Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Li zindana Sêdnaya "mirin hertimî hazir e"

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîra

image

Zindanî li pişt qeydên zindana Sêdnaya li Sûriyê digihin. Raporteke Amnesty eşkere dike ku 13,000 girtî ji 2011an ve hatine bidarvekirin. [Wêne ji erşîva Beşîr Besam]

Raporteke nû a Amnesty eşkere dike ku rejîma Sûrî 13,000 zindanî ji sala 2011an ve bidarve kirine û hovîtiya rejîmê ya li hember dijberên wê diyar dike, zindaniyên berê û çalakvanên mafên mirov ji Diyaruna re dibêjin.

Di raporta wê ya ku 7ê Sibatê belav bûye hatiye, "Qesabgeha Mirovî: Bidarvekirinên bikom û qirkirina li Zindana Sêdnaya ya li Sûriyê", rêxistina navdewletî rejîma Sûrî bi meşandina "polîtîkeke qirkirinê" tohmetbar kir.

Raport, xwe dispêre şehdebûna 84 dîdvanan, di nav de pasevanên berê yên zindanê, zindanî û dadweran, û eşkere dike ku "dora 13,000 zindanî li zindana Sêdnaya ya hikûmetê li nêzî Şama paytext hatine bidarvekirin".

Raport dibêje ku ji 2011 ve heta 2015an, komên ku herî kêm ji 50 zindaniyan li zindana Sêdnaya pêk tên her heftî ji hucreyên wan dihatin birin, li wan didan û nîvê şevê "bi awayekî nepenî" dihatin îdamkirin.

image

Wêneyeke asmanî ji zindana Sêdnaya ya li Sûriyê re. [Amnesty International]

image

Zilamên gelekî lawaz li zindana Sêdnaya li Sûriyê. Raporta dawî dibêje ku girûpên ku herî kêm ji 50 zindaniyan pêk dihatin ji hucrên wan dihatin derxistin her heftî, dihatin eşkencekirin û piştre nîvê şevê dihatin îdamkirin. [Wêne ji erşîva Beşîr Besam]

Raportê herwiha Serokê Sûrî Beşar el-Esed bi rêbazkirina polîtîkeke "qirkirinê" di zindanê de bi rêya bidarvekirinên bikom ji girtiyan re tohmetbar dike, û bibîr dixe ku kesên hatin bidarvekirin piraniya wan sivîlên dijberê hikûmeta wî bûn.

Amnesty dibêje ku kiryarên wiha "tawanên şer in û tawanên li dijî mirovahiyê ne" û da zanîn ku dibe ew hîna jî didomin.

Esed di hevpeyvînekê de roja 10ê Sibatê raport red kir û got ku "bi yekcarî ne rast e".

"Xerabtirîn şêwazên eşkencekirinê"

Zindaniyê berê di Sêdnaya de Omer Saed ku ji ber selametiya xwe xwest bernavekî bikar bîne, ji Diyaruna re got ku ew 10ê Adara 2011an li Şamê ji aliyê hêzên hewalgiriya Sûrî ve ku li kolanan belavbûyî bûn hate girtin.

Girtina dijberan piştî ku xwenîşandan li Sûriyê destpê kirin destpê kir, wî got.

Saed got ku li navendeke ewlekariyê ku heftiyekê li wir hat girtin lêpirsîn pêre hat kirin, û wê çaxê ew rastî "xerabtirîn şêwazê eşkencekirinê" hatibû.

Ew bi "terorê" hate sûcdarkirin û herwiha bi dayîna agahiyan ji "terorîstên çekdar re yên ku ji Iraqî tên", wî got, tevî ku ew dibêje ku ew tu carî tevlî siyasetê nebûye û hemû wextê xwe mijûlî karê xwe weke firoşyar bûbû.

"Ez bo zindana Sêdnaya hatim veguheztin, ku ez nêzî [sê] mehan li wir mam," wî got, û ew heyam weke "bê jiyanê" wesif kir.

Saed got ku piraniya zindaniyan her roj rastî eşkencekirinê dihatin, bi taybet kesên nû yên ku piştî destpêkirina şoreşa Sûrî hatin girtin.

"Zindançî girtiyan rastî hemû corên eşkenceyê dikin û hergav li wan didin," wî got. "Jiyan ji wan re bê nirx e û mirin hertim rêhevalê wan e, her demjimêrekê, nûçeya mirina girtiyekî di bin eşkenceyê de belav dibe yan jî bidarvekirina wî tê eşkerekirin."

Bi dehan zindanî her di heyama girtina wan de mirin, wî got, "Yan bi bidarvekirinê yan jî ji ber eşkencekirina dijwar".

Êvara 4ê Hezîrana 2011an, Saed got ku jêre hate gotin ku ew dê heftiya bê serbest bê berdan.

Ew ligel girûpeke mezin hate berdan, wî got, "piştî ku rejîmê bi çend nofan girûpek ji girtiyan serbest berdan, ji aliyekê ji bo rewşê hêmin bike, û ji aliyekî din ve ji bo bidarvekirinan veşêre".

"Piştî eşkenceya ku li Sêdnaya rastî hatim û tiştên ku min dîtin û rastî wan hatim, min biryar da ku ji Sûriyê derbikevim," wî got. "Ez tev malbata xwe reviyame Libnanê û ji wê derê çûm Misrê, ku heta roja îro ez li vir dimînin."

Tomarên sexte

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam, yê ku li Qahîra dimîne, ji Diyaruna re got ku wî bira û pismamê xwe ji dest dane piştî ku ew li Şamê sala 2012an hatin zindankirin.

