Nûçeyên Iraqê
Civak

Îraq dest bi xebatên vegerandina malbatên bêwar dike

Xalid Taî

Navgîneke serbazî di 29ê Nîsanê de ligel basên veguhestina bêwaran e, yên ku vê dawîyê ji kampên xwe li bajarê Hebanîyayê yê geştyarî li rojhilatê Enbarê ber bi malên xwe ve li beşine din ji parêzgehê derketin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Navgîneke serbazî di 29ê Nîsanê de ligel basên veguhestina bêwaran e, yên ku vê dawîyê ji kampên xwe li bajarê Hebanîyayê yê geştyarî li rojhilatê Enbarê ber bi malên xwe ve li beşine din ji parêzgehê derketin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsan ragihand ku xebatên bo alîkarîkirina malbatên Îraqî bo vegerine malên xwe dîsan dest pê kirin piştî bi awayekî demkî hatibûn hilawistin ji ber tedbîrên parêzî bo nehiştina belavbûna petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19).

Wezareta Koçberîyê û Koçberan ya Îraqî careke din dest bi xebatên xwe kir daku alîkarîyê bi kesên bêwar re bike, yên bi dilê xwe hewl didin ku vegerine malên xwe li deverên rizgarbûyî, Elî Cehankîr, birêveberê giştî yê dezgeha karûbarên şxê wezaretê, got

Ev xebat hatibûn helawistin ji ber girtina giştî ya di Adarê de li seranserê welat hatibû sepandin bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Piştî sivikkirina van rêkaran berî Remezanê, nofekî nû ji 106 malbatan ji kampa Selamîyayê li parêzgeha Nînewayê di Nîsanê de derketin.

Karmendên Wezareta Koçberîyê di 29ê Nîsanê de selikên xwarinê didin malbatên vedigerine malên xwe li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Birêveberîya Koçberîyê li Nînewayê yhatiye wergirtin]

Karmendên Wezareta Koçberîyê di 29ê Nîsanê de selikên xwarinê didin malbatên vedigerine malên xwe li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Birêveberîya Koçberîyê li Nînewayê yhatiye wergirtin]

Ew vegeriyane malên xwe li rojavayê Mûsilê û bajarokên Qeyrewan, Beac, Zemar û Rebîeyê li rojavayê Nînewayê.

Li Enbarê, 97 malbatên bêwar ji kampa Hebanîyayê li beşê rojhilatî ji parêzgehê vegeriyane malên xwe, li gorî Cehankîr.

"Plana me bo vê salê armanc dike ku hejmara herî mezin ji malbatên bêwar vegerîne, û em dê karê xwe berdewam bikin daku em vê armancê pêk bînin tevî qeyrana tendirustî ya awarte ya ku em rastî tên," wî got.

Wî got ku wezaretê karîbû ji sala par ve 94 kampan li seranserê welat bigire û destnîşan kir ku piranîya her 78 kampên mayî "penayên biçûk in".

Kampên mayî bêhtir ji 62,000 malbatan dihewînin, ên ku piranîya wan ji parîzgeha Nînewayê ne, di nav wan de 40,000 kesên bêwar ên ji Şengalê ku li kampên li parêzgeha Duhokê li Herêma Kudistanê dijîn.

Tu tûşbûn li kampan tune ne

Vegera bêwaran barê li ser milê dewletê sivik dike û ew faktorekî sereke ye di piştgirîkirina aramîyê û parastina ewlehîyê de li parêzgehên rizgarbûyî, Xelef Hedîdî, endamekî berê di encumena parêzgeha Nînewayê de, got.

Alîkarê birêveberê koçberîyê li parêzgeha Nînewwayê, Ezîm Hazim Dawûd, got ew hêvî dike ku vegera bêwaran a bi dilê xwe dê zêde bibe piştî tedîbîrên girtina giştî hatine sivikkirin.

Wî got ku birêveberîya koçberîyê li Nînewayê alîkarî û piştgirîya darayaî ji kesên vedigerin re dabîn dike daku ew karibin bi awayekî hêsan tevlî civakên xwe bibin.

Wî dîyar kir ku bi hezaran selikên xwarinê hatine dan ji kesên vedigerin li Mûsilê û bajarokên Kuwêr û Tel Keyfê, herwiha Deşta Nînewwayê re.

Dawûd got ku hejmara kampên bêwarîyê li Nînewwayê ji 14 kampan dema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girte ser Îraqê heta tenê pênc kampan daket.

Di nav van kampan de kampên Selamîye, Hemam Elîl, Cebel Sincar û Hesen Şamî, yên ku aniha ji 13,000 malbatên bêwar re pena ne.

Wî got ku heta aniha tu haletên nexweşîya vayrûsa Koronayê li kampan nehatiye tomarkirin.

"Em tedbîrên tendirustî yên dijwar li kampan dişopînin û berdewam operasyonên paqijkirinê ligel Heyva Sor, Berevanîya Sivîl û rêxistinên sivîl ên din pêk tînin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500