Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Piştî teqîna Beyrûtê, desthilatdarîya keştîgeha Îraqî tedbîrinan dide pêş bo rêgirtin li ber felaketan

Xalid Taî

Karkerekî Îraqî bi awayekî ewle materyalên ziyandar ji Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê xilas dibe di Tebaxê de. [Wêne ji lîwa Yehya Resûl hatiye wergirtin]

Karkerekî Îraqî bi awayekî ewle materyalên ziyandar ji Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê xilas dibe di Tebaxê de. [Wêne ji lîwa Yehya Resûl hatiye wergirtin]

Piştî teqîna mezin li keştîgeha Beyrûtê destpêka vê mehê, desthilatdarîya Îraqî tedbîrên parêzî kirin bo derxistina materyalên kîmawî yên ziyandar ji keştîgehên deryayî, balefirgeh û dergehan.

Yekser piştî teqîna 4ê Tebaxê, Serokwezîr Mustefa Kazimî ferman da Desthilatdarîya Giştî ya Gumrika Îraqî ku komîteyeke lezgîn bo embarkirina materyalên ziyandar çêke materyalên ku li keştîgehên welat û dergehên sînorî hatine embarkirin.

Komîte erkdar e bi destnîşankirina materyalan û guhestina wan bo deverine ewle, dûrî deverên niştecihî, da nehêlin "tiştê ku li Lubnanê qewimî dubare bibe", komîteyê got.

Desthilatdarîya keştîgehan a Îraqî û hêzên ewlekarî di 7ê Tebaxê de 173 tankerên ku materyalên kîmawî di wan de depokirî ne cerd kirin li Keştîgeha Um Qesrê ya bakurî li Besrayê.

Karmendên Keştîgeha Um Qesrê tankerên kelûpelên hawirdekirî vala dikin daku asta ziyandarîya wan dabeş bikin di Tebaxê de. [Wêne ji mîdyaya Um Qesrê hatiye wergirtin]

Karmendên Keştîgeha Um Qesrê tankerên kelûpelên hawirdekirî vala dikin daku asta ziyandarîya wan dabeş bikin di Tebaxê de. [Wêne ji mîdyaya Um Qesrê hatiye wergirtin]

Di 10 Tebaxê de, ligel endamên artêşa Îraqî, neh tankerên Wezareta Neftê yên bi materyalên ziyandar depokirî li Um Qesrê bo deverine ewle hatine guhestin.

Herwiha berpirsên Îraqî daxuyand "ku materyalên asta ziyandarîya wan bilind bi awayekî ewle ji beşê şehnê li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê guhestine embarên Birêveberîya Endazyarîya Serbazî".

Teqîna Beyrûtê "banga hişyarkirinê" bû ji Îraqê re

Divê hikûmet tedbîran bike da misoger bike ku teqînên mîna teqîna Beyrûtê ya wêranker li Îraqê çênebin, pisporê ewlekarî Muhemed Rezaq Rubeyî got.

Teqîna Lubnanî "banga hişyarkirinê" bû ji hikûmeta Îraqî re, ya ku bi lez materyalên ziyandar veguhestin daku nehêle bûyerên mîna wê çêbibin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Gelek bûyer li Îraqê çêbûn ên ku di wan de çek û mûşekên li embaran depokirî teqîyan ji ber tedbîrên selametîyê nehatibûn pêkanîn.

Weke mînak, du caran vê mehê, herî dawî di 26ê Tîrmehê de, cebilxaneya li baregeha serbazî ya Seqr li taxa Dorayê li başûrê Bexdayê hatibû embarkirin teqiya.

Teqîna herî mezin ji vî coreyê di 2018an de çêbû, dema cebilxaneya li bajarê Sedr depokirî teqiya, 18 kes kuştin, bi dehan sivîl birîndar bûn û hejmareke mezin ji malên nêzîk ziyan giha wan.

Rubeyî got ku divê hikûmeta Îarqî bêtir kar bike bo bêçekkirin û rakirina materyalên ziyandar ji bajaran. Herwiha divê desthilatdarî şehnkirinên xeternak ên derbasî Îarqê dibin destnîşan bike û sînordar bike û bi awayekî rast ji wan xilas bibe ya wan misoger bike.

Tedbîrên berdewam tên xwestin

Divê tedbîrên selametîyê bi berdewamî û bi awayekî parêzî werin pêkanîn, ne tenê weke bersiv ji rewşeke awarte re, abornas Saih Hemaş ji Diyaruna re got.

Girîng e ku bi hişyarî bi materyalên ziyandar re bidin û bistînin yekser dema ew digihine keştîgehan, û anî ziman ku divê heta ji hikûmet were çavdêrîya embarkirina materyalên hawidekirî bike da nehêle ku dezgehên gendel destwerdanê di birêvebirina keştîgehan de bikin.

"Ev şêwazê destwerdanê," wî got, "dibe ku ziyanê bigihîne ewlehîyê."

Hemaş bang kir bo çaksazkirina tevgir ji embareyan re çêkin, bi taybet ew embareyên li keştîgehên deryayî, ji ber çi bûyera biqewime dê bandoreke mezin li sazîyên keştîgehên din bike.

Pişkinînkirina berdewam ji alavên sarkirinê û kehrebeyê rer pêwîst e, ji ber ew tedbîrên selametîyên ne da nehêlin ku xesarên mirovî û madî yên mezin û ziyanên jîngehî çêbibin.

Çavdêrîkirina materyalên hawirdekirî yên sotebar zor girîng e, Fuwad Elî Ekber, endamekî encumena parêzgeha Bexdayê, got.

"Divê çi tiştê bi dest me ve were em bikin da em dûrî xeterîya wan bikevin," wî ji Diyaruna re got. "Divê hemû tedbîr werin kirin da em jîyan û samanên Îraqîyan biparêzin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500