Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şênîyên Beyrûtê yên di qeyranê de teqinî ne li dijî Hizbulahê xwenîşandanan li dar dixin

Nohad Toplian li Beyrûtê

Hemû avahî hatin wêrankirin di teqîna roja 4ê Tebaxê de ku li keştîgeha Beyrûtê qewimî û herî kêm canê 171 kesan çinî. [Nohad Topalian/Al-Mashareq] 

Hemû avahî hatin wêrankirin di teqîna roja 4ê Tebaxê de ku li keştîgeha Beyrûtê qewimî û herî kêm canê 171 kesan çinî. [Nohad Topalian/Al-Mashareq] 

Şênîyên Beyrûtê yên ji Al-Mashareq re axêvîn dîyar kirin ku ew Hizbulah sûcdar dikin ji ber ku ew sedema hemû bela û nexweşîyê Lubnanê û gelê wê ye, di nav de teqîna wêranker a 4ê Tebaxê li keştîgeha Beyrûtê.

Lubnanîyên ku rastî vê felaketê hatin -- ku herî kêm 171 kes tê de hatine kuştin, û bêhtir ji 6,000 kes tê de birîndar bûye û çaleke 43-metr li kenara deryayî kolandiye -- ketin tevgerên bo alîkarîkirina deverên herî zêde wêranbûyî.

Li Qada Şehîdan, xwenîşanderan di mangirtineke "Roja Dadgehkirinê" de beşdarî kir, û cenazeyeke sîmbolîk bo qurbanîyan li dar xistin, û daxwaza bêbeşkirina çîna siyasî ya desthilatdar ji mafên dengdanê kirin û gotin "Na Bo Çekên Hizbulah".

Hinek banga dadgehkirina serokê Hizbulah Hesen Nesralah kir.

Li Qada Şehîdan li Beyrûtê, xweînşander di mangirtineke ''Roja Dadgehkirinê" roja 8ê Tebaxê beşdar bûn, bo bêbeşkirina çîna siyasî ya desthilatdar ji mafê dengdanê û bê bibêjin "Na Bo Çekên Hizbulah". [Nohad Topalian/Al-Mashareq]

Li Qada Şehîdan li Beyrûtê, xweînşander di mangirtineke ''Roja Dadgehkirinê" roja 8ê Tebaxê beşdar bûn, bo bêbeşkirina çîna siyasî ya desthilatdar ji mafê dengdanê û bê bibêjin "Na Bo Çekên Hizbulah". [Nohad Topalian/Al-Mashareq]

Malozên xanî û firoşgehên hilweşîyayî qadên taxên kavil ên Beyrûtê mişt dikin piştî teqîna roja 4ê Tebaxê ya keştîgehê. [Nohad Topalian/Al-Mashareq]

Malozên xanî û firoşgehên hilweşîyayî qadên taxên kavil ên Beyrûtê mişt dikin piştî teqîna roja 4ê Tebaxê ya keştîgehê. [Nohad Topalian/Al-Mashareq]

Teqîna wêranker a 4ê Tebaxê li keştîgeha Beyrûtê herî kêm 171 kes kuştin, û bêhtir ji 6,000 kesî birîndar bûn û çaleke 43-metr di kûrahîya kenarê deryayî de koland. [Nohad Topalian/Al-Mashareq] 

Teqîna wêranker a 4ê Tebaxê li keştîgeha Beyrûtê herî kêm 171 kes kuştin, û bêhtir ji 6,000 kesî birîndar bûn û çaleke 43-metr di kûrahîya kenarê deryayî de koland. [Nohad Topalian/Al-Mashareq] 

"Êdî bes e," xwenîşander Mîrna Sibeyî ji Al-Mashareq re ragihand. "Êdî dem hatiye ku Hizbulah têbigihe ku ew sedema bela û qeyranên me yên nayên hejmartin e."

"Hizbulah piştrast kir ku ew ne amade ye ku hevparekî erênî be di avakirina welat de," wê got. "Vajî vê yekê, ew sedema wêranîya welat û qeyranên me yên siyasî, aborî, darayî û civakî ye."

"Destêwerdana Hizbulah di karûbarên siyasî yên Lubnanî de bi rêya hikûmeteke ku ew li pişt perdê wê bi rê ve dibe kêşeyên me yên navxweyî û yên bi welatên derve re mezin kirin," wê da zanîn.

Têkilîya Hizbulah bi keştîgehê re

"Çiqas Hizbulah red bike ku destê wê di keştîgeha Beyrûtê de tune ye, rastî ew e ku ew hemû damarên wê û her tiştê li wir diqewime kontrol dike," Sibeyî teqez kir. "Ew wê bi kêfa xwe bi kar tîne."

Lewra, "hewlên wê yên xwedûrkirina ji berpirsyarîyê pir pûç in", wê got. "Ew bû sedema kuştina kesên bêsûc û wêranbûna Beyrûtê, bajarekî ku carê cihê şehnazîyeke mezin bû."

