Nûçeyên Iraqê
Aborî

Idliba Sûrîyayê lîreya Turkî bi kar tîne piştî herifîna pereyên Sûrî

AFP

Kesekî Sûrî li benzînxaneyekê li bajarokê Sermedayê li parêzgeha Idlibê li bakurê welat lîreya Turkî bi kar tîne, roja 15ê Hezîranê. [Arif Weted/AFP]

Kesekî Sûrî li benzînxaneyekê li bajarokê Sermedayê li parêzgeha Idlibê li bakurê welat lîreya Turkî bi kar tîne, roja 15ê Hezîranê. [Arif Weted/AFP]

Desthilatdarên xwecihî li bakurê rojavayê Sûrîyayê lîreya Sûrî bi lîreya Turkî diguherin bo parastina navçeya li jêr kontrola opozîsyonê ji herifandina aborî, berpirsekî xwecihî Duşemê (15ê Hezîranê) ragihand.

Hikmûeta Felatê -- ku ser bi hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam ve ye, ya ku li herêma Idlibê serdest e -- meha borî dest pê kiriye mûçeyan bi lîreya Turkî belav dike, Basil Ebdul Ezîz, serokê desteya aborî ragihand.

Wî got ku wê "bazirgan û ofîsên guhertina diravan agahdar kirine" ku divê pereyên Turkî bi kar bînin "li navçeyên azad li şûn bikaranîna lîreya Sûrî".

Li ofîseke veguhestina pereyan li parêzgehê roja Yekşemê, nûçegehanê AFP çiwalên mişt diravên lîreyên Turkî ligel boksên mişt pereyên kaxez dîtin.

Di daxuyanîyekê de roja Înê, NY got ku tê qalkirin ku qasên "mezin" ên diravên Turkî roja 11ê Hezîranê derbasî Idlibê bûn.

Rêkarên nû

Aborîya Sûrîyayê ji ber cenga neh-salî û qeyraneke darayî li Lubnanê herifî, ku Lubnanê weke korîdoreke gihandina pereyan bo deverên li jêr kontrola hikûmetê rol digerand.

Nirxê pereyên Sûrî di rojên dawî de li bazarên nefermî pir kêm bûye, ku hişt buhayên pêdivîyan pir bilind bibin, bazar werin girtin û xwenîşandanên kêmpeyda yên li dijî hikûmetê gur kirin li navçeyên li başûrê welat ên ku li jêr kontrola rejîmê ne.

Heftîya borî, êdî nirxê 3,000 lîre bû dolarek, çar carn behtir ji nirxê fermî ku dora 700 lîreyan e, û 60 caran bêhtirî nirxê berî sala 2011an.

Ev gav berîsepandina sizayên nû yên Amerîkî ji 17ê Hezîranê ve tê, û piştî hilweşana nişkayî ya cemserê aborî û kurxalê serokê SûrîyayêRamî Mexlûf, ku vê yekê hişt rewşa sermayedarên din pir aloz be.

"Dê bikaranîna lîreya Sûrî li deverên rizgarbûyî berdewam be lê dê di asta herî kêm de be," berpirsekî xwecihî got.

Li gorî rêkarên nû, Hikûmeta Felatê heftîya borî nirxê nanekî kir du lîreyên Turkî (kêmtir ji dolarekî).

Nûçegehanekî AFP got ku benzînxane êdî lîstên nirxên xwe bi lîreya Turkî berhev dikin.

Idlib li jêr kontrola komên tundrew de ye, ku gelek ji wan piştgirîyê ji Turkîyayê werdigirin. Turkîya yek ji alîyên herî destêwerdan di şerê Sûrîyayê de dike.

Enqerayê hêzên xwe li çend xalên serbazî li Idlibê belav kirin li gorî rêkeftineke bi rejîmê û Moskoyê re di sala 2018an de.

Turkîya herwiha kontrola navçeyeke bi dirêjahîya sînorê xwe li parêzgeha Helebê dike piştî çend operasyonên serbazî ji sala 2016an ve.

Li wan deveran, lîreya Turkî weke dirava serekî li şûna lîreya Turkî tê bikaranîn weke nîşaneke zêdebûna hejmûna Enqerayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500