Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Dewletê û rêxistinên navdewletî kar dikin daku bêwarên Îraqî vegerînên bajarokên wan

Ala Husên li Bexdayê

Îfan Fayiq, Wezîrê Koç û Koçberîyê, di serdanekê de bo kampên bêwarîyê li Enbarê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Îfan Fayiq, Wezîrê Koç û Koçberîyê, di serdanekê de bo kampên bêwarîyê li Enbarê. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Berporsên parêzgeha Enbarê soz da ku kêşeya bêwaran "gelekî nêzîk"çareser bikin, piştî ku 20 kamp ji eslê 22 kampên mayî li parêzgehê bi temamî hatine girtin.

Heta berî çend salan, parêzgeha Enbarê 70 kampên bêwarîyê lê hebûn.

Mustefa Hamid, berpirsekî Enbarê li Wezareta Koçberîyê û Koçberan, ji Diyaruna re got ku herdu kampên vekirî mane tenê kampên Amirîya û Medîne Siyahîya li rojhilatî Enbara ne.

Wezaret "bi çalakî kar dike" daku vegerê hêsan bike

Hamid got ku girtina van kampan encameke xwezayî bû ji ber ku hejmara bêwaran li Enbarê gelekî kêm bû.

Îfan Fayiq, Wezîrê Koçberîyê û Koçberan, serdana malbatên bêwar ên hîn li kampên Enbarê dijîn dike. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Îfan Fayiq, Wezîrê Koçberîyê û Koçberan, serdana malbatên bêwar ên hîn li kampên Enbarê dijîn dike. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wî got ku aniha 1,706 malbatên bêwar li Enbarê hene, kêmbûneke mezin ji eslê 70,000 malbatên bêwar di dema şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ew hejmar malbatan ji Enbar û parêzgehên din dihundirîne.

Wî got ku Wezareta Koçberîyê û Koçberan, ligel alîkarîyê ji alîyê gelek hikûmetên xwecihî ve, nêt dike ku "yekser kêşeyên ku bêwar rastî wan tên bi temamî çareser bike" û ew bi awayekî çalak kar dike "bo çareserkirina çi berhengarîyên ku dibe astengîyan ji vegera malbatan re çêken".

Wî got ku piranîya malbatên mane red dikin ku vegerin malên xwe ji ber gelek sedeman, bi awayekî sereke zehmetîyên aborî, û wî destnîşan kir ku piranîya malbatên bêwar nikarin malên xwe yên ziyanbûyî careke din ava bikin.

Wî got ku astengîne din hene di nav wan de pevçûnên êlî herwiha rastîya ku zarokên wan diçine fêrgehên ku ew aniha li wan ne, nêzî kampan.

Hander û çareserkirina pevçûnan

Rêxistina Koçberîyê ya Navdewletî (IOM) bi Wezareta Koçberîyê û Koçberan re kar dike da programeke li ser bingeha handeran bi cih bîne, programê armanc dike ku bihêle xelk bi awayekî xwebexş vegerin di rêya dabînkirina alîkarîyên darayî ji malbatan re.

Programê Rêxistina Navdewletî bo Koçberîyê di destpêkê de 93 malbat (560 nefer) dane ber xwe, piranîya wan ji navçeya Felûcayê bûn li rojhilatê parêzgeha Enbarê.

Hamid got ku IOM dê têra van malbatan pereyan bide wan bo kirêya wan a şeş mehan daku karibin li bajarokên xwe bi cih bibin. Rêxistin dê herwiha alîkarîyê bi malbatan re bike daku dest bi karên piçûk bikin li gorî jêhatî û zîrekîyên wan.

Di heman demê de, komîteya çareserkirina pevçûnan ya Wezareta Koçberîyê û Koçberan kar dike daku xwe bigihîne serkirdeyên êlî da alîkarîyê di çareserkirina kêşeyên nakokî li dor wan hen û vegereke ewle ji bêwaran re hêsan bike.

Tedbîrên parêzî yên serkeftî

şêwimendê şaredarê Enbarê Mazin Ebû Rişa ji Diyaruna re ragihand ku parêzgehê tedbîrên parêzî yên bijîşkî yên pêwîst pêk anîn daku niştecîyên bêwar li kampên Amirîya û el-Medîne el-Siyahîye ewle bihêle, bi taybet di dema belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19)

Ebû Rişa got ku berpirsên tendirustî gerên rotînî yên dûkêlkirin û pakkirinê di hundirê kampan de pêk anîn û dabînkirinên tendirustî yên pêwîst, di nav wan de paqijker li bêwaran belav kirin.

Heta aniah, nehatiye kifşkirin ku ti kes li kampên li Enbarê bi COVID-19 ketiye, ya ku li gorî Ebû Rişa bi saya tedbîrên tendirustî yên qayim e, yên hatine pêkanîn.

Tûşbûna bi vayrûsa koronayê li kampeke bêwarîyê li nêzî Hewlêrê di Gulanê de hat kifşkirin.

Elî Ebas, berpirsekî din bi Wezareta Koçberîyê re kar dike, di Diyaruna re got ku wezaret berdewam dike û piştgirîya malbatên bêwar li Enbarê dike di rêya dabînkirina xwarin û dabînkirinên alîkarîyê.

Wî got ku di destpêka Tîrmehê de, 5,970 pakêtên hewarçûnê li malbatên li herdu kampan mayî hatin belavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500