Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Niştecihên Swêdayê li dijî rejîma Sûrîyayê xwenîşandanan li dar dixin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwenîşander li bajarê Swêdayê yê başûrî dicivin bo protestokirina rejîma Sûrî. [Wêne ji Swêda24 hatiye wergirtin]

Xwenîşander li bajarê Swêdayê yê başûrî dicivin bo protestokirina rejîma Sûrî. [Wêne ji Swêda24 hatiye wergirtin]

Şênîyên bajarê Swêdayê yê başûrî û bajarokine din ên nêzîk derketine xwenîşandanan li dijî rejîma Sûrî, çalakgerekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Di xwenîşandanên herî dawî de roja Yekşemê (7ê Hezîranê), li bazara Swêdayê ya mezin, bi dehên xwenîşanderan kambaxbûna rewşa aborî û şert û mercên jîyanê û bilindbûna buhayên berhemên sereke şermezar kirin.

Niştecih gazinan ji rejîmê dikin ji ber şert û mercên zehmet ên ew rastî tên, ew sazîyên wê bi paşguhkirina ji qesd û gendelîya berbelav bersûc dikin, çalakgerekî ji Swêdayê bi navê Nîzar Bû Elî ji Diyaruna re ragihand.

"Rejîma Sûrî tu gav neavêtin daku alîkarîyê bi parêzgeha başûrî re bike," wî angaşt kir, "tevî ku wê berevajî vê yekê di gelek alavên ragihandinê de angaşt kiriye"

Xwenîşanderin li bajarê Swêdayê yê başûrî bi şev derketine daku şert û mercên jîyanê û gendelîya di sazîyên rejîmê de şermezar bikin. [Wêne ji Swêda24 hatiye wergirtin]

Xwenîşanderin li bajarê Swêdayê yê başûrî bi şev derketine daku şert û mercên jîyanê û gendelîya di sazîyên rejîmê de şermezar bikin. [Wêne ji Swêda24 hatiye wergirtin]

Wî got ku nîşaneke zelal li ser vê yekê buhayên xwarin û materyalan in, ên ku bi awayekî "bêwijdan" bilind bûn, wî got.

Wî got, "nirxên kel û pelan bo firoştinê li depoyên xwarinê yên hikûmetê buhatir in ji nirxên bazarê, tevî ku tê texmînkirin ku divê erzantir bin ji ber ew ji bo alîkarîkirina niştecihan tên piştgirîkirin".

Herwiha sloaganên di xwenîşandanan de hatin gotin û yên li ser pankartên hatin bilindkirin şert û mercên ewlehî yên heyî şermezar kirin û wan bal kişand ser kêmbûna ewlehîyê a ku bûye sedema belavbûna dizî û kuştinê.

Herwiha Xwenîşanderan hêrsa xwe ji şewata zadên çandinîyî derbirîn kir.

Wan got ku ji bilî tawanbarîya wan, rejîmê alîkarîya tîmên agirkujê nekir û neda pey kesên tawanbar bi rêya bikaranîna ajansên ewlehî yên li deverê belav in.

Herwiha niştecihên Swêdayê yên ku di xwenîşandanan de beşdar bûn slogên ku rejîma Beşar Esed şermezar dikin gotin û daxwaza nehiştina hebûna Îranî û Rûsî ji Sûrîyayê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500