Nûçeyên Iraqê
Aborî

Daketina mezin a lîreyê piştê li Sûrîyan dişkîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Welatîyekî Sûrî pereyan li ofîseke pevguhartinê li herêma Idlibê diguhare. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Welatîyekî Sûrî pereyan li ofîseke pevguhartinê li herêma Idlibê diguhare. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Buha li seranserê bazarên Sûrîyayê bilind dibin piştî daketineke mezin û dîrokî ya lîreya Sûrî li beramberî pereyên bîyanî, ku gelek malbat bi rastî nikarin pêdîvîyên xwe yên sereke peyda bikin, çalakvanekî herêmî ragihand.

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re eşkere kir ku lîreya Sûrî li beramberî pereyên bîyanî daket, ku kirîn gihaşt 680 lîreyî ji her dolarekî û buhayê firotinê gihaşt 685 lîreyî bo her dolarekî.

Beşîr dîyar kir ku buha li hinek deverên derveyî Şamê bilindtir bûye, ku gihaştîye 700 lîreyî, ku ji destpêka alozîyê de ev yek nebûye, da zanîn jî ku buha li cem 500 lîreyî mabû sekinî.

Bilindbûna vê yekê vegerand gelek sedemên bialoz, a herî giring jî paşketina rewşa aborî li giştî Sûrîyayê ji ber şerê heşt salan, ku heya niha jî berdewam e.

Daketina lîreya Sûrî bandorê li buhayên kelûpelên sereke dike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Daketina lîreya Sûrî bandorê li buhayên kelûpelên sereke dike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Welatîne Sûrî li dikaneke pevguhartina pereyan in li bakurê gundewarê Helebê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Welatîne Sûrî li dikaneke pevguhartina pereyan in li bakurê gundewarê Helebê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Besam anî ziman ku "ev jî ji ber hikumet gelek pere li şer xerc kiriye ji dêvla piştevanîya sektorên berhemdayînê yên sereke li welêt bikiraya."

Wî dîyar kir ku ev yek li kêmbûna geştîyarîyê jî vedigere, her wiha bazirgan berê xwe didin bazara reş da dolaran bikirin bo hawirdeyan bidin, ji ber Banka Navendî zêdekirina pereyên bîyanî bo bazirganan qebûl nake.

Wî destnîşan kir ku buhayê fermî yê dolar li cem 435 lîreyî sekinîye, ev tê wateya ku çi welatîyekî ku bixwaze dolaran xerc bike dê ji sedî 30 ji nirxê wê ji dest bide, ev jî ji ber cudahîya mezin a buhayan.

Besam daxuyand ku ev bilindbûn bandoreke rasterast û neyînî li xelkên Sûrî kir, ev kesên ku dibînin buhayên pêdîvîyên sereke, nemaze xwarin, ne li gorî karîna wan e.

Besam ragihad ku lêçûnên malbatên Sûrî dora 250,000 lîreyên Sûrî ne ($485), ku mûçeyên wan nagihêje 45,000 lîreyên Sûrî ango ($60).

Wî got ev tê wateya ku karmendê hikumetê aniha di rojê de $2 distîne.

Besam got ku di heman demê de, hikumetê qebûl nekir mûçeyên sektorên giştî bilind bike, û bo bilindbûna buhayan jî xwe ker kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev çi zêde axêvtin û fitne ne birayê Besam?! Karmendê ku mûçeya wî ya herî bilind li Sûrîyayê qet 300 dolar mehane wernagire, û xercîya herî bilind a malbata Sûrî qet 70,000 lîrayan, wate 100 dolarî derbas nake. Silavên min ji te re. Ji kerma xwe, dûrî fitneyê û gurkirinê!

BERSIV BIDE