Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Kesine qaçaxîya mirovan dikin li kampa Holê tên girtin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du jinên DAIŞê piştî demeke kurt tên dîtin piştî hatin girtin dema wan hewl da ku ji kampa Holê birevin di vê skrînşûta ji vîyoyeke ku ji alîyê North Press hat belavkirin.

Du jinên DAIŞê piştî demeke kurt tên dîtin piştî hatin girtin dema wan hewl da ku ji kampa Holê birevin di vê skrînşûta ji vîyoyeke ku ji alîyê North Press hat belavkirin.

Hêzên ewlekarîyê yên berpirsyar li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê bi awayekî serkeftî hewldana hejmareke jinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku birevin têk birin, efserekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) got.

Kesên hewl didan ku birevin hatin girtin weke beşekî ji operesyona çavdêrîkirinê ku herwiha toreke sivîl û bazirganên ku peyman da ku kampê da bîn bikin, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Xoca got ku hewldana revê ya herî dawî ji alîyê xwedîyê sarincekê ku eva vexwarinê dibe kampa biyabanî hatibû hevahengkirin.

Dema hêzên ewlekarî sarincîk seh kir, du jinên Uzbekî yên ku têkilîyên wan bi DAIŞê re hebûn hatin dîtin ku xwe di jûreke nepenî de vedişartin, jûra ku li binê sarincîkê bû, wî got.

Efsereke ewlekarîyê ya jin li kampa Holê jineke DAIŞê qayil dike ku ji jûreke veşartî li jêr sarîncekê di vê skrînşûtê de di vîdyoyeke ku ji alîyê North Press ve hat belavkirin.

Efsereke ewlekarîyê ya jin li kampa Holê jineke DAIŞê qayil dike ku ji jûreke veşartî li jêr sarîncekê di vê skrînşûtê de di vîdyoyeke ku ji alîyê North Press ve hat belavkirin.

Jin û ajoker hatin girtin, ajokerê mukir hat ku wî hewldana revê hevaheng kir û wî pere li hember vê yekê wergirtin û mukur hat ku hevkarên wî li derveyî kampê hene, li gorî Xoca.

Berî çend rojan, hêzên ewlekarî hewldaneke revê ya din ku ji hêla çar jinên xwedî nasnameyên Tanzanî û Sûdanî têk birin û jin û qaçaxçî hatin girtin, wî got.

Hêzên ewlekarî yên berpirs derbarê pasvanîya Holê vê dawîyê çavdêrîkirin li hundirê kampê qayim kir û bîst û çar saetan çavdêrîkirina wê dikin di rêya kamereyên zêde re yên ku hatin danîn da ku çi çalakîya gumanbar hebe kifş bikin, Xoca got.

Hêzên ewlekarî ne tenê çavdêrîya hewldanên revê dikin, lêbelê hewiha ew çavdêrîya êrîşên ji alîyê yên xwe weke zêrevanan tayîn kirine, yên weke hesba tên naskirin, ("polîsê şerîetê") dikin.

Jinên hesbayê, yên girtine ser milên xwe ku misoger bikin ku jinên li kampê bi ya fermanên tund ên ji alîyê DAIŞê ve dikin -- di nav wan de pêbendbûna bi qanûnên lixwekirna kincan -- êrîşî dijberên xwe kir, li wan dan û heta ew kuştin jî.

Xoca got ku çavdêrîkirina zêde di hundirê kampê de hişt ku heta asteke mezin rûdana bûyerên mîna van vê dawîyê kêm bibe û destnîşan kir ku gelek niştecîyên kampê reftar û kirarên jinên DAIŞê red dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500