Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Jinên DAIŞê dixwazin mejîyê zarokên kampa Holê ji rê bibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Rewş li kampa Holê li Sûrîyayê ji zaroakan re pir zehmet e, ku hinek ji wan ji hêlan jinên DAIŞê yên li kampê tên bikaranîn. [Wêne ji North Press Agency hatiye wergirtin]

Rewş li kampa Holê li Sûrîyayê ji zaroakan re pir zehmet e, ku hinek ji wan ji hêlan jinên DAIŞê yên li kampê tên bikaranîn. [Wêne ji North Press Agency hatiye wergirtin]

jinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li kampa Holê ya ku Kurd bi rê ve dibin li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê zarokên li kampê han didin ku êrîşî xebatkarên mirovî bikin, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Jinên DAIŞê zarokan han didin ku kêşeyan der xînin û fermanên din bi cih bikin, û herwiha ew bi kar û erkên çavdêrîyê rasipastine, çalakgerekî civakî bi navê Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku piştî ku Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ên Kurdî (Asayîş) dorpêçeke ewlehî li dorarîşegêrên ku tundî li nava kampê pêk anîbûn sepandin, jinan ferman li zarokan kir ku kêşeyan di şûna wan de pêk bînin.

Wî got ku wan zarok han dan ku kaviran biavêjin otombîlên xebatkarên warê mirovî, yên serdana kampê dikin bo dayîna guhlêdana bijîşkî û xizmetguzarîyên din ji rûniştîyên kampê re, û herwiha ku êrîşî xebatkarên mirovî jî bikin.

Komek ji keçan li deverekê di kampa Holê re dimeşin, kampa ku bi dehên hezaran jin û zarokên DAIŞê vedihewînin. [Wêne ji North Press Agency hatiye wergirtin]

Komek ji keçan li deverekê di kampa Holê re dimeşin, kampa ku bi dehên hezaran jin û zarokên DAIŞê vedihewînin. [Wêne ji North Press Agency hatiye wergirtin]

Ev bermahîya konê jineke Uzbekî ye li kampa Holê. Tê gotin ku konê jinê hat şewitandin ji ber ku wê red kir fermanên yekîneya hesbayê,ya ku hinek jinên DAIŞê ava kirine, peyrew bike. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Ev bermahîya konê jineke Uzbekî ye li kampa Holê. Tê gotin ku konê jinê hat şewitandin ji ber ku wê red kir fermanên yekîneya hesbayê,ya ku hinek jinên DAIŞê ava kirine, peyrew bike. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Salih got ku Asayîşê pir ji nêz veçavdêrîya jinên DAIŞê yên guman hebû ku dixwazin ku tundîyê li nava kampê pêş bixin dikirin, û teqez kirin ku ew hewl didin ku zarokên li kampê bi kar bînin bo pêkanîna vê meremê.

"Lêpirsîn bi van jinan re hat kirin têkildarî berdewamîya wan li ser îdyolojîya DAIŞê û cihgirtina wan di lêdan, kuştin û şewitandina konan de, piştî ku wan yekîneyek hesbayê ("polîsê şerîetê") li nava kampê ava kir," wî got.

Wî got ku ligel hewla handana zarokan, jinan ji wan xwest ku agahîyan di nav wan de belav bikin bo ew neyên naskirin û girtin, û ew bi erkên mîna çavdêrîyê û belavkirina nûçeyên li dor çalakîyên kampê sipartin.

Cudakirin û vegerandina zarokan bo welatên wan

Destpêka vê mehê, rêveberîya kampê 35 sêwîyên Rûs ên ser bi DAIŞê ve rasdestî şandeyekê li Qamişloyê kirin bo vegerandina wan bo welatê wan ê resen, AFP ragihand.

Di dawîya Kanûna Duyem de, desthilatdarên Kurd got ku wan 21 zarokên sêwî ji kampa Holê bo kampa Roj, a Kurdan lava kiriye, ew jî li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, veguhestin, di nav de du zarokên Fransî yên ku qewle bo welatê wan werin şandin.

Zarok, ku hinek ji Fransa, Misir û Daxistanê ne, beşek in ji 224 zarokên sêwî yên ku li kampa Holê dijîn.

Cabir Mustefa, berpirsekî li kampa Holê, eşkere nekir ku çima bi tenê 21 zarokên sêwî tên veguhestin, lê da zanîn ku kampa Roj bo vehewandina zarokên sêwî baştir e.

"Navendên guhlêdana li zarokan ên li kampa Holê kêmî gelek xizmetguzarîyên bingehîn in," di nav de pisporên rahînankirî û fêrker, li gorî Mustefa.

Lêkolînerên NY di Kanûna Duyem bang kir ku divê bi kêmayî zarok bo welatên wan werin vegerandin, ên ku nebûna kaxezên wan ew xistine rewşeke "pir taybet" de.

Heman mehê, peyvdara Heyva Sor a Kurdî Delal Smaîl ji AFP re eşkere kir ku ji 517 kesên ku li kampa Holê di sala 2019an de mirin 371 zarok bûn.

Wê got ku bedxwarindan, lawazîya guhlêdana tendirustî ji zarokên nû ji dayik dibin û kêmgermahî sedemên serekî yên mirina zarokan in.

Salih ji Diyaruna re got ku Birêveberîya Xweser berdewam e di xebata şandina zarokên sêwî bo welatên wan ên resen.

Wî dîyar kir ku xebat berdewam in bo cudakirina komên din ên zarokan ji rûniştîyên tundrew ên kampê boparastina wan ji îdyolojîya tundrew a ku hinek jin dixwazin wê di mejî û hişê wan de biçînin.

Wî bal kişand ku zarokên êrîş birine ser xebatkarên mirovî li kampê ev yek kirin "piştî ew hatin têgihandin ku ew kafir in û murted in û divê şerê wan were kirin".

"Bi ras, ev xebatkarên hawarçûnê hewl didin ku destê alîkarîyê ji rûniştîyên kampê redirêj bikin hevdem ligel kêmbûneke dijwar di alîkarîyan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500