Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD qonaxa yekem a operasyona li dijî terorê bi dawî dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du kesên guman heye ku endamên DAIŞê ne li biyabana Dêra Zorê tên girtin di çarçoveya Operasyona Nehiştina Terorîzmê de . [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya North Press Agency hatiye wergirtin]

Du kesên guman heye ku endamên DAIŞê ne li biyabana Dêra Zorê tên girtin di çarçoveya Operasyona Nehiştina Terorîzmê de . [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya North Press Agency hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi dehên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin di qonaxa yekem a operasyoneke li dijî terorîzmê li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, berpirsekî QSD Pêncşemê (11ê Hezîranê) ragihand.

QSD Çarşemê bidawîbûna qonaxa yekem a Opersyona Nehiştina Terorîzmê bi awayekî serkeftî ragihand, operasyona ramaliştinê ya bibi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî, ku li hinek deverên Dêra Zorê û Hesekê hatibû lidarxistin.

Di operasyonê de, QSD da ser pişta endam û şanên razayî yên DAIŞê li du parêzgehan li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, bêyî hebûn tu xesaran, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bi hezaran endamên QSD û hêzên ewlekarîyê di operasyona ramaliştinê de cih girtin, û bi dehên gund û bajarokan li her du parêzgehan paqij kirin.

Karwaneke serbazî ya QSD û hêzên komando di operasyoneke ramaliştinê de li biyabana Dêra Zorê bo lêgerîn li şanên razyî yên DAIŞê cih digirin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya North Press Agency hatiye wergirtin]

Karwaneke serbazî ya QSD û hêzên komando di operasyoneke ramaliştinê de li biyabana Dêra Zorê bo lêgerîn li şanên razyî yên DAIŞê cih digirin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya North Press Agency hatiye wergirtin]

Xoca da zanîn ku hêzên komando 56 cihên girêdayî rêxistina tundrew paqij kirin û 10 endamên Sûrî û Îraqî yên DAIŞê kuştin.

Wî dîyar kir ku hemû girtî bo navendên lêpirsînê û girtîgehan hatine veguhestin, di nav de endamên şaneke DAIŞê yên ku li nêzî sînorê Sûrîyayê yê bi Îraqî ve hatibûn girtin.

Operasyona ramaliştinê 150 gund û bajarok dane ber xwe.

Xoca got ku operasyona ramaliştinê ya ku hêzên QSD pêk anîn 150 gund dane ber xwe, lê êrîşên pir xeternak ji hêla hêzên taybet û yên komando ve hatin pêkanîn.

Wî daxuyand ku hemû xebat bi hevahengî, û bi piştgirîyeke tam bi Hevpeymanîya Navdewletî re hatin pêk anîn, ku wê sergirtina cewî dabîn kir û piştgirîya lojistî û hewalgirî misoger kir.

Wî got ku devera ku Operasyona Nehiştina Terorîzmê lê pêk hat devereke biyabanî ye, ku bi dehên tunlên û xendeqan ji hêla endamên DAIŞê ve li wir hatibûn kolandin.

Wî dîyar kir vê yekê hişt ku operasyon hêdî hêdî bi pêş ve biçe, bi taybetî li devera biyabanî ya li tenîşt çemê Xabûrê û sînorê Îraqî.

Xoca eşkere kir ku hêzên ewlekarîyê toreke mezin a tunêlan di operasyonê de dîtin, hinek ji wan ferehîya wan têra tevgera otombîlan di wan de dike.

Wî da zanîn ku wan dest danî li ser çek, cebilxane û matryalên di sazkirina bombeyên bidestçêkirî de tên bikaranîn.

Wî dîyar kir ku QSD bi hevahengî û hevkarî ligel hêzên Îraqî yên li nêzî sînor bicihbûyî ne kar dikin, bo girtina endamên DAIŞê yên hewl didin ku birevin Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500