Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Encumena serbazî ya Reqayê û QSD didin pey şanên DAIŞê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî hêzên Sûrîyaya Demokratîk nobdarîya endamên DAIŞê dike, yên ku di operasyoneke ewlehî de hatin girtin, di Îlona 2019an de. [Ev dîmen ji vîdyoyeke ku ofîsa ragihandina QSD belav kiriye hatiye wergirtin]

Encumena Serbazî ya Reqayê ramaliştineke berfireh li bajarê Reqayê û li deştên li bakur û rojavayê bajêr pêk tîne bo lêgerîn li şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), efserekî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ragihand.

Pêngava ewlehî bi hevkarî ligel QSD û bi piştgirîya wê pêk tê, û beşeke ji planeke bo bidawîkirina hebûna şanên razayî yên DAIŞê li herêmê, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re got.

Xoca got ku armanc ew e rêgirtin li ber pêkanîna paşmahîyên DAIŞê ji êrîşan re li dijî sivîlan û kesên serbazî.

Heta aniha, hejmarek ji gundan hatine pişkinînkirin, û û herwiha cihên şivanan û xwedîyên sewalan.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk çekên ku di ramaliştineke ewlehî de, ku li gundewarê Reqayê di Îlona 2019an de hatiye pêkanîn, nîşan didin. [Ev dîmen ji vîdyoyeke ku ofîsa ragihandina QSD belav kiriye hatiye wergirtin]

Endamên encumena serbazî ya Reqayê di ramaliştineke ewlehî li gundewarê Reqayê di Îlona 2019an de cih digirin. [Ev dîmen ji vîdyoyeke ku ofîsa ragihandina QSD belav kiriye hatiye wergirtin]

Endamên encumena serbazî ya Reqayê di ramaliştineke ewlehî li gundewarê Reqayê di Îlona 2019an de cih digirin. [Ev dîmen ji vîdyoyeke ku ofîsa ragihandina QSD belav kiriye hatiye wergirtin]

Xoca got ku ew bû encama girtina hejmarek ji girtinan, û destdanîn li ser qasek ji tifingên otomatîk, çekên kesane û cebilxane.

Wî got ku beşek ji operasyonê ji paqijkirina hinek deveran ji mînan pêk tê.

Wî dîyar kir ku ev karê xeternak ji alîyê tîmên pispor ên ku destnîşankerên mînan bi wan re ne pêk hatiye, û ew baldarîya xwe didin deverên li nêzî rêyên serekî.

Girtina lîderên DAIŞê

Xoca eşkere kir ku di operasyoneke din de li parêzgeha Dêra Zorê, QSD veşartgeha Ebû Omer Sûrî dît, lîderê DAIŞê yê berpirsyarê şanên razayî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê.

Wî teqez kir ku Sûrî hat kuştin piştî pevçûnekê bi yekîneyên dijî terorê re li gundê Riz li gundewarê Dêra Zorê.

Xoca eşkere kir ku QSD şeş endamên şaneke DAIŞê girtin, dema ku wan êrîş bir ser veşartgeha wan li bajarokê Sûrê li nêzî bajarê Dêra Zorê.

Wî dîyar kir ku qaseke mezin a çekan, cebilxane û teqemenî di destê endamên şanê de bûn, û herwiha belgeh û telîfonên berîkê, ev yek jî teqez dike ku ew bi lîder û şanên DAIŞê re di pêwendîyê de bûn.

Xoca got ku ev operasyonên parêzî dê karînên şanên razayî felc bikin, û tê payîn ku hejmara êrîşên ku li dijî endamên QSD û sivîl tên pêkanîn kêm bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500