Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Amerîka sizayan li ser toreke berfireh a berpirsên Feyleqê Pasdaran û kompanîyên wê disepîne

Stafê Diyaruna

Kamyonên Îraqî bendewarîyê dikin bi baran werin barkirin li keştîgeha Um Qesrê di 16ê Tîrmeha 2018an de. [Heyder Muhemed Elî/AFP]

Kamyonên Îraqî bendewarîyê dikin bi baran werin barkirin li keştîgeha Um Qesrê di 16ê Tîrmeha 2018an de. [Heyder Muhemed Elî/AFP]

Amerîka roja Pêncşemê (26ê Adarê) siza li ser toreke berfireh a keasyet û kompanîyên li Îran û Îraqê sepandin, yên piştgirîya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dikin.

Herwiha destên torê di veguhestina alîkarîyên kujer de bo milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike û firoştina nefta Îranî bo rêjîma Sûrî û qaçaxkirina çekan bo Yemenê hebû, ku ev binpêkirin in ji sizayên Amerîkî û navdewletî.

Van dezgeh û tekekesan operesyonên qaçaxkirinê kirin an jiî piştgirîya wn kirin di rêya Keştîgeha Um Qesrê re, pere jî di rêya companîyên pêşeng ên Îraqî re û qaxkirina çekan bo Îraqê, Wzareta Xezîneyê ya Amerîkî ragihand.

Herwiha wan xebatên propegandayê li Îraqê han da ji bo Feyleqê Qudis û wekîlên wê, siyasetmedarê Îraqî tirsadin, û pere û danên giştî yên li ber çav bo sazemenîyên olî tên pêşkêşkirin da ku li budceyên Pasdaran zêde bikin, li gorî wezaretê.

Xwenîşander sloganan bang dikin dema ew di ber arma Ketaib Hizbulah re dimeşin di xwepêşandanekê de li bajarê Besrayê yê li başûrê Îraqê di 17ê Kanûna Duyem de. [Husên Felah/AFP]

Xwenîşander sloganan bang dikin dema ew di ber arma Ketaib Hizbulah re dimeşin di xwepêşandanekê de li bajarê Besrayê yê li başûrê Îraqê di 17ê Kanûna Duyem de. [Husên Felah/AFP]

Milîsên Îran piştgirîya wan dike mîna Ketaib Hizbulah û Esaib Ehil el-Heq bi berdewamî di êrîşên li ser hêzên hevpeymanîyê û yên Amerîkî yên li Îraqê de beşdar dibin.

"Îran toreke kompanîyan bi kar tîne daku komên terorîst li seranserê herêmê temwîl bike, û samanan bikişîne dûrî gelê Îranî," Wezîrê GencîneyXezîneyê Steven T. Mnuchin ragihand dema ku wî sizayên nû eşkere kirin.

Wî rejîma Îranî bersûc kir ku ew "berêtîyê dide hêzên terorîst li şûn peydakirina hewcedarîyên sereke yên gelê xwe".

''Dizîya alîkarîyê giştî''

Fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran Qasim Sulêmanî serokatîya Rêxistina Nûavakirina Peristgehên Pîroz li Îraqê (ROHSI) destnîşan kir.

"Tevî ku li berçav ew sazemenîyeke olî ye, ROHSI bi milyonên dolaran bo Kompanîya Behcet el-Kewser bo Avakirin û Bazirganîya sînordar ya li Îraqê veguhestin, herwiha weke Kompanîya Kosar tê naskirin," wezareta Xezîneyê got.

Kompanîya Kosar dezgeheke li Îraqê ye, li jêr kontrola Pasdaran e, ku weke baregeheke çalakîyên hewalgirîya Îranî li Îraqê ye, di nav de şehnkirina çek û cebilxaneyan bo milîsln Îran piştgirîya wan dike.

Wê bi milyonên dolaran ên ku ji Banka Navendî ya Îranê hatine veguhestin wergirtine, ev yek dihêle ew jî were sizakirin ji ber piştgirîya wê ya darayî ji Pasdaran û Hizbulaha Lubnanî re.

"Herwiha, berpirsên Feyleqê Qudis pereyên ROHSI bi kar anîn bo peydakirina budceyên Feyleqê Qudis, dibe ku ew danên giştî bo nûavakirin û çaksazkirina peristgehên Şî'î li Îraqê didizin," wezareta Xezîneyê got.

Herwiha serokê ROHSI û yê ji alîyê Sûlêmanî hatiye destnîşankirin Muhemed Celal Maab. Maab xelefê Hasan Pelarak bû, efserekî Pasdaran e û yek ji xwedanên kompanîyê ye ku Sulêmanî ew bijartibû daku weke alîkarê wî yê taybet di komîteyeke ku Feyleqê Psdaran bi rê ve dibe kar bike.

Herwiha Pelarak bi berpirsên Pasdaran re kar kir bo veguhestina mûşek, teqemenî û çekên biçûk bo Yemenê.

Elîrîza Fedakar, xwedîyekî hevbeş yê kompanîya Kosarê ye, li Îraqê ji bo Feyleqê Qudis bo çend salan kar kir û fermandarekî Feyleqê Qudis li Necefê ye.

Muhemed Xureyfî endamekî Feyleqê Pasdaran e û karmendekî Kompanya Kosar e, yê ku piştgirîya îdarî ji Fedakar re dabîn dikir û tevgera berpirsên Pasdaran di nav Îraq û Îranê de hêsan dikir.

