Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Endamên DAIŞê kêşeyan li kampa Holê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jinên Hesbayê li kampa Holê ev kon li beşê pêncem ê kampê şewitandine. [Wêne ji Rûpela Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Jinên Hesbayê li kampa Holê ev kon li beşê pêncem ê kampê şewitandine. [Wêne ji Rûpela Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Alozî li kampa Holê berfirehtir dibin, piştî ku hinek jinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) komeke hişyarkirinê damezrandine û ew berdewam in di çêkirina kêşeyan de, li gorî çalakgerekî.

Jinên Hesbayê ("polîsê şerîetê") di kiryarên zordarî de cih digirin, di nav deşewitandina konan û êrîşên bi kêran, ku hinek ji wan kujêner in, çalakgerê civakî û mîdyavan Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Salih got ku armanca wan ew e ku desthilata xwe li ser malbatên din ên li kampa qerebalix li parêzgeha Hesekê bisepînin.

Wî da zanîn ku kiryarên jinên Hesbayê parçebûnên kûr di nava jinên DAIŞê de li nava kampê çêkirine, piştî van alozîyên vê dawîyê qewimîn.

Jinên Holê li rûniştineke piştgirîya derûnî ku Rêxistina Şems bo Pêşxistinê û Şiyankirinê pêk anîye amade dibin. [Wêne ji Rêxistina Şems bo Pêşxistinê û Şiyankirinê hatiye wergirtin]

Jinên Holê li rûniştineke piştgirîya derûnî ku Rêxistina Şems bo Pêşxistinê û Şiyankirinê pêk anîye amade dibin. [Wêne ji Rêxistina Şems bo Pêşxistinê û Şiyankirinê hatiye wergirtin]

Nakokî êdî eşkere ne, piştî ku nameyên bi xetên dest di nava kampê de hatin belavkirin ku qala gilîyên ji kiryarên hesbayê dikin û daxwaz dikin ku ew kiryar werin bidawîkirin.

Li gorî Salih, reftarên jinên Hesbayê "nîşan didin ku ew vê yekê dikin bo desthilata xwe li ser şênîyên kampê bisepînin".

Salih got ku ew dixwazin ku dupat bikin ku ew karinji rê birin û tecnîdkirina zarokanbo piştgirîkirina DAIŞê berdewam bikin,herwiha ew dixwazin ku pereyan digihêjin kampê kontrol bikin û dest deynin ser alîkarîyan û wan bi xwe belav bikin.

Birêveberîya kampê, bi hevahengî ligel rêxistinên hawarçûnê û yên civakî, hewl didin ku van hewlên çandina tundrewîyê nehêlin bi rêya dabînkirina korsan ji zarokên ku li dorî refên xwendinê mane re.

"Korsên xwendin û pîşedarî jî ji keç û jinan re tên vekirin, û ew li gorî temen li ser refan tên belavkirin," Salih got.

Wî got ku herwiha rêxistineke civakî rûniştinên piştgirîya derûnî li dar dixe bi hevahengî ligel birêveberîya kampê, bo dûrkirina jinan ji îdyolojîya tundrew û alîkarîkirin bi wan re ku ew li kampê bimînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê ji we re ne hêle, înşalah!

BERSIV BIDE