Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Hums û Hema rêkeftina lihevhatinê protesto dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bêwarên bajarê Restenê li Idlibê tevlî protestoyekê dibin bo derbirîna redkirina xwe ji rêkeftineke lihevhatinê ya bi rejîmê re. [Fêsel Ehmed]

Bêwarên bajarê Restenê li Idlibê tevlî protestoyekê dibin bo derbirîna redkirina xwe ji rêkeftineke lihevhatinê ya bi rejîmê re. [Fêsel Ehmed]

komên opozîsyona Sûriyê û sivîlan li Hums û Hemayê vê heftîyê dest bi zincîreke protestoyan kirin li derbarê mercên agirbestê û rêkeftina lihevhatinê bi rejîmê re, çalakvanekî xwecihî got.

Şênî mercên rêkeftinê -- hevalbenda rejîmê Rûsya dide pêş di naveroka xwe de hevşêweyî rêkeftinên li beşên din ên Sûrîyê ne -- wekî bêrûmetkirinê dihejmêrin, çalakvan Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got.

"Her dema ku şênî ji mercên rêkeftinê xeberdar bûn, wan ew red kir. û xwenîşandan li piranîya gund û bajarokan li herêmê rêxistin kirin," wî got.

Wî got ku protesto êvara Sêşemê (1ê Gulanê) dest pê kirin, û roja Çarşemê dewam kirin, û b ipiranî li van deveran bûn: Hola, Resten, Telbîsê, Tel Zeheb û Dar Kebîrayê.

Ehmed got ku rêkeftin gefeke rasterast hildigre: Radestkirina hemû çekên giran berîya nîvroya Çarşemê, yan dê bibin armanca operasyonên serbazî.

Rêkeftinê tu garantî li ser selametîya çekdarên opozîsyonê û kesên ku dixwazin ji herêmê ber bi Idlibê ve û bajarokê Cerablusê li Helebê biçin nedane, eger çarenivîsa girtîyên di girtîgehên opozîsyonê de ne neyê eşkerekirin.

Mercên rêkeftinê

Ehmed got ku mercên rêkeftinê radestkirina çekên giran heta nîvroya Çarşemê û derketina çekdar û sivîlên ku dixwazin biçin Cerabuls û Idlibê di heyama heta Tîrmehê de dihundirîne.

Derketina hevbendîya tundrew ya Tehrîr el-Şam rehndar bû bi bêvirandina çarenivîsa 200 şênîyên ku di girtîyên wê de girtî ne, û ji milîtanan li Holayê hat xwestin ku ew çarenivîsa girtîyên ji Eqrebê eşkere bikin.

"Rêkeftinname bi eşkere dibêje ku selametîya elementên opozîsyonê yên çûyî dê neyê garantîkirin heta çarenivîsa girtîyan neyê eşkerekirin," Ehmed got.

Ew derbasbûyîna artêşa Sûrî bo herêmê, û rêxweşkirina rêyê bo fermanberên hikûmetê û efserên artêşê yên nikarîbûn vegerin ser karê xwe dihundirîn.

Heyama şeş mehan muhlet hat dayîn bo kesên ku nikarîne tevlî erkê leşkerîya neçarî di artêşa Sûrî de bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500