Mesûd Şostarîpostî, xwedanekî din ê Kompanîya Kosar e, li Îraqê ji bo Feyleqê Qudis bo çend salan kar kir û pereyên wê sax dikirin.

Şostarîpostî bi Maşela Bextyarî, ê ku Kompanîya Kosar bi kar anî bo saxkirina pereyan, kar kir û bi berpirsan re li şaxê Banka Milî ya Îranê ya li Bexdayê kar kir daku pereyan ji hesabê Feyleqê Qudis re bixe bankê li Îraqê.

Banka Milî di sala 2018an de hat sizakirin ji ber wê weke kenaleke mûçeyan ji Feyleqê Qudis re kar kir, ê ku herwiha ew bi kar anî da ku pereyan li milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê belav bike.

Xwevedizîna ji sizayan li Um Qesrê

Herwiha Wezareta Xezîneyê tedbîran li dijî Xemail bo Xizmetguzarîyên Deryayî (AKMS), kompanîyeke li Îraqê ye li derveyî keştîgeha Um Qesr kar dike, a ku berjewendîyên Feyleqa Pasdaran ên darayî tê de hene, digire.

Feyleqê Qudis sûd ji têkilîyên milîsan wergirt bo ji protokolên teftîşkirinê yên hikûmeta Îraqî li keştîgehê bireve û pere li ser kompanîyên biyanî û keştîyan bo xizmetguzarîyên li termînala xwe ya li keştîgehê sepandin.

Herwiha AKMS berhemên petrola Îranê bifiroştine ku ev binpêkirin e ji sizayên Amerîkî yên li dijî rejîma Îranî, li gorî Wezareta Xezîneyê.

Hereiha Wezareta Xezîneyê Hesen Saburnezad, ê ku herwiha weke Endazyar Murteza tê naskirin, danî ser lîsteya xwe, yê ku destên wî di temwîlkirina AKMS de heye û kar kir da ku derbasbûna şehnên Îranî bo keştîgehên Îraqî bo berjewendîyên Pasdaranan hêsan bike.

Herwiha Saburnezad destên wê di çalakîyên aborî û darayî yên Pasdaran di nav Îran, Îraq û Sûrîyayê de hene, di nav wan de qaçaxîya li dirêjahîya sînorên Sûrîya û Îraqê.

Herwiha ew rêyên qaçaxkirinê jî bi rê ve dibe da ku alîkarîyê bi Ketaib Hizbulah û Feyleqê Qudis re bike ku kel û pelan bi qaçaxî ji Îranê bo Îraqê bibin û û alîkarî bi Ketaib Hizbulah re di temwîlkirina bidestxistinê û veguhestina kel û pelan ji Îranê re kir.

Saburnezad kargêrê giştî ye û endamekî encumena birêveberî ya Madain Novin Traders (MNT) e, kompanîyeke ku li Îraq û Îranê ye û girêdayî gelek berpirsên Feyleqê Qudis e, ya ku ew jî hatîye sizakirin.

Valî Gulîzade, yê ku bi Saburnezad re ji bo berjewendîyên AKSM û MNT kar kir, li ser lîsta sizayan e, ji ber ew weke kargêrê giştî yê AKSM e Muhemed Seiîd Odafa el- Bexdadî, û Elî Husên Falih Mensûrî, herwiha weke Seyid Rezvan tê naskirin, cîgirê kargêrê giştî û serokê encumena birêveberîya wê ye.

Seyid Rîza Muzefir, ê berpirsyarê hiesab û temwîlkirina AKSM ye, bi Feyleqê Qudis re kar kir daku pereyan ji milîsan re veguhêze, di nav wan de Ketaib Hizbulah û Hizbulaha Lubnanî. di 2014an de, Mus Mezefir bi qasî bi milyonên dolaran diravên biyanî bo Feyleqê Qudis veguhestin.

Muzefir yek ji xwedanên kampanîyeke li Îranê bi navê Kompanîya Rojhilata Navîn bo Samanên Kîmawî, ya ku hisabekî wê liKompanîya Guhertina Diravan a Raşid , ew kompanîyeke guhertina diravan e ku diravan bo Pasdaran diguhere, heye.

Herwiha, Elî Ferhan Es'edî li ser lîsta sizayan e ji ber ew bi navê AKMS xebitîye yan xwestîye bixebite, rasterast yan ne rasterast.

Bepirsên Pasdaran, berpirsên milîsan tên sizakirin

Berpirsê Feyleqê Qudis bi navê Seyid Yasir Muzefir gelek caran ji destpêka 2014an ve li Îraqê bû bo piştgirîkirina xebatên Feyleqê Qudis, wî operasyon di navbera Feyleqê Qudis û berpirsên milîsên Îraqî de rek dixistin.

Di sala 2019an, wî hevahengî bi berpirsên Feyleqê Qudis re kir bo firoştina nefta Îranî bo Sûrîyayê. Di sala 2018an de, wî xebatên propagandabar bi hevkarî ligel AAH pêk tanîn di şûna berpirsên payebilind ên Feyleqê Qudis de.

Mehdî Xasemzadeh berpirsekî Feyleqê Qudis ê Pasaran e û li ser lîsta sizayan e ji ber ew bi navê Feyleqê Qudis xebitîye yan xwestîye bixebite, rasterast yan ne rasterast.

Şeyx Ednan Hemdawî fermandarekî operasyonên taybet ên KH e yê ku di sala 2019an de plan kir ku siyasetvanên Îraqî yên ku piştgirîya derxistina hêzên Amerîkî ji Îraqê nekirin bitirsîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500