Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD bi hevkarî bi hevpeymanîyê re bakur û rojavayê Sûrîyayê ewle dike di qonaxa piştî DAIŞê de

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên DAIŞê di operasyonên hevbeş ên ji alîyê hevpeymanîyê û hêzên QSD ve hatin girtin li bakur û rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê di operasyonên hevbeş ên ji alîyê hevpeymanîyê û hêzên QSD ve hatin girtin li bakur û rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hevkarîya di navbera Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û hevpeymanîya navdewletî de hêmanekî bingehîn bû di parastîna ewlehîyê de li bakur û rojavayê Sûryayê piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), rayedarên QSD ji Diyaruna re ragihandin.

Hêza Taybet a Erkdar a Hevbeş a Operasyona Yekalîkirina Bingehîn(SOJTF-OIR), operasyonên taybet ên hevpeymanîya navdewletî yên bi pêşengîya Amerîkayê, alîkarîyê bi QSD re dike daku bermahîyên DAIŞê û şanên wê yên razayî têk bikin.

Di 17ê Gulanê de, QSD bi piştgirîya hevpeymanîya bi birêveberîya Amerîkayê operasyon li dijî DAIŞê bi cih anîn li rojhilatê Dêra Zorê di rojan pey hev re.

Operasyon bû encama "girtina gelek endamên şanê û serkirdeyên wê" û herwiha desteserkirina pêdivîyên serbazî û çekan, navenda hevahengîyê û operasyonên serbazî ya QSD di daxuyanîyekê de ragihand.

Peyvdarê Operasyona Yekalîkirina Bingehîn eqîd Myles Caggins di gerekê de li Sûrîyayê ye bi Fermandarên QSD re. [Wêne ji peyvdarê QSD Mustefa Balî hatiye wergirtin]

Peyvdarê Operasyona Yekalîkirina Bingehîn eqîd Myles Caggins di gerekê de li Sûrîyayê ye bi Fermandarên QSD re. [Wêne ji peyvdarê QSD Mustefa Balî hatiye wergirtin]

Pagereke hevbeş ji alîyê hêzên hevpeymanîya navdewletî û QSD ve li bakurê Sûrîyayê bo bidin dûv bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji peyvdarê QSD Mustefa Balî hatiye wergirtin]

Pagereke hevbeş ji alîyê hêzên hevpeymanîya navdewletî û QSD ve li bakurê Sûrîyayê bo bidin dûv bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji peyvdarê QSD Mustefa Balî hatiye wergirtin]

Piştî heftîyekê, Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî civînek ligel lîwayê Amerîkî Erîc Hill li dar xist, yê ku fermandarîya SOJTF-OIR dike, bo nîqaşkirina rewşa şerê li dijî DAIŞê.

Herduwan "operasyonên hevbeş ên zêde li dijî hewldanên DAIŞê yên têkçûyî giftûgo kirin bê çawa wê terorîzm di meha Remezanê de û di dema petaya COVID-19 bi kar tanîn daku carek din xwe bi awayekî çewt ava bike", SOJTF-OIR di daxuyanîyekê de got.

Ligel operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê, herdu fermandaran stratejîyek giftûgo kir "bo girtina mirovî ya 10,000 girtîyên DAIŞê di sazîyên QSDê de li seranserî bakur û rojavayê Sûrîyayê û çawa piştgirîyê bi dest bixin bo vê pirsgirîka navdewletî çareser bikin li ser asteke demdirêj".

Hevpeymanîyê dora bi 1.2 milyon $ pêdivî dabîn kirin di Gulanê de da nehêlin ku vayrûsa koronayê ya nû ya gengaz di hundirê sazîyan de belav bibe, herwiha amûrên şerkirina qerebalixê bo pasvanên zindanê.

Hevkarîyeke stratejî

Hevkarîya Stratejîk di navbera QSD û hêzên hevpeymanîyê de bingeha hevkarîyê di pêşerojê de danî, peyvdarê QSD Kîno Gebrîêl got.

