Nûçeyên Iraqê
Penaber

Îraq pêşketinekê di çareserkirina qeyrana bêwarbûnê de pêk tîne

Xalid Ta'î

Karmendekî hikûmetê malbatên Îraqî yên vedigerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê di 19ê Îlona 2018an de dihejmêre. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendekî hikûmetê malbatên Îraqî yên vedigerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê di 19ê Îlona 2018an de dihejmêre. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Tevî ku gelek malbatên Îraqî yên bi destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn bêwarkirin vegerîyane malên xwe, hinekan jî bijareya mayîna li kampan an li deverên wan ji xwe penageh dîtiye ji xwe re hilbijart.

Bo xelkê han bidin vegerin, desthilatdarên xwecihî hewl didin ku mijarên nahêlin ku ew vegerin bajarên xwe çareser bikin.

Xelk dibêjin ku sedemên serekî yên nahêlin ew vegerin wêranbûna malên wan û rewşa şepirze ya xizmetguzarîyên giştî û nebûna derfetên kar li wan deveran in.

Şênîyê berê yê Mûsilê Raid Ebdulah, 41-salî, yê ku aniha li Bexdayê dijî, ji Diyaruna re got ku mala wî li Bajarê Kevin ê Mûsilê wêran bûye, û perê wî tune ne ku dîsan ava bike, û ne jî qerebûya ji hikûmetê wergirtiye.

Karwaneke basan bêwarên Îraqî vedigerînin malên wan li bajarokê Qaimê yê sînorî li rojavayê parêzgeha Enbarê, di 10ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Karwaneke basan bêwarên Îraqî vedigerînin malên wan li bajarokê Qaimê yê sînorî li rojavayê parêzgeha Enbarê, di 10ê Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku ne ev tenê sedema nevegerê ye, û da zanîn ku xizmetguzarîyên av û kehrebeyê hîn jî ne li berdest in li taxa wî, û hîn jî zehmet e ku ew kar li wir bibîne.

Edbulah aniha li firoşgehekê li nêzî mala ku ji xwe re kirê kiriye li taxa Ezamiyayê li Bexdayê dixebite.

"Heqdestê min ê rojane têr nake ku ex debara malbata xwe pê bikin, lê ji tunebûnê baştir e," wî got.

Astengên li ber vegerê

"Hikûmet zor li kesên bêwarbûyî nake ku vegerin," Fatin Hilfî ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov got. "Prose dilxwazdarîya ye, û ne zordarî ye."

"Dema ku em derbarê vegera bi hezaran bo malên wan diaxêvin, divê em nexwestina yên din paşguh nekin, bo rewşa awarbûyînê ya awarte ku ev pênc salan dewam dike bi dawî bikin," wê got.

"Hinek ji wan vegerîyane, bo dîsan berê xwe bidin kampên bêwaran yan jî deverên ku ew lê dimînin, em nav li vê yekê jî vegera berevajî ji encama neseqamgîrîyê dikin," wê ji Diyaruna re ragihand.

"Sedemên li pişt redkirina vegerê û vegera berevajî êdî pir bûye," Hilfî got, û ew ji jêrxaneya lawaz û xizmetguzarîyên giştî li deverên rizgarbûyî, û herwiha wêranbûna tam a netam a malên bêwaran pêk tên.

Wê got ku di hinek haletan de, Bêwaran "karîn karekî li deverên bêwarîyê peyda bikin" û êdî naxwazin vegerin û jîyana xwe bixin di xeterîyê de.

Astengên din ên li ber vegerê ji tirsa ji tolhildanê yan jî sitemkarîyê pêk tên, û weke rewşavegeryayîyên ku xizmên wan ser bi DAIŞê ve bûn.

Çareserkirina sedeman

Berpirsên hikûmetê ji Diyaruna re eşkere kir ku ew li ser çareserkirina sedemên li pişt vê yekê dixebitin di hewldanekê de bo bidawîkirina qeyrana bêwarbûnê.

Wezareta Koçberîyê û Koçberan hemû hewlên xwe dide bo mijara bêwarên ku qebûl nakin vegerin malên xwe çareser bike, Elî Cahankîr, birêveberê Beşê Karûbarên Şaxan a ser bi wezaretê ve ragihand.

"Em bi wezaret û desthilatdarên xwecihî re hevahengîyê dikin bo bilezkirina çaksazîkirina xizmetguzarîyên giştî li deverên ziyandar û alîkarîkirina xelkê di nûkirina xanîyên wan de" ev yek ji van tedbîran e.

Wî eşkere kir ku wezaret "amareke giştî bo malbatên naxwazin vegerin pêk tîne, bo em bikaribin sedemên li pişt vê biryarê destnîşan bikin". Tê payîn jî ku ev "datayeke baş dabîn bike, ku alîkar be di dariştina planên hikûmî yên karîger de".

Cahankîr got ku wezaret dayîna 1.5 milyon dînarên Îraqî ($1,259) bo her malbateke vegere mala xwe berdewam dike.

"Dora 30,000 malbatên vegeryayî dê sûdê ji vê dayînê wergirin, em hêvî dikin ku ew dê malbatên bêwar ên din han bide," wî got.

"Çend programên me ên hander hene, û di demeke nêz de em dest bi programeke piştgirîya aborî dikin," wî got.

Wî got ku ev yek dê korsên rahînana pêşeyî ku dê alîkarîyê bide xelkê ku kar bibînin bihundirîne, û herwiha dabînkirina yarmetîya bi alavên pêwist bo destpêkirina karên biçûk.

Kêmbûna hejmara bêwaran

"Bi sed hezaran malbatên bêwar hebûn, aniha bi tenê 92,000 malbat weke bêwar tomarkirî ne, ku piranîya wan li 152 kampan li seranserê welat belav in," Cahankîr got.

"Hejmara van malbatan bi rêjeya 100 malbatan rojane kêm dibe," wî got.

Serokê Birêveberîya Koçberîyê li Selahedînê Feza Şimerî ji Diyaruna re got ku bi dirêjahîya salên borî 129,000 malbatên bêwar vegerîyane malên xwe li parêzgehê.

Wî got ku dora 900 malbatan li parêzgeha Selahedînê mane, li kampên Alem, Kerama û Bustan Şuyûxê.

"Ev malbat dixwazin ku ji kampan bar bikin û di demeke herî nêz de vegerin malên xwe," Şimerî got. "Em her tiştê ji destê me derdikeve dikin bo misoger bikin ku ew karibin vegerin û bo qeyrana bêwarîyê li parêzfgeha me bi awayekî tam were çareserkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500