Nûçeyên Iraqê
Civak

Rejîma Sûrî ciwanan li gundewarê Şamê digire û wan dibe leşkerîyê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşker xaleke pişkinînê ya rejîma Sûrîyayê li derveyî Şamê diparêzin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Orient TV hatiye wergirtin]

Leşker xaleke pişkinînê ya rejîma Sûrîyayê li derveyî Şamê diparêzin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Orient TV hatiye wergirtin]

Ciwan li navçeya Xûtaya Rojhilatî, li derveyî Şamê, ku berî niha asêgeheke opozîsyonê bû, rastî bertengkirineke zêde tên ji hêla rejîma Sûrîyayê ve, tevî sozên ku hatine dayîn di çarçoveya rêkeftinên lihevhatinê yên bo bidawîkirina şer de.

Şênî û çalakgerên xwecihî dibêjin ku çekdarên berê yên opozîsyonê çekên xwe danîn li hember soza ku ew dê neyên girtin, lê rejîma berdewam e di girtina ciwanan de û di derxistina muzekernameyên girtinê de berdewam e.

Birêveberîya Hewalgirîya Hêza Asmanî ya rejîma Sûrîyayê lîstek berhev kiriye ku navên bi hezarên ciwanên ji gundewarê Şam dihundirîne, çalakgerê ji Xûtayê Mihemed Bêk ji Diyaruna re teqez kir.

Bêk got ku lîst li ser yekîneyên serbazî, sazîyên hikûmetê, muxtar û xalên pişkinînê hatiye belavkirin, ligel fermanên bo xebatkarên ewlekarîya rejîmê ku girtinan bidomînin.

Ciwanin li kolaneke ku şer ew wêran kiriye dimeşin li bajarê Dariyayê li gundewarê Şamê. [Ev wêne ji dîmenke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Ciwanin li kolaneke ku şer ew wêran kiriye dimeşin li bajarê Dariyayê li gundewarê Şamê. [Ev wêne ji dîmenke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Cotkar li zevîyekî li Dêr el-Sefîr li Gûtaya Rojhilatî, li derveyî Şamê, roja 10ê Hezîranê dixebitin. [Luey Bişara/AFP]

Cotkar li zevîyekî li Dêr el-Sefîr li Gûtaya Rojhilatî, li derveyî Şamê, roja 10ê Hezîranê dixebitin. [Luey Bişara/AFP]

Wî daxuyand ku ku ciwanên ku navên wan di lîstê de heye, yên ku ji deverên mîna Xûtaya Rojhilatî û Herestayê ne, divabû ku beşek bane ji lêborîna rêkeftina lihevhatinê.

Wî got ku herwiha hejmarek mezin ji wantevlî rêzên Firqeya 4ê ya artêşa Sûrîyayê û milîsên ser bi rejîmê ve hatine kirin, û hinek ji wan bo Idlibê hatine veguestin bo ew di şer û pevçûnan de cih bigirin.

Wî got ku belavkirina vê lîstê bû sedema rewşeke tevlîhevîyê, û da zanîn ku bi dehan ciwanên ku di nava hêzên rejîmê de hatine tecnîdkirin ji yekîneyên xwe revîyan piştî van dengûbasan.

"Herkes ji alozîya ku heye nîgeran e û xelk ditirse ku rewşa li Deraayê qewimî dubare bibe," wî got.

Parêzgeha Deraayê li başûrê Sûrîyayêpêlek ji xwenîşandanan himbêz kir ji ber hêrsa cemawerî li dijî rejîmê, ya ku ciwanên deverê bêserûber digire.

Hevdem ligel zêdebûna alozîyan, hejmarek ji leşkerên rejîmê hatine kuştin an jî birîndar bûne di êrîşên çekdar de li ser xalên ewlehî û rêbendên wan.

Sozên nehatine bicihanîn

Rejîma Sûrîyayê sozên ku dan di dema rêkeftinên lihevhatinê de pêk neanîn, rêkeftinên ku bûn encama radestkirina çekên hemû komên çekdar û têkdana wan koman, xwendekarekî Zanîngeha Şamê bi navê Muhsin Neqrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku ligel girtinên bêserûber, seqamgîrî û ewlehî tune ne û jêrxaneya girîng û bingehîn nehatine berdestkirin.

"Vê yekê bargiranîyek li ser xelkê dirust kir, yên ku neçar bûn ku cenetorên kehrebeyê û ava vexwarinê bikirin," wî got.

Wî teqez kir ku hîn nirxên xwerinê û pêdivîyên serekî bilind in, û rejîma Sûrîyayê "tiştekî nake bo nehêle ku bazirgan tiştan li xelkê giran nekin".

Neqrî got ku divabû ku ew pereyekî gelek bide hikûmetê bo ew karibe bi serbestî biçe Şamê û xwendina xwe ya zanîngehê berdewam bike piştî ku ew dora çar sala dûrî ket ji ber rewşên ewlehî.

Dibistan hîn girtî ne

Medyavanekî berê, bi navê Edhem Şerîf, ku aniha weke mamoste dixebite, got ku tevî sozên rejîmê ku ew di zûtirîn dem de dibistanan veke, hîn piranîya dibistanan li gundewarê Şamê girtî ne.

"Hinek dibistan nehatine nûkirin piştî ku ew ji ber şer wêran bûn," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku dibistanên ku bi tenê destkarîyeke biçûk ji wan re divê hîna kesî dest li wan nedaye.

Wî got ku Wezareta Kehrebeyê qebûl nekir ku dîsan kehrebeyê bigihîne bi dehên dibistanan, li jêr behaneya ku ew divê ew fatorên kehrebeyê yên ku nihatine dayîn di dema şer de werbigirin.

Şerîfî got ku hejmareke biçûk a dibistanan dîsan dergehên xwe vekirine, lê pirtûk û pêwîstîyên perwerdahî yên serekî hîn neberdest in, û mûçeyên karmendên nû ne zêdeyî 16,000 lîrayên Sûrî ne, wate ($31).

Wî teqez kir ku mûçeyên karmendên berê dîwarê 40,000 lîrayên Sûrî, wate ($77), ku ev têra malbatekê bi tenê dora çend rojan dike, ji ber hilweşana nirxê diravên Sûrî û bilindbûna nirxên pêdivîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500