Nûçeyên Iraqê
Aborî

Nirx bilind dibin hevdem ligel rûxana lîreya Sûrî li deverên li jêr kontrola rejîma Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nirx li bazarên kolanan li deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî gelekî bilind bûne, aborînasekî Sûrî dibêje. [Wêne ji Iqtisad hatiye wergirtin]

Nirx li bazarên kolanan li deverên li jêr kontrola rejîma Sûrî gelekî bilind bûne, aborînasekî Sûrî dibêje. [Wêne ji Iqtisad hatiye wergirtin]

Nirxên hemû kel û pelan li bazarên li jêr kontrola rejîma Sûrî bilind bûne, tevî ku rejîm angaşt dike ku nirx li jêr kontrola wê ne, li gorî aborînasekî.

Bilindbûna zêde di nirxan de di demekê de tê ku lîreya Sûrî rastî hilweşaneke dîrokî li hember dolarê Amerîkî û pereyên biyanî yên din tê, aborînasê Sûrî Mehmûd Mustefa ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku dolarê Amerîkî dike 1,800 lîreyên Sûrî û tê pêşbînîkirin ku bigihe 2,000 lîreyan jî.

Wî got ku ev yek bû sedema buhabûna nirxên hemû kel û pelan û xwarinê, şînkayî û fêkî bi awayekî taybet, li bazarên li deverên li jêr kontrola rejîmê.

Bilindbûna nirxan berî demekê dest pê kiriye û di destpêka meha Remezanê ya pîroz de gihişt lûtkeyê, dema hin corên şînkayî û fêkîyan êdî bi çar taq bêhtir ji nirxê eslî hatin firoştin.

Mustefa teqez kir ku materyalên gelekî tên xwestin mîna goşt û herwiha hin coreyên taybet ên mirîşkan buhayên wan pir bilind in.

Li şûn ku pirsgirêkê çareser bike, "Wezareta Aborî û Bazirganîyê ya Sûrî tenê datayên ku bilindbûna nirxan red dikin pêşkêş kirin", wî dîyar kir.

Wî anî ziman ku wezaret angaşt dike ku ew pagerên teftîşê bo kontrolkirina nirxan bi cih tîne, lê bi rastî ne dîyar e ku ev yek tê pêkanîn.

Wî got ku kêmbûneke balkêş di hin materyalan de heye, mîna nan, ji ber kêmbûna ard, ku rêzên dirêj li pêşîya firnan li hemû deverên li jêr kontrola rejîmê hene.

Mustefa got ku yek ji sedemên bilindbûna nirxan ew e belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) li Sûrîyayê, lê gelek sedemên din jî hene.

Wî teqez kir ku di nav wan sedeman de, qeyrana aborî ya ku rejîma Sûrî rastî tê, ku nîşana wê şerê li ser desthilatdarîyê yê ji ber kêmbûna pereyan di nav taximê hakim de ye.

Wî dîyar kir ku herwiha nebûna şîyana sazîyên rejîmê ya kontrolkirina bazaran û hegemonîya bazirganên dilsozên rejîmê dibin sedem.

Wî daxuyand ku faktorekî sereke yê din heye ew e ku efserên rejîmê û milîsên girêdayî rejîmê daxwaza parekê ji qezencan li hin bazaran bo xwe dikin, bi rêya sepandina bacan li ser bazirganên xwecihî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500