Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Felestînî li Xezayê baca destêwerdana Îranê didin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Zilamekî Felestînî çiwalekî ard li ser milê xwe hildigire, ardê ku wî ji navendeke belavkirinê ya Ajanseke NY ya Hawarçûnê û Bikarxistinê (UNRWA) li kampa penaberan a Refeh li Herêma Xezayê, roja 17ê Mijdarê wergirtiye. [Seîd Xetîb/AFP]

Zilamekî Felestînî çiwalekî ard li ser milê xwe hildigire, ardê ku wî ji navendeke belavkirinê ya Ajanseke NY ya Hawarçûnê û Bikarxistinê (UNRWA) li kampa penaberan a Refeh li Herêma Xezayê, roja 17ê Mijdarê wergirtiye. [Seîd Xetîb/AFP]

Felestînî li Herêma Xezayê baceke mezin didin ji ber piştgirîya rejîma Îranî û komên alîgir jê re ji berpirsên payebilind ên Xezayê re, berpirsekî Felestînî li taxa Şicaîya ragihand.

Kêmkirina fînansa Ajansa NY ya Hawarçûnê û Bikarxistinê bo Penaberên Felestînî li Rojhilata Navîn (UNRWA) bi dijwarî bandor li ser xebata mirovî ya rêxistinê kiriye, wî ji Al-Mashareq ragihand, bi mercê ku navê wî neyê eşkerekirin.

Ev kêmkirin hatin sepandin piştî Hemas û Koma Cîhada Îslamî ya Felestînî, ya baregeha wê ya serekî li Şamê ye, dest bi bihêzkirina têkilîyan bi Îranê û Hizbulaha Lubnanî re kirin piştî çend salan ji nakokîyan têkildarî şerê Sûrîyayê.

Îran piştgirekî darayî yê demdirêj ji Hemas û Koma Cîhada Îslamî ya Felestînî re ye. Ew herdu ji hêla Amerîkayê ve weke rêxistinên terorîst hatine destnîşankirin.

Berpirs got ku hevbendîya Hemas û Koma Cîhada Îslamî ya Felestînî bi Îranê re hest û ramanên cemawerî raber nake.

Wî da zanîn ku ji wiha bêhtir Felestînîyan kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî silav kir.

Wêneyên xelkê Xezayê yên şêrînîmenîyan bi vê boneyê belav dikin di mîdya civakî de hatine belavkirin, piştî kuştina Sulêmanî.

Hevbendîya bi Îranê re ziyanê digihîne xelkê

Amerîka di 1ê Îlona 2018an de ragihand ku wê hemû fînansên xwe yên ji ajansê re bi dawî kirin.

Ajans piştgirîya pênc milyon Felestînî li Xeza, Berava Rojavayî, Urdun, Sûrîya û Lubnanê dike, di nav de dabînkirina xizmetguzarîyên guhlêdana tendirustî, perwerdeyî û civakî.

Amerîka danderê herî mezin ê ajansê bû, bi dabînkirina 364 milyon dolar di sala 2017an de û dora 30% operasyonên wê li herêmê fînans dikirin.

Biryara rawestandin an kêmkirina piştgirîya ji ajansê re ne bi tenê ji hêla Amerîkayê ve ye, lê belê hinek dewletên din dan ser şopa wê, di nav de dewletine Ereb, berpirsê ji Xezayê, yê li sektorê tendirustîyê dixebite, got.

Wî daxuyand ku ev yek ji ber çend sedeman e, ya yekem ew e ku Wezareta Xezîneya Amerîkayê rêberên Hemasê û Koma Cîhada Îslamî siza kirine.

"Sedema din ew e ku nîgeranî heye ku dibe ev rêber sûdê ji alîkarîya mirovî dibînin," wî got.

"Lewra, em hewl didin ku rêyeke baştir bibînin bo gihandina alîkarîyan bi awayekî rasterast bo malbatên xizan li Xezayê," wî got. "Ev erkekî zehmet û komplêks e, lê ew rêberên ku dixwazin destên xwe bixin destên Îranê de berpirsyarên vê rewşê ne."

Wî got ku Qeter alîkarîyê di xebatên hawarçûnê de li Xezayê dike bi rêya belavkirina alîkarîyên diravî li ser malbarên hewcedar.

Di Mijdarê de, bankên berîd li Gezayê dest bi belavkirina 7 milyon dolaran kir di şêwazên danên biçûk ji Qeter bo 70,000 malbatên Felestînî ên xizan li herêmê.

Alîkarîya rojavayî bo Xezayê

Berpirs teqez kir ku xelkê Xezayê, herwiha Felestînîyên din yên ji ber daketina karînên ajansê li Lubnan, Urdun û Sûrîyayê ziyan gihiştiye wan, "aniha têdigihêjin ku sedema azar û êşên wan bijareyên çewt ên siyastevan û serkirdeyên çekdar ên tekildar bi pêwendîyên bi Îranê û Hizbulah re".

Dewletên Rojavayî "garantîyên rastî" ji Hizbulah divin ku ew dê piştgirîya xwe ji komên li Felestînê, Sûrîyayê û Îraqî rawestîne bo hêsakirina veguhestina pereyan ji xelkên hewcedar re, çalakger ji Xezayê Elî Menasîr got.

"Hizbulah sûdê werdigire [ji Felestînîyan] bo bidestxistina hejmûnê," wî got, "û xelk vê yekê dide ji ber dander li dor çarenivîsa van alîkarîyan û kesên ku ev alîkarî digihêjin ber destên wan nîgeran in."

Îranîyan tiştek ji Felestînîyan re nekiriye, "ji ber hemû projeyên perwerde, tendirustî û geşesendinê encama alîkarîyên ji welatên Rojavayî û Ereb in, di nav de Amerîka, Brîtanya, Kanada, Japan û dewletên Kendavê", Eşref Xelîl, lêkolînerekî Felestînî li Navenda Lêkolîn û Agahîyan a Dezgeha Şah Husên li Urdunê wiha rewş şirove kir.

Berî ku alîkarîya Amerîkayê ji UNRWA bi dawî bibe, Amerîkayê avakirina navendeke movikên bidestçêkirî li rojavayê Gezayê fînans kir bo alîkarîkirina qurbanîyên şer, wî ji Al-Mashareq re ragihand.

"Wê herwiha navendeke nehiştina nexwendewarîyê di nava mezinan de û navendeke dirûtinê ji jinan re fînan kirin," wî got, û da zanîn ku pêdivîyên dibistanê ji xwendekaran re hatin peydakirin.

Xelîl got ku welatên din alîkarî bi projeyên din re kirin, mîna derzîyên zarokan, çaksazîkirina xanîyan û projeyên ava vexwarinê û avrêjê.

"Pirsa girîng aniha ev e: Gelo Îran ev kêmbûn qerebû kir?"

"Teqez na," wî got.

Wî got ku Îranî hîn Felestînîyan bi kar tînin "bo berfirehkirina hejmûna xwe li herêmê û milîsên alîgir ji xwe re ava bikin, li hember vê yekê jî Felestînî tiştekî wernagirin".

Têkildarî rûbirûbûna qeyrana aborî li Xezayê û di nava ajansê de, Xelîl got ku çareserî ew e "bidawîkirina hemû têkilîyên" bi Îranîyan re.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bimire Felestîn

BERSIV BIDE