Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Piştî "lihevhatinê": Operasyonên rejîma Sûrîyayê yên bêdeng

AFP

Xortin rahînana serbazî li ser destê artêşa rejîma Sûrîyayê dibînin li Qteyfayê, li bakurê Şamê di 22yê Sibata 2016an de. [Luey Bişara/AFP]

Xortin rahînana serbazî li ser destê artêşa rejîma Sûrîyayê dibînin li Qteyfayê, li bakurê Şamê di 22yê Sibata 2016an de. [Luey Bişara/AFP]

Cudabûyê ji artêşa Sûrîyayê Selam tifaqeke radestbûnê bi rejîmê re wajû kir ku qewl bû ew rêkeftin ew parastibaye, lê piştî ku bo leşkerîya neçarî hat xwestin, ew wenda bû û piştî çend mehan hat îlankirin ku ew miriye.

"Ew çû û qet venegerîya,"birayê wî yê jê mezintir got.

Selam yek ji hejmareke mezin a zêde dibe a çekdarên berê yên ropozîsyonê ne ku nebedî bûne, mirine yan rastî eşkenceyê li ser destê hêzên rejîmê hatine, piştî wanrêkeftinên lihevhatinê wajû kirin li deverên ku careke din rejîmê ew kontrol kirine.

Herî kêm 219 kesên ku rêkeftinên wiha wajû kiribû di du salên borî de nebedî bûne, di nav de 32 kesên ku ji bereşkenceyê di zindanên rejîmê de mirine, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Piranî şênîyên parêzgeha Deraayê li başûrê Sûrîyayê ne, ku ew landika serhildana Sûrîyayê ya sala 2011an e.

Piştî ku rejîmê bi piştevanîya Rûsyayê sala 2018an dest danî ser deverê, piranîya çekdarên opozîsyonê biryar dan ku bimînin piştî wajûkirina rêkeftina lihevhatinê.

Di nav de Ehmed, çekdarekî berê yê opozîsyonê, û birayê wî Selam, cudabûyekî ji artêşê û çekdarê opozîsyonê yê ku temenê wî 26 di wê demê de.

Ehmed biryar da tevlî yekîneyeke rejîmê ya bi piştevanîya Rûsyayê bibe, lê Selam biryar da vegere leşkerîya neçarîweke ku li gorî rêkeftina teslîmbûnê jê dihat xwestin, tevî qebûlnekirina birayê wî, yê ku ditirsa ew were girtin yan xerabtir bi serê wî were.

"Ew bi min re axêvî û got ku ew dê xwe radest bike bo leşkerîya neçarî pêk bîne," Ehmed got , ew aniha 40-salî ye, ew bernavekî bi kar tîne ji tirsa girtinê.

"Min hewl da ku ez wî rawestînim, lê ew rijd û bi israr bû."

Di tarîyê de

Li gorî rêkeftina teslîmbûnê, şeş meh derfet li pêşya Selam bû bo ew tevlî hêza xwe ya artêşê ya kevin bibe.

Berî du meha ji qedandina mohletê, ew çû ofîsekê li Şamê bo tevlî leşkerîyê bibe û ew ji wê demê de nehatiye dîtin.

Malbata wî heta sala 2019an di tarîyê de bû, dema ku rejîmê bersiva dawakarîyeke wan da bi notekê bi xetê dest ku dîrok û hejmara laş li ser hatibû nivîsîn.

Ehmed qebûl nake ku birayê wî hatine kuştin, lê ew dibêje eger ew miribe, sedem an eşkence ye yan rewşên pir xerab ên zindanê ne.

"Me rêkeftina lihevhatinê qebûl kir ji ber ku tu derfeteke din nebû bo bo em xwe biparêzin," Ehmed got.

"Min karî ez xwe biparêzim, lê birayê min nekarî û ew ji destê me çû."

Komeke çalakgeran li Deraayê mirina 14 cudabûyên ji artêşê ji sala 2018an de belgeh kirine.

Hinek li xalên pişkinînê hatin girtin, û hineke din mirin dema ew dubare tevlî artêşê bûn, Navenda Belgehkirina Şehîdan got.

Lê "rejîmê laş radestî malbatan nekirine û ne jî gotiye wan ew li kûderê hatine veşartin", li gorî navendê.

Diyna Semaan, lêkolînereke Amnesty International, hikûmet bibinpêkirina xalên rêkeftinên teslîmbûnêli Homs, Deraa û gundewarê şamê gunehbar kir.

"Xelkên li deverên li jêr kontrola hikûmetê, bi taybetî ên bi hikûmetê re 'lihevhatin' pêk anîn, bi berdewamî xeterî heye ku werin girtin, eşkencekirin û kuştin di girtîgehan de," wê got.

Omer Herîrî ji Navenda Belgehkirina Şehîdan got ku rêkeftinên lihevhatinê lêborîn têkildarî tawanine din ji bilî dijberîkirina rejîmê nehundirandin.

Lewra "rejîmê gunehbarîyên bi tawanan li dijî gelek kesan rîstin" an sûcên biçûk weke behane bi kar anîn bo wan bigire.

"Sozên derew"

Sara Keyalî ji rêxistina Human Rights Watch got ku ev girtin, eşkencekirin û kuştinên di girtîgehan de nîşan didin ku rêkeftinên teslîmbûnê "bi temamî bêsûd in".

Wê got ku "wan pir hewl da ku dilê xelkê bixin cih de, lê li ser zemînê wan vajî vê yekê kir".

Wê got ku vê yekê "nîşaneke pir xerab" gihand kesên ku dixwazin vegerin deverên li jê kontrola rejîmê.

Di haleteke ku vegerên wiha han nade, sê bira -- du çekdarên berê yên rejîmê --hatin girtin çend rojan piştî wajûkirina rêkeftinên lihevhatinê di sala 2018an de, çavkanîyekê di komeke mafên mirov de got. Ew ji wê demê de nebedî ne.

Di haleke din, di destpêka 2014an de, çekdarê opozîsyonê Omer, ew wê çaxê 25-salî bû, xwe radestî hêzên rejîmê kir piştî du salan ji dorpêçê li bajarê Humsê.

Birayê wî got ku ew ji artêşê cuda bû berî ku ew tevlî opozîsyonê bibe.

Li gorî rêkeftina teslîmbûnê, Omer -- ew jî bernaveke -- dê bo du rojan lêpirsîn pê re were kirin, pişt re divê ew di heyama şeş mehan de dîsan tevlî artêşê bibe.

Lê li şûna vê yekê, ew tev hinek çekdarên berê di dibistanekê de hatibûn hiştin pişt re ew bozindana Seydnayayê, ku zindanke li Şamê ye bi eşkenceya xwe ya xerab navdar e, hatin şandin.

"Me çar sala pere didan bo ew piştrast bin ku ew di zindanê de sax e," birayê wî got.

Wî got ku Omer hatiye serbestberdan, lê ew hat neçarkirin ku yekser tevlî artêşê bibe.

Tevî ew "hêvî dike ku careke din bireve, ew hest dike ku ew destgirtî ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500