Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq radigihîne ku wan destkeftîyên mezin ji dahatên dergehan bi dest xistine

Xalid Taî

Otomêleke zirxî ya artêşa Îraqî li nêzî dergeha Zerbetiya ya bi Îranê re di 27ê Tîrmehê de tê dîtin, weke beşekî plana sepandina serwerîya qanûnê li hemû dergehên sînor. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Otomêleke zirxî ya artêşa Îraqî li nêzî dergeha Zerbetiya ya bi Îranê re di 27ê Tîrmehê de tê dîtin, weke beşekî plana sepandina serwerîya qanûnê li hemû dergehên sînor. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Desteya Dergehên Sînorî ya Îraqî Sêşemê (18ê Tebaxê) ragihand ku wan qezencên darayî yên bêhampa ji bacên gumrikê bi dest xistine piştî mehekê ji sepandina artêşa Îraqî rêkarên ewlehî yên tundli hemû û dergehên sînorî. .

Planarûbirûbûna gendelî, qaçaxî û çalakîyên ne rewa li dergehên sînor ên bejahî û benderên deryayî hişt bi sedan milyon qezenc ji bacên gumrikê yên li ser kelûpelên hawirdekirî werin, birêveberê desteyê Omer Wailî got.

Wî ji Diyaruna re got ku desteyê planeke nû da destpêkirin da yekser kontrolê li ser dergehan bike û serwerîya qanûn û dewletê bi fermana serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bisepîne.

Wailî dîyar kir ku hêzên artêşê bo parastina her 22 dergehên federal hatine belavkirin, ku ji pênc balafirgeh û 11 dergehên sînor ên bejahî pêk tên, tiştê "jîngeheke ewle û li jêr qanûnê" li benderan peyda kiriye.

Rahiştina kerevanên ne qanûnî ji dergeha Şelamca ya sînorî ya bi Îranê re li parêzgeha Besra di 7ê Tebaxê de. [Wêne ji Desteya Dergehên Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Rahiştina kerevanên ne qanûnî ji dergeha Şelamca ya sînorî ya bi Îranê re li parêzgeha Besra di 7ê Tebaxê de. [Wêne ji Desteya Dergehên Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku "çi kesê derveyî qanûnê nema tdikare derbas bibe, da zanîn jî ku rêkarên kar "pir hişkirî ne bi rengekî ku rê nadin ti binpêkirina rêzik û an qanûnekê".

Wailî got ku xebatkarên têketinan aniha dikarin karê xwe bêyî ti zextan pêk bînin, û ew di dema kar û derveyî kar de jî parastî ne.

Wî teqez kir jî ku rêkarên bo kontrolkirina keştîgehên Îraqî hatine girtin qezencine darayî yên mezin ji bacên gumrikê yên li ser kelûpelên hawirdekirî tên ferz kirin ji gencîneya dewletê re dabîn kirin.

Qezenc jî dora 420 milyon dolarî bûn, li gorî raportine mîdyayî.

Wî anî ziman ku xebatkarên Desteya Dergehan bi hevkarîya desthilatên ewlehîyê, 1,200 binpêkirinên gumrikê rawestandin, di nav de sextjenî, qaçaxî, guhertina dabeşkirina kelûpelan û lîstina bi qaseyên hawirdekirî.

Wailî got ku bo mijara dergehên sînor ên nefermî jî hikumet xwedî vîneke rastîn e, weke îşaret bi dergehên nepiştrastkirî yên bi dewletên cîran re weke Îranê.

Rêkarine nû bo parastina madeyên tirsnak

Weke rêkarên nû bo parastina bender û balafirgehên xwe piştî teqîna 4ê Tebaxê ya li bendera Beyrûtê , Îraqê ragihand ku ew ê cerdekê ji hemû madeyên tirsnak ên li bender û balafirgehan çêke, AFP ragihand.

Komîteyê got ku komîteyeke rewşên awarte bi di bin destê Desteya Giştî ya Gumrikê ya Îraqî de gotiye ku ew bi vî karî hatiye erkdarkirin da xwe ji "çi bûyerekê mîna ya li Lubnanê pêk hat" biparêzin.

Teqîna mezin a ku wêranîyeke bêhempa li paytexta Lubnanê çêkir bi sedema 2,750 ton nitreyên ammoniumê bû ku berîya çend salan li keştîgeha bajêr hatibûn embarkirin.

Gelek berpirsên ewlehî got ku desthilatên benderê ev made di embarên rizyayî ku qelş jî di dîwarên wê de hebûn embar kiribûn.

Hêzên ewlehîyê di 2019an de dest bi lêpirsînekê kir piştî raportinan ku digotin êdî bihneke ecêb ji embarê tê û dîyar kirin ku divê madeyên kîmawî yên "tirsnak" werin rakirin, lê ti rêkar nehatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500