Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Pispor ji ber rewşa jinên Êzîdî piştî zêdebûna haletên xwekuştinê nîgeran in

Xalid Taî

Du keçên Êzîdî li kampeke bêwarîyê ne li parêzgeha Duhokê di 2019an de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Du keçên Êzîdî li kampeke bêwarîyê ne li parêzgeha Duhokê di 2019an de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Zêdebûna rêjeya xwekuştinê vê dawîyê di nav Êzîdîyên ku ji kiryarên hovane yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) rizgar bûn hişt ku Îraqî bitirsin eger ew guhdana pêwîst û derfetên rahînanê werdigirin.

Pisporên ku ji Diyaruna re axivîn dabînkirina piştgirîya derûnî û civakî ji civaka Êzîdî re pêşinyar kirin, kesên ku ji êrîşa tund a ser bajarê wan di 2014an de û di pişt re dagirkirinê sax derketin.

Fadil Xerawî, endamekî Komîsyona Bilind bo Mafên Mirov, ragihand ku di Îlonê de sê jinên Êzîdî yên bêwar xwe kuşt li kampên Duhokê û Çîyayê Şengalê di nava mehekê de.

Wî got ku her sê haletên hatine belgekirin tekekesên ku rastî tundî û koletîyê hatin li jêr hukmê DAIŞê. Herwiha, mirina gelek endamên malbata wan li ser destên DAIŞê û mana wan a dûrûdirêj li kampên bêwarîyê êşa wan zêde kir.

Wezîrê Koçberîyê yê Îraqî Îvan Fayiq Cebro bi malbatên Êzîdî yên bêwar ên ji Şengalê re dicive di Tîtmeha 2020an de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezîrê Koçberîyê yê Îraqî Îvan Fayiq Cebro bi malbatên Êzîdî yên bêwar ên ji Şengalê re dicive di Tîtmeha 2020an de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Zêdebûna haletên xwekuştinê

Husam Ebdulah, berpisek di Rêxistina Êzîdî bo Belgekirinê ji Diyaruna re got ku haletên xwekuştinê di nav Êzîdîyan de "nîşaneke xeternak e".

Wî got ku zêdebûna dijwar a vê dawîyê di hejmara haletên xwekuştinê de tirsnak e û daxuyand ku di van herdu mehên dawî tenê de, heft haletên xwekuştinê di nav jinên ji emrên cuda rû dan.

Wî got ku bêyî ku em li asta xizmetguzarîyên ku ew pêşkêş dikin, jîyana asayî li kampan ne berdest e. Niştecîyên kampê hatine malginalkirin û ji ber bêkarîyê rastî fişarên darayî tên ên ku alîkarîyê bi wan re nakin ku ji trawma ku rastî destdirêjîyê an firoştinê hatin li ser destên DAIŞê, bi taybet di nav keçan de.

Ebdulah got hewcedarî bo danîna planeke tevgir da ku vê pirsgirêkê çareser bikin meseleke zor girîng e û divê hikûmet û ajansên têkildar wê bişopînin.

Wî anî ziman ku hewcedarîyên Êzîdîyên bêwar ên herî girîng bêkarî, şert û merên jîyanê yên xweş û xizmetguzarîyên giştî yên baş in.

Wî daxwaz kir ku gelek danên hikûmetê ji Êzîdîyan re werin terxankirin û daxuyand ku tenê hejmareke piçûk ji wan ji van danan sûd wergirtiye heta aniha.

Wî got ku ji nav bi hezaran jinên Êzîdî yên ku rastî êşkence û bedkarîyê hatin, tenê 375 jinan danên bi du milyon dînarên Îraqî (1,680 dolar) ji her yekê re wergirtin.

Wî anî ziman ku hewcedarîya qurbanîyan bi guhdana berdewam heye ku ne tenê di çarçoveya piştgirîya darayî de be lê herwiha hewcedarî bi guhdana derûnî jî heye.

"Hewcedarîyeke lezdar" bi çareserkirina trawmayê heye

Xeyrî Bozanî, birêveberê giştî yê karûbarên Êzîdîyan di hikûmeta herêma Kurdistanê de, ji Diyaruna re got ku hewcedarîyeke lezdar heye ku trawma derûnî ya ku bêwarên Êzîdî derdê wê dikişînin were çareserkirin.

Wî got ku piştgirîkirina vegera malbatên bêwar bo bajarokên wan faktorekî sereke ye bo çareserkirina vê kêşeyê.

Lêbelê, wî anî ziman ku divê veger li ser binegeha peydabûna jîngeheke ewle be ku vegerinê de û piştgirîya kesên vedigerin di warê darayî de bikin heta ew kar bibînin.

Bêhtir ji 20,000 malbatê Êzîdî vegeriyane Şengalê di van her sê salên dawî de, lê hîn gelek bêwar in. Li gorî jimareyên fermî, dora 300,000 Êzîdî hîn li kampan in, ên ku poiranîya wan li herêma Kurdistanê ya Îraqê dikevin.

Bozanî bang kir bo terxankirina mûçeyên mehane, ne tenê danan, bo hemû jinên rizgarbûyî ên ku tadarî li ser destê endamên DAIŞê dîtine.

Wî got ku herwiha hewcedarîya wan bi programên rahînanê heye da alîkarîyê bi wan re bikin ku ji bandora zîyana cesteyî û derûnî ya ku rastî hatin derbas bikin. Wî got ku ev yek dê alîkarîyê bike ku nehêle ew bikevin çarçoveya bêhêvîbûnê.

Leyla Berzencî, birêvebera rêxistina Jud a mirovî bo pêşxistin û nûavakirinê ya li Mûsilê, got ku wê bi jinên tundkirî û yên ji terorîzmê rizgar bûn, ên ku rastî rewşên derûnî yên xerab hatin kar kiriye.

"Em pêbend bûn ku em piştgirîya wan bikin û hêvîyê bidine wan. Gava pêşîn ew bû ku em wan rahînan bikin ku karibin karê dirûtin û karên destan bidest bixin," wê ji Diyaruna re ragihand.

Wê got ku kar hestekî pêbawerîyê da van jinan da ku jîyana xwe biguherin û pêşerojeke geş peyda bikin.

Berzencî teqez kir ku divê dabînkirina rahînana pîşeyî û derfetên kar hêmanekî sereke di çi programa hikûmî de ya armanc dike ku alîkarîyê bi komên marginalkirî re bike, di nav wan de Êzîdî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500