"Di van her pênc salên dawî de me karîbû em bi awayekî tam rêxistina DAIŞê ya terorîst li bakur û rojhilatê Sûrîyayê tine bikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em berdewam dikin em didine dûv bermahîyên DAIŞê, piştî me bi dehan şanên wan ji hev xistin û bi dehan teorîst me kuştin an girtin," wî got.

Gebrîêl got ku divê ev hevkarî berdewam bike daku bi awayekî tam ewlehî û aramîyê li bakur û rojhulatê Sûrîyayê misoger bikin, ji ber bi rastî wê ji berê ve alîkarî kir di belavkirina aramîyê li deverên rizgarkirî mîna Minbic, Girê Spî, Kobanî û Tebgayê de.

Wî got ku herwiha rewş li deverên rizgarkirî ji DAIŞê li Dêra Zorê hêdî hêdî aramtir dibe.

Gebrîêl got ku hevkarîya bi hevpeymanîyê re ne tenê di warê hevahengîya serbazî de ye, herwekî ku herdu alî kar dikin daku "jîngeheke guncan bo vegra niştecihan bo malên xwe amade bikin û jîyaneke baştir ji wan re misoger bikin".

Ligel operasyonên serbazî, QSD kar dike daku jîyana normal bo niştecihan li deverên li jêr kontrola xwe vegerîne bi rêya şiyankirina xizmetguzarîyên sereke, çalakgerê ji Hesekê Emer Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku di nav wan xizmetguzarîyan de, av, kehrebe, binesazî û sazîyên xizmetguzarîyan.

Ev yek di rêya piştgirîya ku ji alîyê hevpeymanîyê û encumena xwecihî ve tê kirin, ya ku berî vê alîkarî kir di misogerkirina xizmetguzarîyên sereke de, nûavakirina piran û sazkirina sîstema avaqrêj.

Salih got ku herwiha hevpeymanî rahênankirina pispor bo karmendên bijîşkî re dabîn dike daku karibin hewcedarîyên bijîşkî yên niştecihan pêk bînin.

"Tu hevşêweyî û wekhevî di navbera deverên li jêr kontrola rejîmê [ya Sûrî] û yên li jêr kontrola QSD de tune ye," wî got û da zanîn ku niştecihên li devrên li jêr kontrola rejîmê û milîsên hevalbendên wê di şert û mercine gelekî xerab de dijîn.

Wî got ku şivanan li Dêra Zorê derdê gelek binpêkirinan li ser destên milîsên xwecihî kişand, wî bûyereke vê dawîyê qewim weke minak anî ziamn ku endamên milîsa Lîwayê Qudis a girêdayê Rûsîyayê pez ji şivanan dizîn li Dêra Zorê.

Di 22yê Gulanê de, çekdarên Lîwayê Qudis li Dêra Zorê pevçûneke sexte li deverê çêkirin, li cihê ku şivan lê pezên xwe diçêrînin daku şivanan qayil bikin ku şerek bi endamên DAIŞê re berdewam hebû, vê yekê hişt ku şivan ji deverê birevin û dev ji pezên xwe berdin.

Danîna binegeha aştîyê

Hevpeymanîya navdewletî û QSD "têkilîyeke taybet di nav wan de heye ya ku bandora wê li şerkirina terorîzmê bandorê ne tenê li ser Sûrîyayê dike lêbelê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê jî dike", Sîhanok Dîbo, endamekî baskê siyasî yê QSD di Birêveberîya Xweser a li bakur û rojhilatê Sûrîyayê de, got.

Hewcedarî heye ku ev hevkarîyê berdewam bike ji ber ku bermahîyên DAIŞê hewl didin ku çalakîyên xwe dest pê bikin û çalakîyên teror bi cih bînin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku serkeftina vê hevkarîyê dê bibe encama pêşketinê di pêkanîna biryara NY ya 22454 de û serencamên giftûgoyên aştîyê yên Viyêna û Cinêvê dê baştir bên bicihaîn bo gihiştin bi çareserîyeke siyasî bo şer Sûrîyayê.

Biryara 2254 bang dike bo giftûgoyên bo aştîyê, reşnivîsa bo makzagoneke nû û hilbijartinln bi şerperiştîya NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500