Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Qeyranek li zindana Humsê serî hildide, çalakvan hişyariyê didin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

image

Girtiyên li Zindana Navendî ya Humsê di vê wêneya ku divegere sala 2016an xuya dikin. [Wêne ji Iyad Asî hatiye wergirtin]

Zindana Navendî ya Humsê, ku ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê ve tê birêvebirin, li ser kevîya krîzeke mirovî ya mezin e, çalakvanekî Sûrî ji Diyaruna re hişyariya vê yekê da.

Girtiyên siyasî yên ku li zindanê ne roja Sêşemê (17ê Cotmehê) protestoyek li dar xistin daku daxwaza serbestberdana xwe bikin piştî çendîn salan ji girtina bêyî dadgehkirin, çalakvanê medyayî Iyad Asî, got.

Hejmarek ji çalakvanan karîn ku pêwendiyê bi hinekan ji nêzîkî 2,000 girtiyên di zindanê de bikin, wî ji Diyaruna re got.

Ji vê hejmarê, wî got, bêtirî 500 bi awayekî bêserûber hatibûn girtin ji ber li dijî rejîmê Sûriyê ne û li jêr girtina îdarî ne. Yek ji wan jî nehatiye dadgehkirin.

image

Wêneyeke ku bi nehênî hatiye bidestxistin protestoya girtiyên Zindana Navendî ya Humsê ya roja Sêşemê (17ê Cotmehê) hatiye orgenîzkirin nîşan dide. [Wêne ji Iyad Asî hatiye wergirtin]

image

Girtiyên li Zindana Navendî ya Humsê grevekê li dar dixin ku tê de daxwaza serbestberdana xwe dikin di protestoyeke de ku berî aniha li zindanê hatiye orgenîzkirin. [Wêne ji Iyad Asî hatiye wergirtin]

Hinek ji wan ev bêtirî pênc salan girtî ne, Asî got, anî ziman ku "hejmareke mezin ji girtiyan li zindanine din girtî bûn û berî şeş mehan li zindana Humsê hatin komkirin".

"Protestoya niha û grevgirtina ji xwarinê destpê kir piştî ku zindankerê nû ferman da ku hinek madeyên xwarinê yên sereke ji girtiyan werin qutkirin," Asî got.

Ew herwiha qebûl nakin ku dermanan an jî guhdana bijîşkî werbigrin, wî got, û rê ji wan re nayê dayîn ku pereyên ku kesûkarên wan an jî serdanker ji wan re dibin werbigrin.

Tedbîrên cezakirinê yên tund

Dema ku zindaniyan isyana medenî ragihand û daxwaz kir ku Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor destêwerdanê bike daku wan rizgar bike, av û elektirîk li ser zindanê hat qutkirin ji aliyê rêveberiya wê ve, Asî got.

Ji ber ku bitirs bûn ku hêzên taybet ên li zindanê êrîşî hucreyên ku ew di wan de girtî ne bikin, girtiyan ev cih bi alavên sade yên berdest girt, wî got jî.

"Di haleta êrîşkirinê de, dibe ku komkujiyeke rastî di nav girtiyan de çêbibe," wî hişyarî da, ji ber hejmara mezin ûqerebalixiya zêde.

Di zindanê de, Asî got, hucreyeke ku ji çar heta pênc kesan re ye 20 kes di wan de ne, û holên mezin bi dehên girtiyan mişt in ku heta bi pêwîstiyên herî sereke li ba wan tune ne.

Gerek krîza Zindana Navendî ya Humsê dema rêkeftinên lihevkirinê navbera rejîm û komên opozîsyonê de hatiba çareserkirin, wî got.

Lê rejîmê xwe ji van rêkeftinan vedizî bi hinceta girîngiya dadgehkirina zindaniyan, ku heta niha pêk nehatiye, Asî got.

"Piraniya girtiyan bi tundî ji ber sedemên siyasî hatin girtin piştî destpêkirina karê şoreşgerî li Sûriyê," wî got.

Kesên ku ji wan çek hilgirtibûn bi Artêşa Azad a Sûriyê re bûn, wî got jî -- wate ne bi komên terorîst re yên ku niha li Sûriyê ne.

Dîrokek ji tundutûjiyê

Ev ne yekem car e ku kêşe li Zindana Navendî ya Humsê derdikevin.

Di 1ê Tîrmehê sala 2012an de, tevlîhevî li zindanê çêbû, û zindaniyan beşek jê kontrol kirin, li gorî Human Rights Watch (HRW).

Weke bersiv, hêzên rejîmê zindan dorpêç kir, fîşekên zindî û gaza rondikrêj bikar anîn ji bo êrîşkirin li ser zindaniyan, û xwarin û av ji wan qut kirin.

Herî kêm kuştina heft kesan, di nav de sê zarok, wiha hatibû ragihandin.

Piştî bûyerê, HRW bang li hêzên ewlekarî kir, di nav de pasevanên zindanê, ku pêbend bin bi Bingehên Sereke yên NY derbarê Bikaranîna Hêzê û Çekan ji aliyê Berpirsên Bicihkirina Yasayan.

Ew bingeh bang li berpirsên bicihkirina yasayan dikin ku "ziyan û birîndarkirinê kêm bikin, û rêzê li jiyana mirovî bigrin û biparêzin" û ku hêza kujer tenê wê demê bikar bînin di haletên nerev de ji bo parastina jiyanê.

Hêzên rejîma Sûriyê isyaneke din li zindanê di 9ê Îlona 2013an de bêdeng kir, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Di 2014an de, girtiyên Zindana Navendî ya Humsê ketin greveke birçîbûnê ji bo protestokirina berdewamkirina girtina wan, Rewangehê got.

Hinek ji wan dema hukmê xwe derbas kiriye, hinekên din hetahetayî hatine cezakirin ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandanan de destpêka şoreşê, lê belê yên mayî zindaniyên tawanbar bûn ku dema hukmê xwe temam kirine jî lê nehatine berdan, ji ber ku rejîm îdia dike ku dosyeyên wan winda bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500