Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Cemserekî aborî yê Sûrî dibêje ku rejîmê dest danîye ser samanên wî

AFP

Kesek ji mobayilê xwe temaşeya vîdyoyekê di Facebookê dike ku tê de karsazê Sûrî Ramî Mexlûf bi awayekî vekirî gilih û gazinên xwe ji rejîmê tîne ziman, li Şamê roja 11ê Gulanê. [AFP]

Kesek ji mobayilê xwe temaşeya vîdyoyekê di Facebookê dike ku tê de karsazê Sûrî Ramî Mexlûf bi awayekî vekirî gilih û gazinên xwe ji rejîmê tîne ziman, li Şamê roja 11ê Gulanê. [AFP]

Cemserekî aborî yê Sûrî û kurxalê serokê rejîmê Beşar Esed Sêşemê (19ê Gulanê) ragihand ku rejîma Sûrî fermana destdanîna li ser samanên wî derxistiye û karkirina wî di serktorê giştî de qedexe kiriye ji ber pereyên ku rejîm dibêje ku kompanîya wî bi wan deyndar e.

Ramî Mexlûf, serokê mezintirîn kompanîya mobaylan li Sûrîyayê ku navê wê Syriatel e, ligel rejîmê di milmilanîyê de ye ji ber pereyên ku rejîm ji wî dixwaze ku wan bide, ku bi qasî 185 milyon dolar in.

Desteya têkilîyan (telecom) a Sûrî hişyarî da ku ew dê rêkarên pêwîst bide pêş bo vegerandina pereyên ku ew dibêje Syriatel bi wan deyndar e bo nûkirin û domandina destûra karkirinê.

Lê Mexlûf got ku ev angaşt ne rast in û zalim in.

Berhemxwer û kiryar li ber dergehê mezintirîn kompanîya mobaylan li Sûrîyayê Syriatel, a ku xwedanê wê Ramî Mexlûf e di rêzê de ne, li Şamê roja 11ê Gulanê. Şirovekar dibêjin dema ku cemserekî aborî yê Sûrî bi awayekî vekirî gilî û gazinên xwe yên ji rejîmê tîne ziman ev yek tê wateya ku milmilanîyeke li ser desthilatê di nava malbata desthilatdar de heye, di demekê de ku ew hewl dide desthilatdarîya xwe qayim bike piştî neh salan ji şer. [STR/AFP]

Roja Sêşemê. dewlemendê bêqam, yê herwiha parên wî di kehrebe, neft û eqaratan de jî hene, got ku desthilatdarîya peywendîyê "dest dideyne ser pereyên min, pereyên hevjîna min û zarokên min, tevî ku pirsgirêka wan bi kompanîya min re ye ne bi min bi xwe re ye".

Wî got ku ew ji alîyê rejîmê ve hatiye xeberdarkirin ku dê "heta qedexe be ew heta pênc salan bi dewletê re kar bike".

Daxuyanîya wî li ser Facebookê çend demjimêran piştî belavbûna belgehekê di mîdyaya civakî de hat, belgeha ku fermaneke rejîma Sûrîyayê bi "destdanîna parêzî" li ser samanên Mexlûf nîşan dide.

Belgeh, ya ku wajûya wezîrê darayî li ser e, dibêje ku dê rêkar wein pêkanîn bo piştrastkirin ku dê kompanîya Syriatêl dê pereyên ew denydar e bide.

AFP nikarî ji çavkanîyeke bêalî rewatîya vê belgehê piştrast bike.

Derz di xêza hundirîn a rejîmê de

Ev daxuyanîya Mexlûf a dawî bû di zincîra êrîşên wî yên li ser înternêtê yên li dijî rejîma Sûrîyayê ji ber rêkarên ku li dijî wî û kompanîya wî hatine derxistin.

Di dawîya Nîsanê de û careke din di destpêka Gulanê de, Mexlûf, yê ku di şerê Sûrîyayê yê neh-salî pir dîyar nebû, got ku hinek kesan di hikûmetê de hewl da ku wî bigirin û dest deynin li ser kompanîya wî.

Şirovekar dibêjin ku ev yek nîşan dide ku ew êdî dûrî navendên biryarê yên desthilatê ye, di nav de Esed jî.

Nîşanên pêşî yên nakokîyê havîna borî derketin, dema ku desthilatdarîyên Sûrî dest danî ser Komela Bustan û milîsa girêdayî Mexlûf nehiştin.

Dema ku Wezareta Darayî di Kanûna Yekem de dest danî li ser samanên çend karsazan ji ber xwevedizîna ji dana bacan û karên bazirganî yên nerewa, ragihandina Sûrî got ku Mexlûf, jina wî û kompanîyên wî di nav wan de bûn.

Di heftîyên borî de, ajansên ewlehî çend ji karmendên Mexlûf girtin -- ew jî dibêje ku ev yek bo tirsandina wî ye bo dest ji karên xwe berde.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, bi dehan karmendên Bustan û Syriatel ji Nîsanê ve girtî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500