn dike. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Şervanekî QSD tunêleke ku di operasyoneke ramaliştinê de ku li nêzî sînorê Îraqî hatiye dîtin pişkinîn dike. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) operasyoneke ramaliştinê pêk tînin bo lêgerîna li endam û şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gundewarê Hesekê û gundewarê Dêra Zorê, li nêzî sînorê Sûrîyayê yê bi Îraqê re.

Ligel girtina hejmareke endamên DAIŞê, QSDê gelek tunêl û veşartgeh dîtin ku rêxistin wan bo qaçaxîya çekan û çûnûhatina çekdarên wê di navbera Sûrîya û Îraqê bi kar tîne, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Xoca teqez kir ku pêngava QSD, a bi piştevanîya asmanî ya hevpeymanîya navdewletî, giranîyê dide navçeya Badiya (biyaban) li bakurê-rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê, li nêzî sînor Sûrîya û Îraqê.

Wî dîyar kir ku li Wadî Ecîc, hêzên ewlekarîyê torek ji tunêlan dîtin, ku endamên DAIŞê ew weke cihekî xweveşartinê û weke korîdorekê bo qaçaxîya çekan û çûnûhatina çekdaran di navbera Sûrîya û Îraqê de bi kar tanîn.

Şervanine QSD operasyoneke ramaliştinê pêk tînin û li endamên DAIŞê li biyabana li nêzî sînorê Îraqî digerin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Şervanine QSD operasyoneke ramaliştinê pêk tînin û li endamên DAIŞê li biyabana li nêzî sînorê Îraqî digerin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Naher Media hatiye wergirtin]

Xoca got ku ev tunêl berî pênc salan hatine kolandin, dema ku DAIŞê ev navçe kontrol dikir.

Wî daxuyand ku ev dever xwedan girîngîyeke stratîjî ye ji ber ew li nêzî sînor e, û ji ber kendûkozên sext ên ku dihêlin ku operasyonên ramaliştinê zehmet bin.

Wî got ku DAIŞê sûd ji van rewş û mercan girt, bi dehên veşartgeh û tunêlên ku çekdarên wê karîbûn bo heyameke dirêj li wan xweveşêrin kolandin.

Xoca eşkere kir ku di çarçoveya heman operasyonê de, QSD girt ser gundê Arkan û hawîrdorên bajarokê Sebhayê li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, bi rêya hêzên bejayî û hêzên ku bi helîkopteran beşdar bûn.

Wan hejmarek ji endamên DAIŞê yên ku xwe di nava civîlan de vedişartin girtin.

"Du ji girtîyan, ku ew siwarê motor bûn, endamine DAIŞê yên çalak bûn, ku wan di çarçoveya şaneke razayî de êrîş pêk tanîn," wî eşkere kir, û da zanîn ku yê sê yek endamekî sêyem ê şanê bû, ku wî li navendeke internêtê kar dikiri, karî bireve.

Xoca da zanîn ku yekîneyên QSD yên di operasyonê de beşdar in sê endamên DAIŞê yên ku xwe di çalekê de vedişartin kuştin, û pênc veşartgeh wêran kirin, ku ew bo embarkirina çekan û xwarinê dihat bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500