Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev endamê DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê hate girtin û destûrnameyên motorekî û navgînekê pê re ne, ku navê DAIŞê yên devera "Wîlayet Bereke" li ser wan e. [Wêne ji North Press hatiye wergirtin]

Ev endamê DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê hate girtin û destûrnameyên motorekî û navgînekê pê re ne, ku navê DAIŞê yên devera "Wîlayet Bereke" li ser wan e. [Wêne ji North Press hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dest bi operasyonekê kir roja Pêncşemê (4ê Hezîranê) daku bide dûv şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakur û rojhilatê Sûrîyayê.

Pêngava ewlehî, ya ku bi hevahengîyeke tam bi hevpeymanîya navdewletî re hat bicihanîn, weke bersiv ji zêdebûna êrîşên teror ên vê dawîyê yên ku sivîl û hêzên ewlekarî armanc dikin tê, peyvdarê QSD Mustefa Balî got.

Ew hat destpêkirin weke bersiv ji zêdebûna gefê re, wî ji Diyaruna re got, û destnîşan kir ku endamên DAIŞê gef xwarin ku ew dê hejmareke gund û bajarokan li biyabana Dêra zorê dagir bikin.

Wî got ku opersyona ewlehî mezin û girîng e, ûew dê çend rojan berdewam bike heta gefa ku bermayîyên DAIŞê çêdikin were rakirin.

Hêzên Sûryaya Demokratîk çar endamên DAIŞê di destpêka operasyona serbazî ya zexm de girtin li rojhilatê Sûrîyayê, opersyona ku roja Pêncşemê (4ê Hezîranê) dest pê kir. [Wêne ji North Press hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk xwe ji operasyoneke serbazî ya zexm re amade dikin li rojhilatê Sûrîyayê, operasyona ku ligel hevahengîya bi hevpeymanîya navdewletî re hat bicihanîn, ya ku di 4ê Hezîranêde dest pê kir. [Wêne ji North Press hatiye wergirtin]

QSD dest bi "operasyoneke serbazî ya mezin kir" di saetên pêşîn de roja Pêncşemê ligel piştgirîya tam ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ya ku Amerîka bi rê ve dibe, efserê QSD Ferhad Xoca Diyaruna re ragihand.

Herwiha pêngav bi artêşa Îraqî re tê hevahengîkirin, AFP ragihand.

Operasyona dê ji herêma Hesekê heta derdora gundê el-Baxozê yê Dêra Zorê, ku DAIŞê rastî têkçûneke sebazî ya dijwar hat li Sûrîyayê dirêj bide, Xoca eşkere kir.

Wî daxuyand ku operasyon dê deverên li derdora bajarê Meyadîn û bajarokê Şedadîyê bide ber xwe.

Nêzî 6,000 şervan beşdar dibin

Xoca got ku operasyon li ser daxwaza sivîlan, encumena xwecihî û serkirdeyên êlî hat plankirin û bicihanîn piştî zêdebûna hejmara êrîşên ku ji alîyê şanên razayî yên DAIŞê ve li wan deveran.

Wî got ku van êrîşan sivîl û hêzên ewlekarîyê armanc kirin û kuştin, ji çandina teqemenîyên bi destçêkirî, tirsandin û gef lê xwarin li dijî sivîlan û şewitandina zadên çandinîyê pêk tên.

Xoca got ku nêzî 6,000 şervan ji hemû encumenên serbazî yên girêdayî QSD dê di operasyona serbazî de beşdar bibin.

Wî got ku Hêzên Destwerdana Lezgîn dê bi armancine destnîşankirî re bidin û bistînin armancên ku berê li ser bingeha agahîyên hewalgirî hatine destnîşankirin.

Ew dê vê yekê bikin ligel hevahengîyeke tam û yekser bi hêzên hevpeymanîya navdewletî re û ligel sergirtina cewî ji alîyê balefirên hevpeymanîyê ve, wî anî ziman.

Xoca got ku destnîşan nekiriye bê operasyon dê çi qasî dirêj bide, ji ber jeamreke mezin a armancan heye ku divê bişopîne û rûberine mezin hene ku divê bide ber xwe.

Wî got ku encamên seretayî maliştina rûbereke berfireh û girtina dora 20 endamên DAIŞê û kesên ku alîkarî bi rêxistinê re dikin dihundirîne, ligel destdanîna li ser çek, cebilxane û belgeyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500