Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Zêdebûna alozîyan di navbera rejîm û opozîsyonê li Deraayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên rejîma Sûrî desrbasî bajarê Senemênê yê parêzgeha Deraayê bûn, cihê ku şer dest pê kiribû di van rojên dawî de. [Wêne ji ji rûpela Facebookê ya Nûçeyên Senemênê hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî desrbasî bajarê Senemênê yê parêzgeha Deraayê bûn, cihê ku şer dest pê kiribû di van rojên dawî de. [Wêne ji ji rûpela Facebookê ya Nûçeyên Senemênê hatiye wergirtin]

Şer li seranserê parêzgeha Deraayê ya li başûrê welat dest pê kir di navbera hêzên rejîma Sûrî û ciwanên ku berê endamên komên opozîsyonê yên çekdar bûn li deverê, çalakgerekî xwecihî roja Sêşemê (3yê Adarê) got.

Hêzên rejîmê girtine ser bajarê Senemêmê li bakurê parêzgehê da ku bidine dûv çekdarên opozîsyonê û bombe bi topavêjê barandin, çalakgerê xwecihî Cuma Mesalma ji Diiyaruna re ragihand.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, gera tundîyê ya herî dawî şerê serbazî yê herî mezin bû li Deraayê ji çaxa ku hêzên rejîmê parêzgeh vegerand di Tîrmeha sala 2018an de.

Rewangehgê got ku heft çekdarên opozîsyonê li Senemênê hatin kuştin roja Duşemê di bombebarandin û şerên bi hêzên rejîmê re.

Dûman li taxeke niştecihî bilind dibe li bajarê Senemênê yê Deraayê piştî bomberandina dijwar ji alîyê hêzên rejîmê ve. [Wêne ji ji rûpela Facebookê ya Nûçeyên Senemênê hatiye wergirtin]

Dûman li taxeke niştecihî bilind dibe li bajarê Senemênê yê Deraayê piştî bomberandina dijwar ji alîyê hêzên rejîmê ve. [Wêne ji ji rûpela Facebookê ya Nûçeyên Senemênê hatiye wergirtin]

Çekdarên opozîsyonê rêyek li parêzgeha Deraayê girt ligel zêdebûna tundûtûjîyê li parêzgehê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Deraa 24 hatiye wergirtin]

Çekdarên opozîsyonê rêyek li parêzgeha Deraayê girt ligel zêdebûna tundûtûjîyê li parêzgehê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Deraa 24 hatiye wergirtin]

Mesalma got ku herwiha rejîm rastî xisaran hat di şerê dawî li parêzgehê de, ku bêhtir ji 20 kesan ji herdu alîyan hatin kuştin.

Wî rejîm bersûc kir ku hêza zêde bi kar anî di êrîşa xwe li ser bajar û deverên niştecihî bi bommebarandina xurt armanc dikirin, not kir ku ligel qurbanîyan, hejmareke mezin ji sivîlan birîndar bûn.

Li gorî rewngehê, hêzên rejîmê roja Sêşemê navbênkarî kir di rêkeftineke çareserîya erwşê bi çekdarên opozîsyonê re li Senemênê, li jêr serperiştîya Rûsyayê.

Her 26 çekdarên ku şert û mercên lihevhatinê qebûl nekirin ber bi bakur û rojavayê Sûrîyayê ve hatin şandin, Rewangehê got, lê ew kesên bijartin ku bimînin dê rewşa wan were çareserkirin.

Senemên tu rêkeftina lihevhatinê û çareserkirina rewşa çekdaran lê çênebû, ji ber hêzên rejîmê dever kontrol dikirin berî ku rêkeftinên lihevhatinê dest pê bikin.

Xwenîşandan û Kuştin

Mesalma di van herdu heftîyên borî de, gelek kuştinên ku leşkerên rejîmê û endamên şaxên wê yên ewlekarî li parêzgeha Deraayê armanc dikirin hebûn, Mesalma got.

Wî got ku çekdarên nenaskirî êrîşî hejmareke xalên pêşkinînê yên rejîmê kir û xwenîşandan hebûn ji ber derbasbûna rejîmê li gelek beşên Deraayê.

Wî anî ziman ku ev tundîya dawî hat ligel pêleke nû ya parçebûnê ji artêşa rejîmê û not kir ku belavok li gelek bajar û bajarokan hatin belavkirin ji leşkerên rejîmê û endamên şaxên ewlekarî dixwestin ku birevin.

Wî got ku ev rewş ne nû ye, lê berdewambûneke ji alozîya zêde re ya ku ev çend mehin li deverê asê kirine ji ber siyaseta ewlekarî ya ku rejîm dimeşîne.

Wî got ku pêngavên girtinê ku di wan de ciwanên deverê hatin girtin û bi vî awayî zor li wan hat ku xwe bidin dest ji bo erkê leşkerîya neçar û ew guhastin da şer bikin li bakur û rojavayê herêma Idlibê, cihê ku rejîm rastî xisarên mezin hat.

Wî anî ziamn ku bajarokên Dearaayê yên ku ji jêr kontrola rejîmê derketin ev in, Senemên, Tefes, Ebdîn, Kerek Şerqî, Kerek, Nafi û Seîda el-Hanût.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500