Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Zindaniyên berê piştgiriya idîayên derbarê şewtîngeha Seydnaya dikin

Tamir Ebû Zêd li Beyrûtê

image

Dîmenek ji fîlmê "Tedmur" mameleya tund li zindanên rejîma Sûrî nîşan dide. Aktorên di fîlm de, yê ku sala 2016an hat belavkirin, bi xwe girtiyên berê bûn. [Wêne ji fîlmê Tedmur]

Tevî ku rejîma Sûriyê tometên ku wê şewtîngeh pêk anîn daku ji laşên girtiyên ku di zindana serbazî ya Seydnaya de miribûn xilas bibe red dike, zindaniyên berê ji Diyaruna re dibêjin ku ezmûnên wan nîşan didin ku ew tawanbar e bi wan tometan.

Di naverasta Gulanê de, Amerîka wêneyên satelîtê yên ku di destpêka 2015an de hatinbûn girtin eşkere kirin ku di wan de xuya dike ku rejîma Sûriyê şewtîngeh di mezintirîn zindana Sûriyê de ava kiribû.

Wêneyan berfa ku li ser banekî dihele û sîstemên baguherînê yên mezin ên girêdayî komavahiya derveyî Şamê nîşan dan, idîayên ji aliyên girûpên mafên mirov ve ku Seydnaya navendeke îdamkirinê ye didin xuyakirin, AFP ragihand.

"Ji 2013an ve, rejîma Sûrî yek ji avahiyên zindana serbazî ya Seydnaya nû kir ku tê bawerkirin ku şewtîngehek lê hat zêdekirin," Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Jêrîn Stuart Jones, got.

Dibe ku ev yek "hewl be ji bo veşartina kuştinên komî yên ku li Seydnaya çêdibin", wî got.

Amnistî Internaşnal rejîm bi pêkanîna "siyaseteke qirkirinê" di zindanê de tometbar kir.

Raporta çavdêrgehê, ya bi navê "Qesabxaneya Mirovî: Îdamkirin û qirkirina komî li zindana Seydnaya", bi hûrgilî behsa îdamkirinên komî yên adetî navbera 2011 û 2015an dike.

Herî kêm carekê di hefteyê de, heta bi 50 zindaniyan ji huncreyên wan dihatin derxistin ji bo dadgehkirinên tund, lêdanê û piştre îdamkirina "di nîva şevê de û di nehêniyeke tam de", raportê got.

Li gorî çavdêrgehê, Jones got, navbera 5,000 û 11,000 kes tenê ji 2011 heta 2015an di zindana Seydnaya de hatin kuştin.

"Derbasbûnek bo dojehê"

Tometên Amnistî bi şahidbûnên zindaniyên Libnanî yên berê di zindanên Seydnaya, Tedmur û Mezê de hatine bibelgekirin, ên ku ji Diyaruna re dibêjin ku ew bi tometên li dijî rejîmê nematmayî ne.

"Girtin li Sûriyê ne seyran e, lê derbasbûneke bo dojehê di cîhana nenasiyê de ye," endamê Komeleya Zindaniyên Libnanî di Zindanên Sûriyê de Rîmond Swêdan, ku bo pênc salan di zindana Mezê de girtî bû (ji 1993 heta 1998an) ligel birayê xwe, Mîşêl, ji ber "tûjkirina" li dijî rejîmê.

"Metodên îşkencekirinê ji aliyê tu mirovî ve nayên bawerkirin," wî got. "Zindanker van metodan di xewna xwe de dibînin, di nav de zincîra daleqandinê, berika firoker û kursiyê elektirîkê."

"Tu dikarî ji xwe re me tesewir bikî ku em di nîva şevê de tên şiyarkirin, û bi navê xwe yê siyanî, û navê dayikên xwe werin bangkirin, û piştre çavên me bi pejgîran werin girtin û em hemû bo meydana îdamkirinê werin birin ku destên me li ser serê me ne weke ku em li kolîsyumeke Romanî bin?" wî pirs kir.

"Helbet min bi şewtîngehekê di zindana Seydnaya de bihîstiye, lê tiştê girîngtir ew e ku siyasetvanên nav û derveyî [dervî Sûriyê] bi van şewtîngehan bibihîzin," Swêdan got.

"Awayên kirêt ji tundutûjiyê"

Reftara rejîma Sûriyê bi zindaniyan re "bi awayekî zêde hovane û nemirovî ye", serokê Komeleya Zindaniyên Libnanî di Zindanên Sûriyê de Elî Ebû Dihin, got.

"Zindanî û girtî rastî awayên herî kirêt ên tundutûjiyê tên," wî ji Diyaruna re got, ji nav wan "lêdan, îşkencekirin, sixêf, rezîlkirin û bêparkirin ji raketin û xwarinê".

"Zindankerên Sûrî hovên bêrehm in ku berê xwe didin hemû awayên lêdan, kuştin, îşkencekirin, rijandina xwînê, birçîkirin û bêparkirin ji avê," wî got.

"Îşkencekirin bi 'tayre' dest pê dike," Ebû Dihin got. "Zindanî 300 caran bi qamçî lêdanên li ser pêyê xwas dixwin. Ew piştre li ser 'kursiyê Almanî' tê bicihkirin."

"Cihê rûniştinê ji kursî li ser pişta wî tê danîn û darik bin çengê wî tên danîn û kursî tê şidandin [ku werîsek bi pişta wî ve ye] û piştre kursî bo pozîsyona destpêkê tê vegerandin," wî got. "Ev yek wî dixe li jêr metirsiya şikestina marîpişta wî yan jî zeyîfkirina fişkên wî."

Di hinek haletên din de, zindanî "tê neçarkirin ku li sêlimeke bilind siwar bibe, û piştre sêlimê didin erdê, yan kebok an jî enîşka wî dişike", wî got.

Hinek caran girtî tê destgirêdan û pisîkekê dixin di nav cilên wî de, ku wî birîndar dike ji ber ku qeremûşkan dike daku bireve, wî got jî. Û hinek caran girtî ji banî ve bi zincîreke daleqandî tê serûbinkirin, ku pehniyên wî ji cih derdikeve.

Dibe ku girtiyên ku ji banî ve tên daleqandin "rastî qetiyana damarên xwînê" werin, wî got, anî ser ziman ji ku hinek zindanî ji destên xwe ve bi ban ve hatin daleqandin bo demeke dirêj, vê yekê jî hişt ku destê wan felc bibin.

Kiryarên din ji îşkencekirinê neçarkirina xwarina mişkekî mirî, teyrên mirî yan jî sîsirkan li xwe digre, wî got, an jî neçarkirina wan ku bi çavgirtî mîzê vexwin dema.

Hinek zindanker zindaniyan neçar dikin ku guhdarî dengên zarok an jinên xwe yên ku qîra didin bikin daku bihêlin ku piştrast bibin ku endamên malbatên wan rastî lêpirsînê tên û wisa itirafan ji wan distînin, Ebû Dihin got.

Lê belê, tevî wêneyên satelîtê, raportên bawerpêkirî, tirsa behskirî û çîrokên îşkencekirinê û mirinê di zindanê de ku girtiyên berê behs dikin, rejîm idîayên derbarê şewtîngehan weke "tam bêbingeh" wesif dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500