Tawanbarîyên mîna ku "Hizbulah keştîgeha Lubnanê teqandiye" êdî li taxên wêranbûyî yên Beyrûtê tên bihîstin, Nacî al-Cibêlî got, yê ku ji teqînê bi selametî xelas bû lê xanîyê wî li devera Kompanîya Midewer a Kehrebeyê hat rûxandin.

"Guhlêdana Xwedayî malbata min parast, ên ku serdana xizmên me li çiya dikirin," wî ji Al-Mashareq re got, ew li nav kavilên mala wêranbûyî ya ku wî û sê birayên wî bi keda jîyana xwe ava kir radiweste.

"Banên hemû xanîyên taxa me û taxên li tenîşt me neman, xanîyên ku me dihewînin û me ew bi keda jîyana xwe û ji xwêdana enîya xwe ava kirine," wî got. "Ka Hizbulah ku alîkarîya me bike ku em zorîya vê felaketê bibin?"

"Divê Hizbulah nema bibêje ku destê wê di keştîgehê de tune ye," wî got. "Hemû xelkê deverê dizanin ku ew bi temamî keştîgehê û hemû sazî û dezgehên wê kontrol dike, weke ku ew çawa hikûmetê kontrol dike û destêwerdanê di hemû alîyên jîyana aborî û siyasî de dike."

"Ew her tiştî bi qaçaxî bi rêya keştîgehê tîne herwiha bi rêya dergehên neyasayî bê ku tu kes wê rawestîne," wî dîyar kir.

''Bikêrî avakirina welat nayê"

"Bi mehan, em bacên polîtîkayên Hizbulah didin, bi rûxana aborî û darayî, ji ber ew partîyeke ku bi cezayan hatiye dorpêçkirin," Cibêlî got.

"Ew ne di wê astê de ye ku berpirsyarê avakirina welatekî be, ji ber ku hatiye piştrastkirin ku ew ne niştîmanperwer e" wî da zanîn.

Xelkê deverên wêranbûyî yên Beyrûtê Hizbulah berpirsyarê ne tenê felaketa keştîgehê û qeyranên aborî û darayî yên welat dibînin, belê li gorî wan ew berpirsyar e ji kambaxbûna têkilîyên Lubnanê bi welatên Ereb û civaka navdewletî re.

"Hizbulah Lubnan bi salan kuşt bi rêya desttêwerdana di cengê li herêmê de û pêkanîna kiryarên terorî," Cemil Freyha, yê ku mala kavilbûyî ya xizmên xwe li nêzî Kompanîya Kehrebeyê seh dikir got.

"Vê yekê dawî têkilîyên Lubnanê bi tevahîya cîhanê re têk da û hişt ku welatîyên dewletên Ereb û yên Kendavê ku me boykot bikin û rizqê me qut bikin," wî ji Al-Mashareq re got, û da zanîn ku aniha ew welat "bi me re sekinî ne û hevxemê me ne".

Hizbulah bi xwezaya xwe rêxistineke serbazî, û ew roleke dîrekt di milmilanîyan de herî kêm li sê welatan dilîze, birêveberê dezgeha mîdyayî ya Esas Muhemed Berekat ji Al-Mashareq re ragihand.

"Lubnan ji Hizbulah re hewza avê ya tihinşîrî ye, ku ew kontrola hemû derbasgehên Lubnanê dike, di nav de balefirgeh, xalên sînorî yên deryayî û xalên sînorî yên li rojhilat, başûr û bakur," wî got. "Rastîya ku ew bi awayekî tam keştîgehê kontrol dike bi tenê hûragahîyeke."

Wî daxuyand ku bo asayîkirina rewşê divê Lubnan vegera helwesta xwe ya bêalî, weke ku Patrîyarkê Maronî Bişara Butrus Rahî got, û divê Hizbulah destê xwe ji şerên li herêmê bikişîne.

Gelê Lubnanê birçî ye

Rûxana aborî ya Lubnanê li hemû sektorên berhemhînanê vedaye, û xelk êdî birçî dibe, aborînas Samî Nadir ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî Hizbulah tawanbar kir ku ew sedema serekî ya qeyrana aborî ya welat e, herwiha wê karîna Lubnanê ya ku bigihêje tifaqekê bi Sebesta Dirava Cîhahî re û alîakrîya navdewletî misoger bike asteng kir.

Nadir got ku milîs "bi rêjeyeke pir mezin berpirsyara [qeyrana aborî] li Lubnanê ye, ji ber pêbendîya wê bi ajandaya Îranî li ser hesabê berjewendîyên Lubnanîyan".

Sîstema siyasî ya aniha li Lubnanê heye rê dide Hizbulah ku hejmûna xwe bisepîne, û partî welat weke amrazekê pêk bîne, Mekrem Rebah, wanebêj di beşê dîrokê de li Zanîngeha Amerîkî li Lubnanê teqez kir.

"Partî berpirsyar e ji sizayên navdewletî yên li ser Lubnanê yên ku bûn sedema birîna alîkarîyan," wî ji Al-Mashareq re ragihand, ku di encamê de hilweşaneke aborî qewimî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500