Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bangên bo dîtina Êzidîyên nebedî yên ku DAIŞê ew revandine nû dibin

Xalid Taî

Endamine tîmeke vekolandinê ya hikumî di komgorekê li gundê Kojo yê navçeya Şengalê de di 23yê Nîsana 2019an de dixebitin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine tîmeke vekolandinê ya hikumî di komgorekê li gundê Kojo yê navçeya Şengalê de di 23yê Nîsana 2019an de dixebitin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Di salvegera şeşan a dagirkirina Şengalê de ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve, berpirsekî Îraqî bangên naskirina çarenivîsa bi hezaran Êzidî yên ji alîyê rêxistinê ve hatine revandin û hîna wendayî ne nû kir.

Di êrîşa wan a 2014an li ser Şengalê ya parêzgeha Nînewayê de, endamên DAIŞê bi hezaran zilam, jin û zarokên Êzidîyan kuştin û dîl girtin, piranîya wan hîna wendayî ne.

Pêngava DAIŞê li dijî Êzidîyan "bobelateke mirovî pir mezin bû, ku gelek zilam bi xewîneke sar hatin kuştin", birêveberê giştî yê karûbarên Êzidîyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de Xeyrî Bozanî Duşemê (3yê Tebaxê) ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku bi hezaran keç û jin hatin revandin û li gel zarokên wan hatin firoştin.

Nasnameya qurbaneke Êzidî ku li ser destê DAIŞê hatiye kuştin di komgorekê de li bakurê Îraqê tê xuyakirin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Nasnameya qurbaneke Êzidî ku li ser destê DAIŞê hatiye kuştin di komgorekê de li bakurê Îraqê tê xuyakirin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Li gorî daneyên fermî yên herî dawî, 6,417 Êzidî di 2014an de ji alîyê DAIŞê ve hatin revandin û 3,530 hatin rizgarkirin.

Di heman demê de, 1,308 jinên Êzidî û 1,579 zilam hîna wendayî ne.

Dibe gelek kesên revandî "hîna sax bin û li gundên dûr yên ji DAIŞê li Sûrîya û Îraqê hatine rizgarkirin dijîn, an jî li kampên koçberan bin, nemaze li kampa Holê ya Sûrîyayê", wî got.

Ofîsa Bozanî her û her bang li hikumeta Îraqî, desthilatên Sûrî û rêxistinên navdewletî dike ku bi hev re Êzidîyên wendayî bibînin.

Wî dîyar kir ku "bi boneya salvegera dagirkirina Şengalê ji alîyê DAIŞê ve, em bangên xwe nû dikin û her alîyî bo hevahengîyê han didin ku bi hemû hêza xwe bo naskirina çarenivîsa jin û zarokên wendayî xebatê bikin û wan bi selametî vegerînin malbatên wan".

Bozanî got ku DAIŞê qirkirineke nijadî û mirovî li dijî civaka Êzidî pêk anî, da zanîn jî ku heya niha 83komgorên ku bi hezaran qurbanên Êzidî tê de ne li Şengal û bajaokên nêzîk hatine dîtin.

Wî dîyar kir "em texmîn dikin gelek komgor werin dîtin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500