Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tundrew agir bi konên kampa Holê ya li Sûrîyayê dixin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dumana agirekî ji hundirê beşekî kampa penaberan a Holê li cihê ku çekdarên bîyanî lê ne, bilind dibe. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Dumana agirekî ji hundirê beşekî kampa penaberan a Holê li cihê ku çekdarên bîyanî lê ne, bilind dibe. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Şewateke din li kampa Holê ya parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûrîyayê rû da, ku hinek jinên tundrew ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) careke din agir bi konên gelek malbatan xist, çalakgerekî herêmî ragihand.

Ev şewata plankirî li hesba ("polîsê şerîetê") vedigere,ku xwe weke pasevanên rêxistinê nîşan didin hewl didin rêgez û îdyoljîya DAIŞê bi darê zorê bisepînin, çalakger û medyavan Emar Salih Pêncşemê (2yê Nîsanê) ji Diyaruna re got.

Ev kon ên jin û malbatên ku fermanên wan red kirin bûn.

Jinên hesba agir bi sê konên beşekî ji kampa li biyabanê xistin ku bîyanî tê de ne, gelek ji wan bo tevlî refên DAIŞê bibin an bi çekdarên rêxistinê re şû bibin hatibûn Sûrîyayê.

Endamên ewlekarîyê yên li Kampa Holê lêpirsînê der barê bûyereke ku vê dawîyê qewimîye dikin ku sê kon bi agir hatin şewitandin. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Endamên ewlekarîyê yên li Kampa Holê lêpirsînê der barê bûyereke ku vê dawîyê qewimîye dikin ku sê kon bi agir hatin şewitandin. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Salih anî ziman ku agir hemû tiştên di hersê konan de şewitand û vî agirî karîbû gelek konên kampê bidaya ber xwe eger tîmên ewlekarîyê yên hundirê kampê destwerdana lezgîn nekirana.

Wî got ku ev endamên ewlekarîyê girêdayî hêzên ewlekarîya hundirîn ên Kurdî ne (Asayîş).

Li gorî Salih, wan agir bi buldozeran vemirand, ku ax bi ser agir de kirin, ku ji ber pirbûna û gurbûna wê, agir bi buldozerekê ket.

Salih dîyar kir ku birêveberê Kampa Holê ji niştecihan xwest ku wan der barê berpirsên vê şewatê de agahdar bikin da wan siza bikin û karibin rê li ber êrîşên wan ên dubare bigirin.

Wî da zanîn ku hinek jin li jêr navê hesba van êrîşan dikin, ku dibînin armanckirin û şewitandina çi kon an kesekî ku fermanên wan bi cih neyînin ji mafê wan yê rewa ye.

Wî got kubûyerek şewitandina konan berî niha di Sibatê de pêk hatibû, û dawîn êrîş berî derdora du heftîyan bû, ku welatîyekî Îraqî yê di nava Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) de kar dikir bi çakoçekî hat kuştin.

Li gorî raportine ragihandinê, Îraqîyekî din jî di meha Sibatê de bi kêrê hat kuştin.

Wî destnîşan kir ku hêzên ewlekarîyê yên li kampê lêpirsînên xwe der barê jinên tawanbarkirî de berdewam dikin, û jimareke jin girtine û dest bi lêpirsînê kirine.

Rêkarên ewlehî yên pêşketî

Salih got ku kafeyeke enternetê di hundirê kampê de weke beşekî rêkarên ewlehî hat girtin, û çavdêriya di nava kampê de jî hat girankirin bi hewldana ku bûyerine wisa dubare nebin.

Ji van rêkarên ewlehî zêdetir, birêveberîya kampê hinek gav bo pêşgirtina belavbûna vayrûsa Korona (COVID-19) avêtin.

Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî (IRC) Çarşemê hişyar da kubelkî vayrûs di nava kampên koçber û penaberan de bileztir belav bibe -- di nav de kampa Holê -- ku metirsîya wê ji her derê bêhtir e.

Komîteyê got ku jimara niştecihên kampê li her kîlomtreke çargoşe 37, 570 kes in.

Salih anî ziman ku rêkarên parastinê bendine hişk li ser derbasbûna kamyonên xwarinê sepandine û çalakîyên ne pêwîst hatine betalkirin ên dihêlin xelk li hev kom bibin, her wekî kon jî têne pakkirin û paqijkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500