"Tawanên [hatine encamdayîn] li navendên girtinê hatine piştrastkirin û raporta nû bi tenê belgeheke li ser tawankariya saziyên hikûmetê," wî got.

Piştî ku bira û pismamê wî hatin girtin, wî got, "tu agahî bi dirêjahiya çend mehan ji wan tune bûn, heta ku min nûçeya mirina wan di heyam girtinê de û definkirina wan li cihekî nenaskirî gihişte min".

Piştre hate xuyakirin ku ew bo zindana Sêdnaya hatibûn veguhestin, wî got, û li wir hatin kuştin piştî ku li ewlekariya Şamê lêpirsîn bi wan re hate kirin.

"Agahiyên ji deverên rejîmê û çavkaniyên bawerpêkirî yên rêxistinên mafên mirov gotin ku rejîm, daku tawanên xwe veşêre, her demekî hejmareke wehmî ya girtiyan serbest berdide daku xwe ji berpirsiyariyê vedize," Besam got.

"Girtî jiyana xwe ji dest dide, lê di tomaran de ew weke serbestberdayî tê hejmartin, û piştre dibe ‘windayî di şer de’," wî got.

Saziyên rejîmê bi awayekî sîstematîk sûcan dihûnin, wî got. Zindanî weke girtiyên tawankarî tên naskirin, gelek bi sîxurî, qetilkirin û tawanine din ên ku cezayê wan mirina bi bidarvekirinê ye tên tohmetbarkirin.

Îdamkirin piştî dedgehkirinên şeklî tên encamdayîn, wî got.

Ev ne yekem car e ku rejîm sêdaredanan li zindanê pêk tîne, wî got, weke ku di Îlona 1980an de ku Amnesty piştrast kir ku bêhtirî 1,000 girtiyên siyasî li zindana Tedmur a serbazî hatin bidarvekirin.

"Vegera ji dojehê"

Elî Ebû Dehn, yê ji başûrê Libnanê, ji Diyaruna re got ku ew di 28 Kanûna Yekema 1987an de hate girtin û 15ê Kanûna Yekema 2000an serbest hate berdan, piştî ku dawîn heyama cezayê xwe li zindana Sêdnaya qedand.

"Zindana Sêdnaya xwedan navûdengiyeke xerab e ji ber gelek binpêkirin, eşkencekirinên hovane û kûştinên sîstematîk lê pêk tên," wî got.

"Miştkirina odeyekê bi girtiyan li gorî lojîk û standerên mirovî nayê pejrandin. Bi dehan, hinek caran bi sedan, girtiyan dixin yek hucrê ligel bêhna nexweş bê av, xwarin û derman," wî got.

Ew raporta Amnesty weke "bangeke ji hemû zindiyan re li cîhanê" dibîne.

Ebû Dehin di kampanyayên ku daxwaza serbestberdana girtiyan ji zindanên Sûrî dikin de çalak e, û girtina xwe û eşkenca ku ew rastî hatiye di pirtûkekê, şanoyekê û filmekî de bibelgeh kiriye.

"Dema ku ez ji zindanê derketim, min biryar da ku li dor tiştên bi min re çêbûn bi hurgilî binivîsim û qala mêtodên hovane yên ku li girtîgehên rejîma Sûrî tên bikaranîn bikim bi rêya nivîsandina bîrhatinên xwe," wî got.

Pirtûka wî, "Vegera ji dojehê - Bîrhatinên Tedmur û xwîşkên wê", di sala 2012an de hate çapkirin û qala eşkenca cesteyî û derûnî ya ku ew û girtiyên din rastî hatin û şûnên wan ên xerab dike, wî got.

Di sala 2016an de filmek bi sernavê, "Tadmur", bi hevkariya ligel Komela Girtiyên Libnanî li Sûriyê hate sazkirin, bi lîstina girtiyên Libnanî yên berê ji rola qehremaniyê re û bi derhênana hevbeş a Monîka Borgmann û Luqman Selîm.

Şanoya wî, "Kursiyê Elmanî", herwiha qala jiyana li zindanên Sûrî dike, wî got, da zanîn jî ku wî sernavê şanoyê ji navê yek ji awayên herî naskirî yên eşkencekirinê, ku dibe ku carnan bibe sedema şikîna pişta zindanî, wergirtiye.

Tawanên li dijî mirovahiyê

Li gorî zagona cezayan a sala1979an, cezayê îdamê bi zindanîkirina hertimî tê guhertin eger sûc siyasî be.

Lê belê, ev çênebûye, û hîna jî Sûriye cezaya mirinê di van haletan de ferz dike, lêkolîner di Navenda Herêmî bo siyasetên Stratejîk de profesorê yasaya tawanan li Zanîngeha Qahîra Wail el-Şerîmî ji Diyaruna re got.

"Rejîm tohmetên xwedan gelektirîn ceza dihûne daku cezayê mirinê heq bike daku kiryarên xwe yên tawankarî derheqê sivîlên bêwan de yên ku weke girtiyên siyasî tên naskirin pêk bîne," wî got.

Eşkencekirin û kuştina girtiyên siyasî weke tawanekê li dijî mirovahiyê tê naskirin li gorî Rêkeftina Roma ya Dedgeha Navdewletî ya Tawanan, wî got.

"Tawanên li dijî mirovahiyê li Dadgeha Navdewletî ya Dadê li Lahayî tên dadgehkirin," wî got, û da zanîn ku divê rejîma Sûrî li ser kiryarên xwe bê cezakirin, ku ew bi zelalî binpêkirin ji yasaya navdewletî re ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500